36’emîn salvgera damezrandina PKK’ê li Qadê Parastina Medya hat pîrozkirin. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan, endamên Fermandariya Sewq-îdare ya Bakur a HPG’ê Hemrîn Dêrsîm, Dogan Didêrî, Şerîf Guyî û endama Konseya Komutaya YJA Starê Raperîn Gabar û gele gerîla tevli bûn. Karayilan di merasîmê de axaftine kir. Piştî merasîmê civînek bi gerîlayan re hate kirin û li ser mijarên rojevî, siyasî nirxandin kir.

Roja berxwedana neteweyî

Karayilan da zanîn ku damezrandina PKK’ê li Kurdistanê serdemek nû daye destpêkirin û PKK ya ku li dijî mêtingerî û qirkirinê berxwedana daye destpêkirin, dîroka gelê Kurd ji nû ve nivîsandiye û ew ji tunebûnê rizgar kiriye.
Karayilan destnîşan kir ku 27’ê Mijdarê roja biryardayîna berxwedana neteweyî ya gelê Kurd e û wiha berdewam kir: “Têkoşîna li ser bingeha damezrandina PKK’ê de ketiye dewrê hebûna gelê me derketiye holê û ji gel ji tunebûnê rizgar kiriye. Ev pêngava dîrokê, pêşveçûna xerab a Kurdistanê daye sekinandin. Biryarbûna 27’ê Mijdarê gelekî ku xwedî li xwe derdikeve û berxwedêr afirandiye û di heman demê de rê li ber geşedanên şoreşgerî yên Rojhilata Navîn vekiriye. Bi taybet jî PKK’ê ji bo jiyanek azad, wekhev û demokrat çawa pêş dikeve jî têkoşîn meşandiye. Ji ber vê sedemê îro li Rojhilata Navîn têkoşîna gelê Kurd ji aliyê paşverûyan ve hedef tê girtin. Lê li dijî van êrîşan îro li Kobanê, Şengal, Rebîa, Celawla û gelek cihên din  gel di berxwedanê ye.

Ber bi sala serkeftinê ve

Karayilan bi lêv kir ku PKK ji her demê bi hêztir dikeve sala 37’an û got: “Divê ti kes vê heqîqetê ji nedîtî ve neyê. Di demê dawî de rewşa konjoktruel a li Rojhilata Navîn tê afirandin her tiştî li ber çavan nîşan dde. Bêguman mîlîtanên vê tevgerê di çarçoveya vê pêvajoyê de têbikoşe wê sala 37’an bibe sala serkeftinê.”

Gavên pratîkî pêwist in

Karayilan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em di vê dema xwe ya herî bi hêz de daxwaz dikin ku li Bakurê Kurdistanê pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin. Dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ger bi rastî jî di çareseriyek demokratîk de samîmî be, wê demê divê li gorî ruhê çareseriyê pêngavên pratîk bavêje.  Heta ku pêngavên pratîk neyên avêtin bawerî bi AKP’ê nîne. Der barê çareseriyê de ti pêngavek şênber neavêtiye. Demagojî û mijûlkirinê pêk tîne. Hebûna Kurdan qebûl nake.“

Divê pêvajo dualî bimeşe

Karayilan destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwistî bi gavavêtina her dû aliyan heye û wiha berdewam kir: „Serokwezîrê Tirk dibêje li her qada jiyanê bêpevçûnek heye. Em ji bo vê hene, lê divê dewleta Tirk jî ji bo ku ev agirbest bimeşe tevbigere. Heta çêkirina qerekol, bendav û rêyan raneweste, qetilkirina ciwanên Kurd bi dawî nebe, girtina siyasetmedarê Kurd nesekine ev nabe. Lê li aliyekî ev pêkanîn pêk bê ev pêvajoya nayê meşandin û divê her kes bizane. Divê her du alî gavan bavêjin. Ger nayê xwestin ev bûyger pêk bên wê demê divê demildest hikûmet dest ji van pêkanînên xwe berde.”

ANF/BEHDÎNAN