Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata diyar kir, ji ber ku parlamenterên HDP’ê nekarîn bên tirsandin û teslîmgirtin, bi fermana Erdogan hatine girtin û got, “AKP êdî ketiye rewşeke welê, ku ya wê bi zorê bimîne, yan jî wê bi zorê biçe.”

Ayata bibîr xist, ku AKP’ê bi biryarnameyan şaredariyên çav berdabûnê desteser kir û herî dawî jî parlamenter xist girtîgehê.

Di vê mijarê de Ayata got, “AKP bi hêzên herî faşîst û mezhebî yên li Tirkiyeyê re blokeke ava kir. Ti fikara AKP’ê ya li ser lîberalan, Kurdan nemaye. Bendewariyên xwe êdî ji Kurdan nîne. Lewma dixwaze bi zorê bi dest bixe. Bi tepisandina tevgera Kurd dest bi vî karî kirin. Ji bo vê jî bajar şewitandin, bi sedan mirov li kolanan kuştin, dest danîn ser mal û milkên mirovan.”

‘Qanûnên Evren têrîn Erdogan nakin’

Ayata da zanîn, ku li Tirkiyeyê di rewşa heyî de AKP’ê her tişt bi dest xistiye û wiha dewam kir: “Erdogan dibêje ‘Destûra bingehîn li gorî min biguherînin’. CHP neçar e li dijî vê yekê bi daxwaza destûreke bingehîn a demokratîk, bi projeya Tirkiyeyeke demokratîk derkeve pêş. Naxwe wê têk biçe.”

Ayata diyar kir, hilbijartinên 7’ê Hezîranê nîşan dan, ku di nava pêşbirkeke demokratîk de AKP wê encameke çawa bi dest bixe û got, “Tirsa vê yekê di dilê AKP’ê de ye. Ketiye rewşeke welê, ku ya wê bi xwînê-zorê biçe yan jî wê bi zorê bimîne. ‘Sîstema Serokatiyê’ jî zexteke zordariyê ye. Li Tirkiyeyê, ne sîstemeke serokatiyê ya li mîna DYA, ne jî mîna Fransayê tê xwestin. Sîstemeke bi mejiyê Tirkan, sîstemeke serokatiyê ya unîter, tekparêz û ji ya Saddam dijwartir, tê xwestin. Li Tirkiyeyê hemû cihêrengî weke dijmin tên nîşandan.”

‘Derdê Tirkiyê li deve hiştina Kurda ye’

Li ser bandora operasyonên Mûsil û Reqayê li Sûriye û Rojhilata Navîn, her wiha hewldan û gefên Tirkiyeyê, Mûzaffer Ayata ev nirxandin kir:

“Derdê Tirkiyeyê jî dervehiştina Kurdan e. Yanî Tirkiye dixwaze hem li Sûriyeyê, hem jî li Iraqê bi rengekî aktîf tevlî bibe û Kurdan li derve bihêle. Dixwaze pêşî li avabûneke Kurdan bigire û Sûniyan bêhtir derxînin pêş. Xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ya mezhebî ye. Ji ber ku ev rewş li Iraqê hate dîtin, nexwestin Tirkiyeyê tevlî bikin.

Hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê ne meşrû ye. Hikûmetê ev yek erê nekir. Tirkiye bi zorê ket nava welatekî biyanî. Dibêje ‘PDK destûrê dide’. Lê belê erka PDK’ê nîne ku hêzeke leşkerî ya biyanî bixe nava axa Iraqê.”

Dibe ku êrîşên qadên gerîla bikin

Endamê Komîteya Navendî ya  PKK’ê Mûzaffer Ayata da xuyakirin, ku Tirkiye di heman demê de amadekariyê dike êrîşî herêmên Qendîl û Behdînanê bike û got, “Pêkane êrîş jî bike; li hundir şerekî ewçend giran heye, ketiye nava Sûriyeyê û ewqas hêza xwe li Iraqê bi cih kiriye. Li her eniyê, bi şerekî topyekûn bersivê didin Kurdan. Ji ber ku dibêje ‘di nava vê tevlîheviyê de ti dewlet bi me nabile’. Li gorî xwe, hewl didin bi vî rengî ji vê krîz û kaosê sûdê bigirin. Têkilî û hêzên dewletan dibînin.”

‘Şikandina DAIŞ’ê pêkan e’

Ayata diyar kir, ku di rewşeke bi vî rengî de operasyona Reqayê ketiye rojevê û wiha dewam kir: “Mûsil girîng e, lê bi tena serê xwe têrê nake. Eger wê bi rastî jî DAIŞ ji Rojhilata Navîn were tinekirin, cihê ku herî zêde lê ax bi dest xistiye û hikuma xwe lê dike, Sûriye û Iraq e. Li van welatan jî giraniyê dide ser Mûsil û Reqayê. Eger li van her du herêman bê dorpêçkirin û tesfiyekirin, wê êdî DAIŞ nema karibe zerarê bide, wê êdî ne xetere be. Dibe ku komên marjînal hebin, dibe ku biçe hin welatên din, lê wê li Sûriye û Iraqê êdî ne tehlûke be.”

Ayata destnîşan kir ku tevî hewldanên dewleta Tirk jî bi QSD’ê operasyona Reqayê dest pê kiriye û sedema vê yekê wisa rawe kir: “Alternatîfeke hêzên navneteweyî nîne. Ji bilî hêzên demokratîk, hêzeke ku karibe operasyona Reqayê bimeşîne nîne. Ya wê dest ji şerê li dijî DAIŞ’ê berdabûna, ya jî wê bi desteka hêzên li wir, bi dervehiştina Tirkiyeyê ev operasyon bidabûna destpêkirin.”

‘Bawerî bi Erdogan nîne’

Ayata diyar kir ku êdî li Rojihata Navîn polîtîkayên tên meşandin ne li gorî dilê Tirkiyeyê ne û got; “Dibe ku hin tawîz dabin, lê belê ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve, polîtîkayên li Rojhliata Navîn wê êdî ne li gorî dilê Tirkiyeyê bin. Wekî din, serê Tayyîp serê DAIŞ’ê ye. Ji wî bawer nakin. Mezhebparêz e, neteweperest e, kevneperest e, pragmatîst e, dijberê ol û gelan e, sîstemeke dîktatoriyê ava dike, hemû hêzên mûxalîf ên li Tirkiyeyê tesfiye dike. Di rewşeke bi vî rengî ya berçav de wê çawa ji Erdogan bawer bikin? ” 



 ANF / BEHDÎNAN