Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî, serkatina Girê Spî pîroz kir. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Piştî Çiyayê Kizwanan, hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat Girê Spî (Til Ebyad) ji dagirkeriya faşîzma DAIŞ‘ê rizgar kirin û azad kirin. Li dû serketinên dîrokî yên Kobanê û Til Hemîs-Til Berakê, ji ber serketinên Çiyayê Kizwanan û Girê Spî yên li hemberî faşîzma DAIŞ‘ê bi dest hatin xistin, em hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, gelên Kurd, Ereb û Asûrî-Suryanî yên li Rojava dijîn, hemû jin û ciwanên Rojavayî ji dil pîroz dikin û di têkoşîna wan a demokratîk û azadiyê ya li dijî mêtîngerî û faşîzmê de, her tim serketinê dixwazin. Ev vê serketina dîrokî, ku pêkhatina bîrdoziya modernîteya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e, di serî de li Rêber Apo li her kesên ked dane pîroz dikin. Di şexsê fermandar û şervanên nemir ên YPG/YPJ’ê Rûbar, Gelhat, Destîna û Arînan de hemû şehîdên azadiyê yên Rojava bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin! Em diyar dikin ku bîranînên wan wê her tim li Kurdistana Azad û Sûriyeya Demokratîk bijîn.” 


 ANF/BEHDÎNAN