DAIŞ xizmeta Esed kir
Bêrîtan diyarkir ku DAIŞ, li Sûrî du karên esasî kir, yek êriş bire ser Kurdan, ya duyemîn jî opozîsyona Sûrî ya heyî bi temamî ji holê rakir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha ne Artêşa Azad ne jî muxalefet, ji xeynî Kurdan mûxalefetek li Sûrî nema. Yan bi darê zorê xistin nava sîstemeke îslamî ya radîkal yan jî bitemamî ji holê rakirin. Ev aliyeke pratîka DAIŞ’ê bû. Aliyê din de jî bi hemû hêza xwe êriş kire ser gelê Kurd. Herkes dizane dewletên herêmê yên Kurdistanê di nava xwe de dabeşkiribûn, ji vê statûya heyî nerazî bûn û ev statûya li Rojava çêdibû ne li gorî berjewendiyên van çar dewletên sereke yên herêmê bû. Bi taybet jî pêşengiya vêya Tirkiye dikir.
Çavên xwe lê girtin
Baran Bêrîtan destnîşankir ku dewletên ku Kurd dibin mêtîngeriya wan de ne, ketin nava tirsê û ji vê statûya Kurdan tirsiyan, ji ber dizanîn eger projeya Rêber Apo ya xweseriya demokratîk tenê li beşeke Kurdistanê jî pêk were, wê bandora domîno bike û dewletên din jî di warê naskirina statûya Kurd de tengav bike. Ji ber van sedeman, êrişên DAIŞ’ê yên li ser gelê Kurd û statûya wê tam li gorî berjewendiyên van dewletên mewzûbehs e. Yek ji dewletên herî zêde ji statûbûna Kurdan ditirse dewleta Tirkiyê ye. Li hemberê van êrişan jî li Sûrî siyaseta Kurd serket.
Îslama DAIŞ sexte ye
Derbarê têgeha îslamê ya DAIŞ´ê jî Bêrîtan wiha got: Wexta were gotin Îslama radîkal, hema yekser îslama rasteqîne tê bîra mirov, ne îslama Selefî, yan jî ya DAIŞ’ê. Di ziman de hindek elimandin çêbûne, divê werin derbaskirin. Ev îslam e, îslameke dewletî ye û avakirina dewleteke îslamî ya faşîst hedef dikin. Wexta em gotina îslamî jî bikartînin helbet mirov zehmetî dikşîne. Ev çeteyên bêesil, îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên dewletî bikar tînin. Weke tevgera azadiyê helbet em van çeteyan weke nûnerên rasteqîne yên îslamê nabînin. Tiştên ku ev rêxistinên çete dikin ti pêwendiya xwe bi Îslamê re nîne, Îslamiyetê ji xwe re tenê weke mertalekî bikar tînin."
Ya rast îslama Medîne ye
Derbarê îslama rast de jî Bêrîtan nêrîna tevgera xwe wiha anî ziman: "Rêbertiya me îslama rasteqîn û demokratîk weke îslama Medînê bi nav dike. Îslama Medînê civakî ye, nerme, ji guhertin û veguhertinê re û ji rengên cûda re jî vekiriye û ûmetparêz e. Eger rêxistineke îslamîba, fetwayên ji exlaqê civakê û mirovahiyê dûr nedidan, şerê psîkolojîk bi awayeke hovane ne didan, destdirêjiya li hember jinan rewa ne dikir û êrişên ne exlaqane li hember mirovan nedikirin. Wexta mirov li malperên wan temaşe dike, hovîtiya wan her tiştê radixe berçavan û pewîstî bi gotin namîne ku tu bêjî pêwendiyan van bi misilmantiyê re heye yan tine ye."
Ya pêk tê şerek hegomonîk e
Bêrîtan derbarê naveroka şerê li herêmê de wiha got: "Rast e, di dîtin de wek şerê mezhebî xuya dike. Ya rastîn mirov nikare ji vî şerî re bêje şerê mezhebî jî. Ya di bin navê şerê mezhebî de têkirin şereke hegemonîk e. Yê serkêşiya vê şerê hegemonîk a di bin navê Şîa û Sunî de dike jî, Îran û Tirkiye ye. Hêzên hegemonîk yên herêmê heta yên cîhanî jî îslamiyetê li ser esasê berjewendiyên xwe, dewletî kirine û xistine bin yekdestdariya desthilatdaran de. Îro îslama rasteqîn rû bi rûyê xeteriyeke herî mezin e. Biqasî ku ji destê desthilatdaran tê hewl didin îslamiyetê ji rastiya wê dûr bixin yê ne rast dibin navê îslamiyetê de weke rastîn bi civakê bidin qebûl kirin. Îro li herêmê herî zêde ev dibin navê Şîa û Sunî de tên kirin. Hewl tê dayîn ku îro, li herêmê hegemoniyek dibin navê Şîa û Sunî de ava bikin. Helbet em dizanin ev ne dibin berjewendiyê tevahî gelê Sunî de ye ne jî dibin berjewendiyê tevahî gelê Şîa de ye.
Xeta Kurd-Sûne
Baran Bêrîtan destnîşan kir ku seneryoya herî zêde behsa wê têkirin ev e; sê herêmên federal li Iraqê çê bibin. Ya rastîn ji federalîzmê zêdetir parçebûna Iraqê gengaz e. Di vê parçebûnê de wê hindek hêza Suniyan zêdetir bibe. Lê, wê formîlasyoneke Sunî-Kurd pêş bixin. Li dijî bereya Şîa û bi taybet jî li dijî Îranê wê bixwazin ev bereya Sune û Kurdan bihêz bikin. Di dîtin de dibe ku dilê Kurdan xweş bike. Lê, di bin vê de senaryoyeke pir xeter diraze. Xeteriya mezin ev e; Hêzên cîhanî dixwazin li Iraqê dewletokeke pir bêîrade ya Kurd a li gorî berjewendiyên hêzên sermayedar yên cîhanî saz bikin. Dixwazin hemû gelê Kurd bikin qurbanê dewletokeke biçûk a dibin Rêbertiya Barzanî û PDK’ê de. Ji xwe di vê der barê de hevdîtinên Amerîkayê jî li gel Mesûd Barzanî çêbûn."
PJAK bi îdia ye
Endamê Meclîsa PJAK´ê Baran Bêrîtan derbarê armanc û hedefên partiya xwe de jî wiha got: "Di vê dema dîrokî de tevgera azadiya Rojhilat di pêvajoya xwe avakirinê û nûkirinê re derbas bû. Ev jî bû sedem ku hêza wî bibe çend qad û potansyeleke pir mezin derxe holê. PJAK jî nûnertiya vê ya dike. Em careke din bang li dewleta Îranê dikin da ku gavên demokratîk biavêjin lê, eger di ne avêtina gavên demokratîk de bi israr be, weke PJAK em xwedî plan û projeyên berfireh yên demokrasiyê ne û em xwe, li gorî pêşxistina pêngaveke mezin a demokrasiyê jî amade dikin."
BÊRÎTAN ZAGROS-ANF