Komîteya Rêveber a PKK'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û siyasetmedarên jin Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku di 5'ê Çileya 2016'an de li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bibîr anî.

PKK'ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û destnîşan kir ku zilma ku dewleta Tirk bi desthilatdariya AKP'ê dimeşîne, nîşaneye rizandinê ye. PKK da zanîn ku ew ê van êrîşên faşîzan bê bersîv nehêlîn û li dijî van êrîşan banga têkoşîna hevpar kir: "Dixwazin kolonîkirineke nû, dîmenên tevgereke nû ya dagirkeriyê li ser raya giştî ya Tirkiyeyê ferz bikin. Dixwazin raya giştî ya şoreşger a demokratîk a Tirkiyeyê li pêşberî van komkujî û êrîşan lal bikin. Lê belê raya giştî ya demokratîk şoreşger dizane ku azadiya civaka Tirkiyeyê, bi xwedîderketina li berxwedana gelê Kurd, bi pêkanîna berxwedana xwerêveberiyê li her kolan, tax û her cihî, dibe. Li Kurdistanê qirkirinên fîzîkî, çandî û siyasî dewam dikin. Bi van qirkirinan re her wiha tê xwestin ku di nava civaka Tirkiyeyê de jî qirkirina wateyî bê kirin. Li hemberî vê yekê; meşandina berxwedana hevpar, li dijî desthilatdariya dagirker faşîst bilindkirina berxwedana topyekûn, yekane şertê azadbûna civaka Tirkiyeyê ye."


Biryardariya jiyana azad

PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd weke ''Şoreşa Rojhilata Navîn û Cîhanê'' pênase kir û da zanîn ku têkoşîna li Kurdistanê, tevî serma û seqemê, dagirkerî, faşîzm û her şêwe êrîşên tinekirinê, bi şer, bi daxwaza berxwedanê, bi biryardarî û rûmetê didome. PKK diyar kir ku şoreşa xweseriya demokratîk ji Rojava heta Başûr, ji Şengalê heta Silopiyê bi tevahiya gelê Kurdistanê re veguheriye biryardariya jiyaneke azad a hemû mirovên Rojhilata Navîn hembêz dike.

Di dewama daxuyaniya PKK'ê de  hat gotin,''Coş û xwesteka berxwedanê ya li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bilind bû, wê li hemû tax û bajarên Kurdistanê belav bibin. Gelê Kurd wê mîrateya berxwedanê ya jinên siyasetmedar ên di salvegera komkujiya Parîsê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, esas bigire. Jin, ciwan û tevahiya gelê me bi bêdengî ev komkujî pêşwazî nekirine û wê tola wê hilînin. Weke PKK em soz didin, ku em ê tola hemû mirovên me yên li bajarên Kurdistanê hatin qetilkirin û tola jinên Kurd ên pêşeng ên bi birîndarî bi îşkenceyê hatin înfazkirin, hilînin. Jinên Kurdistanê hîn bûne ku berxwedana topyekûn şertê yekane yê jiyana azad e û bi vî rengî pêşengiyê ji vê berxwedanê re dikin. Lewma li pêşiya jinên Kurdistanê ti astengî nîne.''


Şopdarên Sakîne wê zêde bibin 

PKK'ê destnîşan kir ku bi qetilkirina jinan re têkoşîna azadiya jinê naqede û diyar kir, ku ev têkoşîn wê bêhtir mezin bibe.

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de ev hate destnîşankirin: "Berxwedana azadiyê ya jinên Kurdistanê bi qetilkirina Sakîneyan neqediya û wê neqede. Weke mînaka îro ya Silopiyayê, wê Sakîne her zêde bibin, mezin bibin û pêşengiya xwe ya ji berxwedana li Kurdistanê re bidomînin. Berxwedana jina azad a bi pêşengiya PKK û PAJK'ê bi dengê heval Sara re li cîhanê deng veda, çawa ku li tevahiya cîhanê çanda berxwedana şoreşgerî afirand, wê vê yekê bixe meriyetê. Jinên Kurd ev mîrateya berxwedanê dewr girtine û ji çiyê gihandine deşt, tax, meclîsên gel û dilê her mirovekî Kurd. Ev berxwedana bi Sakîneyan re destpê kir, bi Sêvêyan, Fatmayan û Pakîzeyan didome. Ev çemê berxwedanê îro li Silopiya, Cizîr, Nisêbîn û Sûrê bi xumxumî diherike. Ev çemê berxwedanê digihêje berxwedana hevrêyên jin ên têkoşînên şoreşgerî yên Tirkiyeyê û herikîneke mezin a azadiyê diafirîne.''


Emê nehêlin mirovahî bê kuştin 

PKK diyar kir ku jin jiyan e û kuştina jiyanê di heman demê de kuştina mirovahiyê ye û got, ''Em ê nehêlin ku mirovahî bê kuştin. Daxuyanîya PKK weha dewam kir: ''Em soz didin, ku ji bo jiyan bi rûmetî were jiyîn, em ê têkoşînê mezin bikin, berxwedanê xurt bikin û heta afirandina jiyana azad em ê ji têkoşînê venegerin. Em komkujiya 9'ê Çileya 2013'an a Parîsê û Komkujiya Silopiyayê şermezar dikin. Bi vê wesîleyê, em heval Sara, Rojbîn, Ronahî, hevalên Sêvê, Fatma, Pakîze û hemû şoreşgerên jin ên şehîd ketine bi rêzdarî bibîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê tola şehîdan hilînin, têkoşîna wan jî bi ser bixînin.'' 


 ANF/BEHDÎNAN