Siyasetmedaran daxuyaniyek nivîskî da û got: “DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Ên ku n,karibûn birevin hatin qetilkirin û yên ku reviyan berê xwe dan çiyayan. Piraniya Êzidiyên Şengalê ji aliyê PKK’ê ve hatin veguhastin. Rizgarkirina wan bi saya PKK û YPG’ê pêk hatiye. PKK ku nirxên mirovahiyê ji bin lingan derxist, mixabin hê di lîsteya ‘rêxistina terorê’ ya ku YE û DYA’yê amade kiriye de cih digire.
Li dijî vê çeteyên çavsor ku dijminê mirovahî û jinê ne, şervanên jin ên PKK û YPG’ê di eniya pêş de têdikoşin. PKK ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gelek caran agirbest îlan kiriye û herî dawî bi hikûmeta Tirk re pêvajoya aştiyê destpê kiriye. Em vê pêvajoyê silav dikin û hêvî dikin ku aştî bê.Em wisa difikirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê rewşa PKK’ê ya di lîsteya terorê de careke din li ber çavan bê derbaskirin.”
ANF/KOPENHAG