
Dr. Rojwan dide xuyakirin, ku sedema bingehîn a tevlîbûna wî, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye. Dr. Rojwan dibêje, fîlmê Bêrîtan ê bi derhêneriya Halîl Dag li çiyayên Kurdistanê çêkirî, bandor li wî kiriye û van sedema rê li ber tevlîbûna wî vekiriye.
‘Lêgerîn û lêpirsîna min jiyana min guherand’
Dr. Rojwan Welat wisa behsa lêgerîna xwe dike: “Dema Rêbertî sala 1999’an bi komploya navneteweyî hat girtin, li bajarê Sine di çalakiyan de 35 welatparêz şehîd bûn. Vê rewşê gelekî bandor li min kiribû. Jiyana min a ji vê bûyerê û pê ve, êdî bi lêpirsînê derbas dibû. Ji ber ku min pirtûkên Rêbertiyê dixwendin, 6 mehan di girtîgehê de mam. Di vê demê de min baştir Rêbertî nas kir. Û min biryar da ku jiyana min a ji niha û pê ve bi çi rengî be. Bêguman biryara min li ser jiyana PKK’ê bû. Wekî din, min li fîlmê Bêrîtan temaşe kiribû. Berxwedana gerîlayên jin ên li nava PKK’ê yek ji wan sedeman bû ku berê min da nava refên têkoşînê.”
‘Ez bi mirovahiyê hisiyam’
Welat dibîje, piştî ku ji girtîgehê derketiye wî doktorî kiriye û wiha dipeyive: “Heta dema Kobanê. Wê demê ez çûm Ewrûpayê. Di dema şerê Kobanê de wijdanê min ne rehet bû. Mîna ku min xiyanet li welatê xwe kiriye, ez dêşiyam. Min ew jiyan neeciband. Sala 2014’an ez derbasî Kobanê bûm. Piştî ku şerê Kobanê qediya min xwest têkoşîna xwe li çiyê bidomînim. Ya rast ez hingî pê hesiyam ku ruhê min azad bûye. Min jiyaneke cuda li wir dît. Bi mirovatiyê, manewiyata hevrêtiyê hesiyam. Piştî perwerdeya ji 4 mehan a li vir, min îdeolojiya PKK’ê baştir nas kir. Di nava jiyana PKK’ê de fedakarî û hevrêtî nirxên gelekî girîng ên manewî ne.”
JIYAN AMARGÎ / ANF / BEHDÎNAN