Ferîd Tendurek: Dema ku mirov temaşe dike beriya PKK avabibe, Kurdistan di çi rewşê de bû, an jî Kurd çawa bûn? Em dizanin ku li Kurdistanê çend serhildan çêbûne. Hemû serhidan têkçûn. Dema ku mirovan piştî van serhildanên li Kurdistanê mêze kir, êdî bawerî nema. Tevgera PKK’ê ku bi komek biçûk bi Rêber Apo destpêkir, niha ji aliyê milyonan Kurd ve tê pejirandin. Bi hezaran şervanên azadiyê li djî îmhaya Kurd têkoşînê didin. Di civakê de ji bo rabûna sinorên ferasetê di hemû aliyan de li her çar perçeyên Kurdistanê yeketî çêbû. Em dibînin ku, li Rojavayê Kurdistanê, jin, ciwan, zarok, jin, kal ji 7 salî heya 70 salî hemû kes li dijî dijmin rawestiyane. Li Rojavayê Kurdistanê li rexmî dorpêça dijmin jî, bi têkoşîna didin serkeftinan bidest dixin. Rûxandina van polîtîkayan û pêşde birina têkoşînê deynê me ye şervanên azadiyê ye. Bi vê nêzîkatiyê pêwîste em Rêber Apo ji wir derxînin û azad bikin.
Serkeft Zaza: Ez 36’mîn damezirandina PKK’ê li hemû rêhevalên xwe pîroz dikim. Rêber Apo, PKK di civîna 27’ê Mijdarê pêkanî de avakir. Dema ku hate avakirin, li Kurdistanê rastiya gelekî ku xwe nas dike tune bû. Rêber Apo jî gelê Kurd ji bin axê derxist. Dema ku PKK di hate avakirin, li hinek deveran beşdarbûn baş bû, lê li hinek deveran kêmasî hebûn. Ez dixwazim vê bêjim, ên ku xwe paşde hêlan, di têkoşîna ku Rêber Apo dayî destpêkirin de cihê xwe negirtin.
Agir Ararat: Ez salvegera damezirandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo û gelê Kurd û hemû mirovahiya cîhanê pîroz dikim. Vê serhildanê di serî de li ser gelê Kurdistanê û hemû gelên Rojhilata Navîn bandorek mezin kir. Bi xwe re guhertin û veguhertinên mezin anî. Beriya ku Rêber Apo derkeve û PKK’ê ava bike, li Rojhilata Navîn bêdengiyek mezin hebû û ji bo gelê Kurd digotin, ‘me ew bin ax kirine û beton rijandiye ser, êdî ew tucarî nayên ser xwe ve’. Lê belê Rêbertiya me ev rewş guhert. Li ser vî bingehî avabûna PKK’ê tê wateya ji nû ve vejîn û berxwedana Kurdistanê.
ANF/BEHDÎNAN