
'Dewleta Tirk a dagirker têk çûye'
Tekîn diyar kir ku dixwazin di nav kesên ku bi PKK'ê re di nav têkiliyê de ne dudiliyekê çêbikin û li ser gel çewisandineke mezin û giran pêk bînin û herwiha armanc dikin ku berxwedan û têkoşîna gelan bişikînin. Tekîn bi berdewamî got, "Gelê me jî divê berxwedan xwe geş û gur bike. Di vê pêvajoyê de yên ku helîkopterên wan tên xistin, tangên wan tên rûxandin, dewleta Tirk a dagirker e. Ji hêla leşkerî û siyasî ve yê ku tertûbela bûyî dewleta Tirk a dagirker e. Dibêjin, em bi ser ketine. Wekî ku ew bi ser ketine, ji bo çi hikûmeta xwe guherandin? Wekî ku bi ser ketine ji bo çi ketine qirika hev?"
'Yan mirin yan azadî'
Tekîn bi berdewamî bal kişand ser van hêmanan: "Li gel ku yê ku dîyalog datanî û bi rê ve dibir Rêber Apo jî bû, niha li ser Rêber Apo zext û zordariyê didin meşandin, tecrîd dikin. Baş e, wê muzakereyê bi kê re bikin? Hem wekî Tevgerê û hem jî wekî gel, me bi milyonan himze berhev kirin û hate gotin muzakerevanê me ye sereke, Serok Apo ye. Piştî ewqas zext, zordarî, îşkence, tecrîdê em ê diyalogê li kîjan hêlê deynin, em ê li kû bi cih bikin? Ji bo vê sedemê bila gelê me guh nede gotinên weha. Dewleta Tirk a dagirker dibêje, 'yek kes jî mabe, em ê vî şerî bidomînin' Em jî dibêjin, 'heya ku li van xakan yek polîs û leşkerê dewleta Tirk a dagirker bimîne, ev şer wê dewam bike.' Yek gerîla jî mabe ev şer wê dewam bike. Yan mirin yan jî azadî. Gelê me bila li gorî vê xwe rêxistin bike, bila xwe li gorî esasên berxwedanê, şer xwe birêxistin bike."
'PDK´ê çarenûsa xwe bi ya Erdogan re kiriye yek'
Endamê Komîteya Rêveberiya PKK'ê Bozan Tekîn diyar kir ku PDK’ê qedera xwe bi Erdogan re kiriye yek û got, "Mesûd Barzanî, ji Tebaxa par ve bi darê zorê li ser wê qoltixê rûdinê. Deriyê parlementê qufle kir. Serokê Parlementê nikare biçe Hewlêrê. Çend roj berê jî der heqê serekê Tevgera Gorranê de jî biryara girtinê hate derxistin. Ji bilî xwe dijminê her kesî ye. Di pêvajoya ku nîqaşên Kongreya Neteweyî de, Tevgera me ji Barzanî re got, 'tu bibe serek lê bila li gel te hevserek jî hebe' qebûl nekir. Di rastiyê de kongre qebûl nekir. PDK'ê ew kongre pûç kir. Di vê mijarê de kesek nikare kêmasiyekê li cem Tevgera me bibîne. Divê PDK dev ji van polîtîkayên xwe berde. Ji kû dera şaşîtiyê mirov vegerê qenc e."
Herî dawî jî Tekîn bang li gel kir li welatê xwe vegere, berxwedan û têkoşînê gur bike. Û ciwanên jin û xort vexwendin nav refên gerîlayan.
NAVENDA NÛÇEYAN