Wekîlê Swêdî Daniel Riazat diyar kir, ku di dema serdana Tirkiyeyê de dîtiye ku AKP'ê gelek kes mexdûr kirine û li dijî vê yekê jî helwêsteke xurt heye. 

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Daniel Riazat destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dîktatorî heye, ev rewş dişibe Îran a salên 80'î, lê belê di heman demê de li dijî zextan sekneke xurt a dijber heye.

Daniel Riazat ji bo weke çavdêr tevlî kongreya Egîtîm-Senê bibe û bi rêveberên HDP´ê û rêxistinên civakî yên sivîl re rûnê, hefteya bihurî çû Tirkiyeyê.

Riazat piştî serdana hefteyekê vegeriya Swêdê û li ser çavdêriyên xwe ji me re axivî.

Riazat diyar kir ku di kongreyê de bi giranî mijarên; rêbazên têkoşîna li dijî hikûmeta AKP'ê, karûbarên ji bo qebûlkirina zimanê dayikê Kurdî, vegera li karên xwe ya mirovên piştî ragihandina rewşa awarte ji kar hatî avêtin, hatin nirxandin.

Riazat ragihand ew wekî din bi parlamenterên HDP'ê, rêveberên KESK, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), rêxistinên Elewiyan, akademîsyen û rewşenbîran re rûniştiye û got, "Her kesa ez pê re axivîm got, alternatîfa yekane HDP ye. Bal kişandin ser girîngiya azadiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û HDP'yiyên din ên girtî."

'Navê PKK´ê di lîsteya rêxistinên terorîst de nabe'

Parlamenter Riazat diyar kir ku beşek ji kedkarên ji kar hatine avêtin, bi 'terorîstbûn‘ û desteka ji bo 'rêxistinên cihêkar' tên sûcdarkirin û wiha dewam kir: "Gelekî girîng e ku navê PKK'ê ji nava lîsteya rêxistinên terorê were derxistin. Hikûmet, mixalîfan bi terorîstbûnê, bi alîkariya ji bo PKK'ê sûcdar dike. Weke Partiya Çep em ê vê mijarê ji nû ve bixin rojeva raya giştî ya Swêdê."

'Ji ber ku destekê nade HDP´ê min CHP red kir'

Riazat axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Îslamiyên siyasî û neteweperestên tund bi hev re dixebitin. Rewşa Tirkiyeyê dişibe rewşa Îranê ya salên 1980-81'ê. Lê belê bi saya HDP'ê helwêsteke xurt a dijber heye. Bi saya HDP'ê gelek kes ji aliyê siyasî ve zana bûn. Sosyal demokrat li ser xeteke neteweperestiyê dimeşin. Hin parlamenter gavan diavêjin, lê belê ji aliyê giştî ve helwestekê li dijî AKP'ê nikarin nîşan bidin. Di dema danûstandinên li parlamenê de ez li parlamenterên CHP'ê rast hatim. Xwestin ku hevdîtinê bikin. Min qebûl nekir û ji wan re got, heta ku hûn destekê nedin HDP'ê ez ê bi we re rûnenêm. Min dît ku sendîka jî rexneyên giran li CHP'ê dikin."


MÛRAT KÛSEYRÎ / ANF / STOCKHOLM