Li gorî malpera rojnameya Hewlêrê, hatê îddîakirin ku nivîskar Samî Ergoşî di Rojnameya Hewlêr ya nêzî Necîrvan Barzani de li ser têkiliyên Barzanî û Wezîrê Tirkiyeyê nivisand û îdîayên balkêş anîn ziman. Li gor îddîayan di hemû hevdîtinan de Nêçîrvan Barzanî heman helwêstên xwe yên berê dubare kirine û heman peyama berê daye wezîr û berpirsên wezareta derve û serokwezîr. Nivîskar Ergoşî anî ziman ku Barzanî gotiye pirsgirêk bê PKKê çareser nabe û eşkere ji wan re gotiye: “Eger hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, riya herî nêz ya çareseriyê PKK û Ocalan e. Divê hûn bi wan re li hev bikin û xeynî vê, hîç riyeke din ya çareseriyê serketî nabe. Girtina siyasetvanan û xistina wan ya zîndanê ne çareserî ye. Dê encamên xirap jê derbikevin.”
Nivîskar li helwêst û daxuyaniyên berê yên Nêçîrvan Barzanî yên li dor pirsa kurd wiha got: “Barzanî di hevdîtina xwe de got ‘Pirsgirêk pirseke siyasî ya neteweyekê ye û PKK hebe û tine jî pirsgirêk heye û hewcedarî çareseriyê ye. Ji bo çareseriyê divê PKK li derve neyê hiştin. Tirkiye divê realîteya PKKê qebûl bike û deriyê Imralî veke. Pirsgirêk tenê bi riyên siyasî û rûniştin û diyaloga bi PKKê re çareser dibe. Çend salin şer îsbat kir ku ev metod ne çareser e. Ji bo her çareseriyeke siyasî û aştiyane, em ji her alîkariyekê re amade ne’ û helwesat xwe ani ziman.”

Bi salan e ku ev gotin, axavtinên Nêçîrvan Barzanî ne û di hevdîtinên pêncşema borî ya li Enqerê de jî gelek bi zelalî heman ev ziman dubare kir.

  DÎHA/HEWLÊR