Li bajarê Fransa Metzê, Şaredariya Bajarê Mezin a Metzê, li ser rewşa Rojava û rewşa dawî ya siyasî, bi beşdariya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û nivîskar Patrice Franceschi, panelek lidar xist.
Di panela ku nûnerên gelek saziyên Fransayê lê amade bûn de, heyete ji baskê meşa dirêj a Luksemburg-Strasbourgê jî weke temaşevan beşdar bû.
Li dû sînevîzyonek li ser berxwedana Rojava û Kobanê nivîskar Patrice Franceschi axivî û got, "Mîna ku em di vî fîlmî de jî dît, Kobanê neket. Ev berxwedan, vîn û serketineke çawa ye... Şerm e ku mirov bejna xwe li ber vê berxwedanê netewînin." Franceschi da zanîn ku bi nasnameya xwe ya rojnamevaniyê re wî heta niha şahidî ji gelek şer û pevçûnan re kiriye û got, "Lê ya bi vî rengî, yekemcar e dibînim. Têkneçûna Kobanê, paqijbûna wê ji çeteyan, ji bo Rojava mizgîniyeke mezin e. Serketina li Kobanê, li dijî paşverûtî û terorîzmê, serketina mirovahiyê ye."
'Divê kurd bînak bên girtin'
Franceschi da zanîn ku divê welatên Ewropayê bala xwe bidin serketina Kobanê û got, "Ewropa, bi taybetî jî Fransa divê vê serketinê bibîne. Heman demokrasiya ku Fransayî diparêzin, Kurd diparêzin. Ji ber vê yekê DAIŞ êrîşî Kurdan dike. Kurd û Fransî ji aliyê fîzîkî ve ji hev dûr bin jî, heman nirxan parve dikin. Kantonên li Rojava, sîstemek li pêşiya demokrasiya Ewropayê ye. Divê cîhan vê demokrasiyê bibîne û ji xwe re mînak bigire. Bi tenê gotina 'bravo' ji bo Kurdan têrê nake; divê mînak bên girtin."
Franceschi bal kişand ser serketina PKK'ê û got, "Ya rast PKK min matmayî dihêle. Hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê leşkerî ve hêzeke gelekî pêşketî ne. Dîrokê di demeke şaş de ew xist 'lîsteya terorê'. Pêwîste ev yek tavilê bê sererastkrin. Derxistina PKK'ê ji lîsteya teorê pirsgirêka Tirkiyeyê nîne, pirsgirêka Ewropayê ye."
'Nêrîna cîhanê guherî'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bi silavkirina meşvanên Luksemburg-Strasbourgê dest bi axaftina xwe kir û wiha got; "Em li Rojava li dijî du dijminan şer dikin. Yekemîn; li dijî yên naxwazin gelên li Rojava bi biratî bijîn. Duyemîn; li dijî yên sîstema demokratîk qebûl nakin. Me êrîşî DAIŞ'ê nekirin, wan êrîşî me kirin. Em çav bernadin xaka kesî, lê em ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin. DAIŞ herî zêde ji keçên me ditirsiya. Ji ber ku gava ji destê keçekê bihata kuştin ne diçûn bihûştê. Yên Kobanê rizgar kirin, keçên me ne. Serketina Kobanê serketina jinan e."
Muslim got, "Me berê digot, dostê yekane yê Kurdan çiya ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de me dît ku her der bi dostên me dagirtî ye. Li her bajarî, li her welatî mirov ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Bila Fransayî, Ewropî vê bizanibin; dijminê me heman dijmin e. Terorîstên li Fransayê û terorîstên li Kobanê heman mejî temsîl dikin"
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim banga derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya terorê' kir û got, "PKK'ê heta niha li dijî sivîlan ti çalakî nekiriye. Li Ewropayê zerar nedaye kesî. Ev lîste bê bandor e."
ANF/METZ