
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat, der barê pêvajoya çareseriyê de ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ANF´yê re axivî. Hozat da xuyakirin ku AKP hewl dide Kurdan, derdorên demokratîk û Tevgera Azadiyê bixapîne û bi dek û dolaban pêvajoyê biawiqandinê bigihîne heta hilbijartinan.
Hozat diyar kir ku armanca giştî ya AKP'ê dewamiya rewşa bêçalakîtiyê ye, bi afirandina bendewariya çareseriyê, dixwaze di hilbijartinan de bi ser keve û got, "Bi gotina Erdogan, eger 400 parlamenterî bixe Meclîsê wê destûra bingehîn biguherîne û hegemonya xwe bide rûniştandin. Bi vî rengî wê sîstema serokatiyê bîne Tirkiyeyê, Erdogan wê bibe serok û wê rejîmê biguherîne. Tevahiya armanc û derdê AKP'ê ev e. Ti niyet û hewldaneke AKP'ê ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê nîne. AKP pirsgirêka Kurd ji bo xwe gihandina armancê, weke navgînekê bikar tîne, bi nêzîkatiya amûrî nêzî hevdîtinên li Îmraliyê dibe. Ji bo AKP'ê gotina 'çareseriyê' amûreke polîtîk a ji bo xwegihandina armancê ye. Hemû nêzîkatî û polîtîkayên AKP'ê yên heta niha nîşan didin ku ev taktîkî ye, teşeyî ye. AKP xwe bernade nava cewher. Di feraseta xwe ya yek netewe, yek al, yek welat, yek ziman û yek ol de hînê gavek bi paşve neavêtiye."
AKP pirsgirêka Kurd bi kar tîne
Hozat ragihand ku di mejî û feraseta AKP'ê de naskirina Kurdan weke gelekî û qebûlkirina mafên wan nîne û got, "AKP pirsgirêka Kurd di çarçoveya mafên însanî yên şexsî de dinirxîne û bi feraseteke neolîberal a kapîtalîst hewl dide li gorî xwe çareser bike. Lewma dest bi muzakereyê nake û li dora maseya muzakereyê rûnanê. Rûniştina li maseya muzakereyê tê wateya, naskirina Kurdan weke gelekî. Rastiya di binê gotina Serokwezîr Davûtoglû ya 'Pêvajoya çareseriyê pêvajoyeke muzakereyê ya mekanîk nîne' heye, ev rastî ye. Ev gotin, helwêsta pêkneanîna muzakereyê ye û di vî warî de beyana biryarê ye."
Hozat da xuyakirin ku girîng e rastiya AKP'ê were zanîn û destnîşan kir ku AKP'ê ji aliyê cewherî ve ti carî hebûna gelê Kurd qebûl nekiriye.
Hozat got, "AKP'ê ji destpêkê ve ji bo dewletê bi dest bixe, xwest pirsgirêka Kurd weke navgîneke propagandayê bikar bîne. Lê nihêrî qezenca vê gelek e, bi israr di vê rê de dewam kir. Gotinên pirsgirêka Kurd û çareseriyê gelekî bikar anî. Bala xwe bidinê, ji sala hatiye ser desthilatdariyê û vir ve pirsgirêka Kurd ji ser zimanê AKP'ê daneketiye xwarê, lê ti tişt nekiriye. Herî zêde di demên ku digot ew ê pirsgirêka Kurd çareser bike, polîtîkayên tinekirinê şidand."
Lihevkirina li ser 10 xalan
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî plana AKP'ê ya tinekirinê, nexşeyeke nû ya rê amade kir û destnîşan kir, ku Ocalan bi vê nexşeya rê re lêgerîn û rêbazên çareseriya demokratîk bi awayekî balkêş daniye holê.
Hozat got, "Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi lihevkirin û gavavêtina şênber a li ser 10 xalan an jî serenavan ve girê da. Da xuyakirin ku eger li ser van xalan bi dewletê re lihevkirinek pêk were, ew ê li ser bingeha beyana niyetê bangeke nû bike. Yanî wê muzakere pêk bihata, heyeta şopandinê tevlî vê pêvajoya muzakereyê bibûya, di bin sîwana meclîsê de komîsyona lêkolînkirina rastiyan bihata avakirin, di 10 serenavan de lihevkirin pêk bihata û dûre Rêbertiya me wê bi komîsyona rastiyan a li meclîsê re biaxiviya. Kengî dewletê çareseriya pirsgirêka Kurd bi qanûn û destûra bingehîn re ewle kir, wê Rêbertiya me bi xwe tevlî kongreya PKK'ê bibûya û di Kongreyê de wê biryara dîrokî bihata stendin. 10 xalên mijara gotinê, projeyên çareseriyê yên ji bo çareseriya demokratîk a prisgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne.
