Hevserokatiya konseya rêveber a KCK´ê ji ber ku PKK hedef nîşan da bi daxuyaniyekê rexne li PDK girtin û banga berpirsiyariya netewî kir. Di daxuyaniyê de bang li PDK´ê hat kirin ku ji daxuyanî û nêzîkbûnên ku zerarê bide yekîtiya netewî dûr bisekine. Hevserokatiya KCK´ê li ser daxuyaniya PDK´ê ku di malpera xwe ya fermî de weşand û PKK û hevserokê KCK´ê Cemîl Bayik hedef nîşanda daxuyanî da. KCK bibîrxist ku ji bo PKK´ê Amed çi be Kerkûk jî ewe û got: "Tekoşîn û hebûna PKK'ê bi qasî ku destkeftiyên li Kurdistanê derxistiye holê, ji bo parastina tevahiya destkeftiyan jî rola xwe bilîze. Tevgera me ji bo li Başûrê Kurdistanê jiyana azad û demokratîk û destekftî bêne parastin her dem bi berpirsiyarî tevgeriya û berpirsiyariyên xwe jî wê bi cîh bîne. Daxuyanî wiha dewam dike: “Di demekê de ku pêwîst dike Kurd di nav yekîtî û hêza siyasî de tev bigerin, êrişên PDK bi vê zimanî nayê fêm kirin. Tevgera azadiyê ya gelê Kurd her dem hesasiyeta yekîtî nîşan daye û rola xwe bi cîh aniye. Gerîlayên Kurd hêza fedaî ya tevahiya Kurdistanê ne, ji bo PKK´ê Amed çibe Kerkûk jî ewe. Kobanê çibe Şendal û Xaneqîn jî heman tişte. Em bi heman hestiyarî nêzî her devera Kurdistanê dibin. PKK, HPG û KCK wê parastina destkeftiyên gelê Kurd bikin."


Dema tengav dibe êriş dike

Di daxuyaniya KCK’ê de tê bibîrxistin ku di rojnameya Ozgur Gundemê de nûçeyek derbarê PDK´ê de hatiye weşandin û ji ber vê nûçeyê di malpera fermî ya PDK´ê de PKK û hevserokê KCK´ê Cemîl Bayik hedef hatine girtin. Daxuyanî wiha dewam dike: "Di vê daxuyaniya xwe de heqaret li PKK kiriye. PDK her dema ku li gor xwe fersendê dibîne êrişî rêveberiya PKKê dike.. Di vê dema ku divê hêzên Kurdan di nav yekîtiyê de tev bigerin PDK êriş dike û zimanek krêt bikar tîne. PDK tişta ku îdia dike bi xwe dike. Bi helwesta ku hin dijminên gelê Kurd û hêzên îstîxbaratê nikarin bikin ew bi xwe dike. PKK û KCK her dem siyasetek vekirî û pak meşandine. Dema ku DAÎŞ bajarê Musulê girt jî helwesta xwe ya siyasî me ravekir. Me ragihand ku em amade ne Musul û Kurdên li derdorê jî dikarin biparêzin."
Derbarê girîngiya hin bajaran jî di daxuyaniya xwe de KCK wiha dibêje: "Kurd li her devera lê de mafê wan heye ku parastina xwe bikin û bajarê xwe birê ve bibin. Musul û derdora jî di nav vê de ye. Kerkûk û Xaneqîn jî wisa ne. Gerîlayên Kurd hêza fedaî ya Kurd û Kurdistanê ye. Li ku derê êrişî gelê me bikin dê wê derê biparêze. DAIŞ yan jî hêzek din êrişî ku devera Kurdistanê bikin dê hêzên gerîla van deveran biparêzin. Di vê çarçoveyê de ji bo PKK û KCK Amed çibe Kerkûk jî, Kobanê jî, Şendal û Xaneqîn jî heman tiştin. Em bi heman hestiyariyê nêzî her devera Kurdistanê dibin. Saziyên medyayê Rudaw û Zagros yên girêdayî PDK´ê de û hin saziyên din her roj îdiayên çewt û şaş derbarê rêveberiyên PKK´ê û KCK´ê de weşînin. Di demek wiha de jî rêveberiya PKK û KCK´ê bi berpirsiyarî tevgeriyane û bersiva van nûçeyên şaş nedane. Her kes baş dizane ku ev medya weşanek çawa dikin û dijayetiyek çawa li dijî PKK, KCK û şoreşa Rojava dikin."


Siyaseta PKK´ê eşkere ye
Di daxuyaniyê de tê gotin ku di nûçeya mijara gotinê ye ya di malpera PDKê de hatiye weşandin ew bi xwe jî jê bawer nakin û got: "Tekoşîna PKK´ê ya çil salan tê zanîn. Di nava van çil salan de nasnameya wê û tarzê wê yê siyasetê û polîtîkayê ji aliyê her kesî ve tê zanîn. Her dem xiyasetek serbixwe hatiye meşandin û em neketine bin kontrola tu hêzî. Di dîroka PKK´ê de nehatiye dîtin ku bi hêzek din re bibe yek û li dijî hêzeke din ya Kurd şer bike. Tu caran PKK bi hêzek derve re nebûye yek û êrişî hêzeke Kurd nekiriye. Ev êrişên PDKê li dijî PKK´ê dide bi tenê wê wan biçûk bike. Hevgirtin û tifaqên ku ne li ser esasên yekîtî û piştevaniya Kurdan nebe, di vê rewşa ku li Rojhelata Navîn rewşek kaosê heye de wê xizmeta Kurdan neke. Dîsa her polîtîka û tekoşîn divê li gor xizmeta tevahiya gelê Kurd bê kirin. Parastina Kerkûkê, parastina Kobanê ye, parastina Cezîrê ye, Duhok û Şengalê ye. Divê her polîtîka û tekoşîna ku Amed û Hewlêr dişopînin piştevaniya hev bikin." Di dawiya daxuyaniyê de KCK´ê carake din banga yekîtiya netewî kir û parastina tevahiya Kurdistanê kir.

ANF/BEHDİNAN