Aydar da zanîn, ku ji ber bajarên hatin hilweşandin û ciwanên şehîd ketin dilê wan dişewite û got, “Dilê me bi êş û şewat e, lê ji bilî berxwedanê ti şensekî me tinebû.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir, ji niha û pê ve jî ew ê li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd, li ber xwe bidin.
Aydar diyar kir, lîderên cîhanê naxwazin bi Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re di heman wêneyî de bên dîtin û got, “Merasîma cenaze ya boksor Mûhammed Alî, mînaka herî baş a vê rastiyê ye. Nehiştin baxifin. Ji ber vê yekê gera xwe nîvco hişt û vegeriya.”
Zubeyîr Aydar li ser rakirina destnedana parlamenterên HDP’ê jî got, “Ji wan tê ku hin parlamenteran bigirin. Eger tiştekî bi vî rengî bikin, em ê li her cihî dakevin qadan û çalakiyan pêk bînin. Em ê nîşanî wan bidin, ku ev yek karekî hêsan nîne. Me ev têkoşîn gihandin vê astê. Bi hêsanî em dest jê bernadin.”
ANF/OSLO