Qonaxa piştre azadiya fîîlî ya Rêberî me bû
Hozat got, "Eger di van 10 serenavan de lihevkirin bi dewlet û hikûmetê re pêk bihata û gavên şênber bihatana avêtin, guhertinên qanûnî û destûrî bihatana kirin, weke qonaxa duyemîn û ya pêşketî, wê mijarên azadiya fîîlî ya Rêberê me û kongre, hingî bihata rojevê."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Eger AKP li gorî nexşeya rê ya Rêbertiya me tevbigeriya, wê çareseriya pirsgirêkê heta 15'ê Sibatê bi hêsanî bigihaşta qonaxa dawî. Lê belê AKP'ê ev nexşeya rê qebûl nekir û polîtîkaya xwe ya tinekirinê ferz kir. Gaveke bi tenê ya şênber neavêtiye û bêyî ji xwe fedî bike û li ber xwe bikeve, dest jê berdana têkoşîna çekdarî ya PKK'ê xist rojevê. PKK wê ji bo çi dest ji çekan berde? Te çi kir ku PKK dest ji çekan berde? Eger tu dixwazî PKK dest ji têkoşîna çekdarî berde, 10 xalan muzakere bike û qebûl bike, di van hemû mijaran de gavên şênber biavêje, guhertinên qanûnî û destûra bingehîn bike, Serok Apo serbest berde. Û wê demê PKK dikare kongreya xwe ya danîna çekê bicivîne û nîqaş bike. Di rewşeke ku li holê tiştekî wiha nîne û siyaseta tinekirin û qirkirinê bi dijwarî dewam dike de, xwestina tiştekî bi vî rengî ji PKK'ê, li gel helwesteke namerdî ye, di heman demê de fêmnekirina kûraniya pirsgirêka Kurd û tênegihiştina rastiya PKK'ê ye."
'Rêber Apo banga çekdanînê li PKK´ê nekir'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga çekdanînê li PKK'ê nekiriye û got, "Ev yek şerekî taybet e ku ji aliyê AKP'ê û medya alîgirê wê ve hatiye kirin."
Hozat diyar kir ku pêvajo di nuqteyeke krîtîk de ye û got, "Ev yek ji ber polîtîkayên AKP'ê ye. AKP ji bilî xurtkirina hegemonya xwe li tiştekî din nafikire. AKP'ê pêvajo qedandiye. Bi biryarnedayîna li ser muzakereyê re pêvajo qedandiye."
Hozat destnîşan kir ku polîtîkayên AKP'ê yên heyî li ser bingeha şer dimeşin û pêkanînên va polîtîkayan jî ji xwe, rewşeke şer. Hozat got, " Bila AKP belasebep dilê xwe xweş neke. Heta ku pirsgirêka Kurd bi muzakereya demokratîk çareser nebe, hemû mafên Kurdan ên gelbûyînê neyên radestkirin, heta demokrasiya herêmî ji her alî ve nekeve meriyetê, heta destûreke bingehîn a demokratîk a nû ya ku nasnameya Kurd qebûl dike pêk neyê, PKK ti carî dawî li têkoşîna çekdarî nîne. Hêzên HPG-YJA Star, hêa parastina rewa ya gelê Kurd, gel û jinên maf û azadiya wan ji dest hatiye girtine. Yekane şertê dawîanîna têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, bi qanûn û destûra bingehîn re ewlekirina hemû mafên gelê Kurd ên siyasî, çandî, civakî, aborî û ewlekariyê ye, bi destûreke bingehîn a demokratîk re xwe gihandina civaka demokratîk û komara demokratîk a Tirkiyeyê ye. Nêzîkatiyeke berevajî vê neyê ne pêkan e."
Çarçoveya giştî ya 10 xalan
1- Siyaseta demokratîk; pênase û naveroka wê
2- Aliyên herêmî û neteweyî yên çareseriya demokratîk bên pênasekirin
3- Ewlehiyên demokratîk û qanûnî yên welatîbûna azad
4- Pêwendiya siyaseta demokratîk bi dewlet û civakê re û sernavên sazîbûna wê
5- Aliyên sosyo-ekonomîk ên çareseriyê
6- Rewşa nû ya ewlekariyê ku pêvajoya çareseriyê rê li ber veke
7- Çareserî û ewlehiyên qanûnî yên pirsgirêkên jin, çand û ekolojîk
8- Ji têgîn, pênase û naskirina nasnameyê, ewlehiyên mekanîzmayên wekhev û demokratîk ên piralî
9- Pênasekirina komara demokratîk, welatê hevpar û millet bi pîvanên demokratîk, di nava sîstema piralî ya demokratîk de ewlekirina wê bi qanûn û destûra bingehîn re
10- Ji bo pejirandina van hemû pêngavên demokratîk û veguherînan, pêkanîna destûreke bingehîn a nû.
BÊRÎTAN SARYA/ANF / BEHDÎNAN