Karayilan: Dadgeha Dîwana Edaletê ya Bilind a Ewrûpayê di doza li ser min û hevrê Dûran Kalkan de gotibû ku ‘Belgeyên hene têrî vî tiştî nakin ku PKK têkeve lîsteya terorê û mayîna PKK di lîsteya terorê de neheqî ye’. Di demeke wisa de, Emerîka biryarek stend û mudaxeleyî vê pêvajoyê kir.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan li ser biryara Emerîkayê ya derheqa wî, Duran Kalkan û Cemîl Bayik de got, “Ji bo me jî ti girîngiya vê biryarê tine. PKK bi 3 kesan tesfiye nabe, qels jî nabe. Heke PKK bi vî awayî tesfiye bibûya, dema ku Emerîkayê Rêber Apo bi komployeke navdewletî teslîmî Tirkiyeyê kir, PKK wê tesfiye bibûya.”

Murat Karayilan ji Stêrk TV re derbarê biryara Emerîka ya li dijî sê rêveberên PKK’ê peyivî.

Karayilan qerara Emerîkayê ya ku ji bo wî û du rêveberên din ên PKK´ê Cemîl Bayik, Duran Kalkan derxistibû, nirxand. Karayilan got, ti girîngiya vê biryarê tine û wiha axivî: “Bi terzekî xweser em xwe dispêrin hêza xwe ya xweser û bi vî awayî bi salan e em li çiyayên Kurdistanê ne. Ji bo me jî ti girîngiya vê biryarê tine. PKK bi 3 kesan tesfiye nabe, qels jî nabe. Heke PKK bi vî awayî tesfiye bibûya, dema ku Emerîkayê Rêber Apo bi komployeke navdewletî teslîmî Tirkiyeyê kir, PKK wê tesfiye bibûya. Lê wekî ku tê dîtin, 20 sal di ser komployê re derbas bûye, lê PKK li gorî berê gelekî mezin bûye û ji berê xurttir e. PKK îdeolojiyek e, felsefeyek e, giyanek e, bi deh hezaran kadroyên wê hene. Ji ber vê jî divê her kes zanibe PKK bi 3 kesan qels nabe. Li Rojhilata Navîn doz û realîteyeke Kurdan heye. Gelê Kurd li Rojhilata Navîn gelekî qedîm û heqîqeteke civakî ye. Em têkoşîna vê heqîqeta civakî dimeşînin. Me mala kesî wêran nekiriye, me xisar nedaye ti kesî. Li ser axa me, dixwazin me qirr bikin. Li hemberî hovîtiya van dagirkeran, em peywira xwe ya mirovahiyê pêk tînin û em bi bicihanîna vê peywira xwe serbilind in.”

Şirîkatiya zilmê ye

Karayilan diyar kir ku armanca vê biryarê ew e ku doza Kurdan krîmînalîze bike û wiha qise kir, “Ev kêşe ji ya 3 kesan û ji ya PKK’ê wêdetir, têkiliya xwe bi hebûna gelekî heye. Ev biryar helwêsta li dijî doza Kurdan e. Hewl tê dayîn bi vî awayî Doza Kurdan veşêrin. Ev biryar tê wateya êrişa li dijî gelê Kurd û li hemberî têkoşîna gelê Kurd bêhurmetî ye. Tu aliyê wê yê exlaqî û hiqûqî tine. Divê hemû hêzên welatparêz û gelê Kurd li dijî vê biryarê dengê xwe bikin. Ev biryareke neheq e. Ev biryar tê wateya şirîkatiya zilma li dijî gelê Kurd.”

Berdewamiya komploya navneteweyî ye

Karayilan bal kişand ser wê yekê ku 20 sal berê di şexsê Ocalan de li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û tevgera wan komployeke navneteweyî hate kirin û got, “Rêbertiya me dîl hat girtin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Vê biryara Emerîkayê jî berdewamiya siyaseta komployê ye. Dema vê biryarê jî balkêş e. Berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo û hewldana wî ya 20 salan, paradîgmaya ku ava kiriye, têkoşîna gelê me û helwêsta biryardar a tevgera me, komplo pûç kir lê neqedand. Îro gelek gel xwedî li paradîgmaya Rêber Apo derdikevin. Sermeselê, beşeke zêde ya gelê Ereb xwedî li vê paradîgmayê derdikevin. Ev paradîgma li her dera dinyayê tê nîqaşkirin û dibe sedema kelecanên nû. Ev paradîgma li hemberî kêşeyên mezin ê Rojhilata Navîn çareseriyên teqez ava dike. Ji ber vê jî di serdemeke wisa de hewl tê dayîn ku mudaxeleyî vê paradîgmayê were kirin.”

