Semîner li taxa Holmlîa ya paytext Osloyê pêk hat û endamê Komîteya Navendî ya PJAK'ê Ehwen Chiyako axaftina vekirinê kir. Chiyako di axaftina xwe de ev xal destnîşan kir: "Hêzên navneteweyî ji Yekemîn Şerê Cîhanê û vir ve li ser Kurdistanê xwedî planan bûn. Ev planên wan îro jî dewam dikin. Komploya navneteweyî jî yek ji van planan e. Hêzên emperyalîst, hêzên dixwazin Rojhilata Navîn kontrol bikin vê baş dizanin ku bêyî kontrolkirina Kurdan, bêyî kontrolkirina Rêber Apo nikarin vê bikin. Ji ber vê yekê Rêber Apo bi komployeke bi vî rengî re radestî Tikriyeyê hat kirin. Lê belê xwedîderketina gelê Kurd û berxwedana Îmraliyê ev komplo pûç kir."


Komplo destwerdanek bû

Nivîskara ji Rojhilatê Kurdistanê Laîla Sîmaî dûre mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku di rojên Ocalan radestî Tirkiyeyê hatiye kirin de li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gel herikî kolanan, lê xwepêşandanên demokratîk û aştiyane yên gel, rastî destwerdana tund a rejîma Îranê hatine. Sîmaî got, "Nuqteyeke din a di van çalakiyan de bal kişand jî; di nava ciwanên beşdarî çalakiyan bûn de gelek zarokên pêşmergeyan hebûn û ciwanên apolîtîk jî hebûn."

Kurd li pey Ocalan in
Nûnerê KNK'ê yê Norwêcê Hadî Sofîzade herî dawî mafê axaftinê wegirt û got, "Îdeolojiya Ocalan bi tevahiya rastiya Kurdistanê ve girêdayî ye. Bi têkoşîna xwe ya bi salan a li zîndanê re dişibe lîderê Efrîka Başûr Nelson Mandela. Berhemên Ocalan li gelek unîversîteyên Ewropayê tên nîqaşkirin."Kurdistaniyên beşdarî semînerê bûn, di beşa duyemîn de pirs li axaftvanan kirin. Di semînerê de her wiha dezgeh hatin danîn û pirtûkên Ocalan ên bi zaravayê Soranî û zimanê Farsî hatine wergerandin, hatin nasandin. Çalakiyê bi qasî 2 saetan dewam kir.

OSLO