Heîjnîngehn wiha got: “Di civîna ku li Hollandayê pêk hatiye li ser sê mijaran hat sekinandin. Hûn dizanin PKK di lîsteya terorê de ye. Ev şermeke mezin e. Ji ber ku hewldana PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê li holê ye. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê heye. Hewldana çareseriyê heye. Ev ji bo fêdeya Tirk û Kurdan e. Divê statuya Kurdên Rojava bê nasîn. Ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin çi ji destê me bê em ê bikin.
Di civînê de her wiha em li ser kantonên Rojava jî sekinin. Di civînê de hat gotin ku divê her sê kanton jî bên nasîn. Tespîta me ya din jî welatiyên koçber bûne.”
Heîjnîngeh diyar kir ku ji bo piştevaniya bi Kobanê re gelek hewldanên wan hene û got ew ê bi pêşnûmepirsan biçin Parlamentoya Ewropayê û got: “Em ê bi ser hikûmeta Hollandayê de biçin. Em ê serî li Parlamentoya Ewropayê bidin. Em ê ji bo vekirina korîdorê zextê li dewleta Tirk bikin. Dewleta Tirk di meseleya Sûriye û Kurd de rolek adîlane nalîze. Ya min matmayî dike jî bêpergala di belavkirina alîkariya ji bo penaberan e. Li vir bi rastî jî trajediyek mirovahiyê heye.

Banga piştgiriya ji bo Kobanê

Parlamenter Saadet Karabulut jî got ku gelê Kurd li dijî êrîşên dijwar têkoşînek mezin dimeşîne û di nava piştevaniyek mezin de ne. Karabulut anî ziman ku ji bo ew piştgiriyê bidin vê berxwedanê hevdîtin pêk anîne û got: “Her çiqas gel xebatên piştevaniyê bimeşînin jî ev têr nakin. Li Kobanê li dijî çeteyan têkoşînek mezin tê dayîn. Ji qada navneteweyî alîkarî nayê. Ev rewşeke ku bê qebûlkirin nîne. Dema em vegerin Hollandayê em ê li hikûmetê israr bikin. Divê demildest alîkariyên mirovahî bên kirin. Divê hewcedarî bê çareserkirin.” 


 AMSTERDAM