Ev biryar li ser doza li Ewrûpayê mudaxele ye

Karayilan got, PKK ji ber ku belasebeb ketibû lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê doz hatibû vekirin û wiha axivî, “Ev doz didome û ber bi dawiyê ve diçû. Wisa xuya dike ku, endîşeya wan hebû di vê dozê de PKK ji lîsteya terorê derkeve, ji ber vê jî mudaxeleyî vê pêvajoya dozê hate kirin. Wekî ku tê zanîn demek berê Dadgeha Dîwana Edaletê ya Bilind a Ewrûpayê di doza li ser min û hevrê Dûran Kalkan de gotibû ku ‘Belgeyên hene têrî vî tiştî nakin ku PKK têkeve lîsteya terorê û mayîna PKK di lîsteya terorê de neheqî ye’. Dadgehê ji dewletên Ewrûpayê re got ku, ‘ev belge têr nakin’. Ev jî tê wateya ku PKK ji lîsteyê derkeve. Aliyên erênî yên vê biryarê hene lê dawiya dawîn dadgehek e ev. Nabêje bila ‘PKK ji lîsteyê were derxistin’ lê aliyên wê yên erênî hene. Heke ev mudaxele nebûya, dibe ku dadgehê biryareke erênî bida û ew ê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê derketa. Lê di demeke wisa de, Emerîka biryarek stend û mudaxeleyî vê pêvajoyê kir.”

Hevkarên DAIŞ’ê îro tên xelatkirin

Karayilan got, ew biryar tê vê meneyê ku ku hevkarên DAIŞ’ê tên xelatkirin û yên li dijî DAIŞ‘e jî, tên cezakirin û wiha pê de çû: “Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek heye û ev têkoşîn ber bi dawiyê ve diçe. DAIŞ paytexta wê hate stendin û cihên di destê wê de jê hatin stendin. Hevkarên DAIŞ‘ê îro tên xelatkirin. Kî tê xelatkirin? Tayyip Erdogan. Dinya giş dizane ku Tayyip Erdogan DAIŞ anî vê astê. Têkiliyên Erdogan ên bi DAIŞ’ê eşkere bû. Kesên li dijî DAIŞ’ê têdikoşiyan jî îro tên cezakirin. Ji ber ku gelê Kurd li dijî DAIŞ’ê têdikoşiya. Heke gelê Kurd û PKK nebûya DAIŞ‘ê ew ê împaratoriya xwe ava bikira. Vê biryara Emerîkayê li ser vî tiştî mudaxeleyek e. Çarçoveya vê biryarê ev e, em wisa fêm dikin.”

Dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan

Her wiha Karayilan îşaret bi dijminatiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan kir û got: “Ev dijminatî zaafa Tirkiyeyê ye. Emerîka û Rûsya sûdê ji vê zaafa Tirkiyeyê werdigirin. Mesela Rûsyayê Tirkiye kişand ba xwe û rê li ber dagirkirina Efrînê vekir. Îro Tirkiye êrîşî Kobanê dike, li piştî vê jî Rûsya heye. Bi vî awayî dixwazin Tirkiyeyê bikin jendirmeyê xwe. Ji xwe li ser Tirkiyeyê gelek berjewendiyên xwe yên ekonomîk pêk anîn. Amerîka jî îro heman tiştî dike. Emerîka ji Tirkiyeyê re dibêje ku, ‘Rûsya derfetan dide te va ye ez jî li dijî Kurdan im û ez xelatê didim girtina wan. Ji Rûsyayê zêdetir ez li dijî Kurdan û PKK’ê me’. Bêguman li vê derê exlaq û wijdan tune. Gelo ev bêexlaqî û bêwijdanî ew ê heta ku derê bidome? Tirkiye hewl dide bi dijminatiya li hemberî Kurdan encamekê bistîne, lê ev tişt ne mumkun e.Tirkiye bi şovenîzmê hewl dide hilbijartinên li pêş me bi ser bikeve. Dewleta AKP’ê bi hesabên biçûk dixwaze li ser xwîna Kurdan dengan bistîne. Li vê derê divê helwesta neteweyî ya Kurdan, siyaset, têkoşîn û dîplomasiya Kurdan a hevpar hebe.”