Fermandariya Bîryargeha Navendî ya Gel diyar kir ku çawa komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an hatibe pûçkirin, di sala 42’an a PKK’ê de wê bi têkoşîna azadiya Kurd ya ku êdî bûye xwedî taybetiyekî cîhanî komploya nû jî têk biçe.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Gel ji bo salvegera 41’an a avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê daxuyaniyeke niviskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

‘’Salvegera 41’ê ya damezrandina partiya me PKK’ê ku li ser hîmê vejîna netewî ya li dijî mêtingerî, qirkerî û înkara li Kurdistanê ava bûyî, di serî de li Rêber Apo ku di damezrandina partiya me de û hatina heta roja me ya îro xwedî kedeke mezin e, li gelê Kurd ê welatparêz, li malbatên şehîdan, li gelên cîhanê yên pêşverû hemûyan û li hevrêyên hêja hemûyan pîroz be!

Partiya me PKK partiyeke wiha ye ku li ser rasteqîniya şehîdan ava bûye. PKK ya ku mîmarê têkoşîneke mezin e, bi keda hêja ya şehîdên me yên leheng mezin bûye, bi pêş ve çûye û bûye civakî, îro li çar hêlên cîhanê belav bûye û bûye tevgereke mirovahiyê. Di vê çarçoweyê de pêşî şehîdê me yê pêşî Hakî Karer ku bi şehîdbûna xwe bûye sedema damezirîna partiya me û şehîdê me yê pêşî ye, di şexsê hevrê Zekî, Atakan, Çetîn, Armanc, Şevîn, Hilmet, Demhat û Cemîl de şehîdên me yên leheng hemûyan em bi hurmet û minetdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku soza serfiraziyê ya ku me dayî wan em ê bi cih bînin. Şehîdên miha mijdarê ku meha damezirînê ya partiya me ye, di şexsê fermandarên leheng Delal Amed, Reşîd Serdar, Kerîm Kato, Azê Malazgirt û Çîçek Botan de şehîdên xwe hemûyan em bi hurmet û minet bi bîr tînin careke din sond dixwin ku em ê bîranîna wan di nav têkoşîna Kurdistana Azad, Rêbertiya Azad de pêk bînin.

‘Di sala 42’an de wê komplo têk biçe’

Îro komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya ku hatiye nûkirin, li ser pergala ramanê ya Rêber Apo, li ser Tevgera Azadiyê, li ser destkeftiyên gelê Kurdistanê û destkeftiyên demokratîk ên gelên herêmê hemûyî tê ferzkirin… Çawa ku komploya navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an hatibe pûçkirin, di sala 42’an a partiya me PKK’ê de, ji aliyê têkoşîna me ya ku êdî bûye xwedî xisletekî global komploya nû mehkûmî têkçûnê ye. Mîsoger e ku pergala ramana demokratîk a ku Rêbertiya me dayî ber mirovahiyê hemûyî, berxwedana fedayî ya ku hêzên me bi îdeolojiya Apoyî nîşan didin, bi fedekariya mezin a gelê me û gelên me û bi desteka raya giştî ya mirovahiya pêşverû wê komplogerên navnetewî têk biçin.

‘Divê em li dora Têkoşîna Azadiyê bicivin’

Di vê serdemê de ku em pir nêzî serfiraziyê ne, rejîma faşîst a qirker ku li bara têkoşîna partiya me kêferata dawî dike û alîgirên wan rasteqîniyeke mîsoger e ku em ê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de veşêrin. Li ser vê bingehî di sala 42’an a PKK’ê de avakirina yekîtiya netewî, kombûna li dora Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û bi hemû beşên civakê re cih girtina di nav berxwedanê de ji bo siberojên azad xwedî  giringiyeke manûnemanê ye.

 NAVENDA NÛÇEYAN