Nûnerê Taybet ê Komkara Ereban û NY’ê Kofî Annan li Şamê bi Serokdewletê Sûriye Beşsar Esad re hev dîtin. Hevdîtina Annan û Esad a ku di bin siya komkujiya li Hewlê de pêk hat, bi qasî demjimêrekê dom kir.
Annan îşaret pê kir ku komkujiya li Hewlê, civaka navneteweyî xistiye nava şik û gumanên mezin. Annan diyar kir ku ger ji bo bidawîkirina tundiyê û serbestberdan mehkûman bi “wêrekî” pêngav neyên avêtin, dê plana aşitiyê bi ser nekeve. Serokdewletê Sûriyeyê Esad jî, bal kişand ku hêzên muxalîf alîkarî ji hin welatan digirin û di van deman de êrîşên xwe zêde kirine. Esad got; “Ji bo plana aşitiyê ya Annan bi ser bikeve, divê dawî li çalakiyên terorê bên, divê piştgiriya derve û qaçaçîtiya çekan bi dawî bibe."
Di dema hevdîtina bê encam a Annan û Esad de, gelek welatan ji ber komkujiya li Hewlêyê dîplomatên Sûriyeyê dersînor kirin. Tevî Îngilîstan, Franse, Almanya, Îtalya, Kaneda û Awistralyayê gelek welatên din ên cîhanê biryara dersînorkirina dîplomatên Sûriyeyê dan.
Piştî hevdîtinê, Annan daxuyaniyek da û got; “Bi qasî dihat xwestin şeş madeyên plana aşitiyê nayên pêkanîn.” Annan bang li Esad kir û got; “Ji bo ku ev plan bi ser bikeve, em li benda Esad in ne sibê, divê îro bi wêrekî pêngavan biavêje.” Annan ji aliyan xwest ku dawî li tundiyê bînin. Bi giştî wiha xuyaye ku ji hevdîtina Kofî Annan û Beşar Esad jî tiştekî şênber dernekte holê
Îşaretên derstwerdanê
Serokomarê sosyalîst ê Franseyê François Hollande, diyar kir ku dibe li hemberî Sûriyeyê “di çarçoveya hiqûqûq navneteweyî de”, destlêwerdanek pêk were.
Hollande di kanala France 2 de aixvî û got; “Bi şertê ku rêz ji hiqûq navneteweyî re bê girtin, dibe bi biryara Konseya Ewlekariyê destwerdaneke leşkerî li hemberî Sûriyeyê pêk bê.”
Hollande diyar kir ku divê çareserî ne bi rêyên leşkerî pêk bê û got; “Divê ji niha û pêve ji bo qewirandina rejîma Beşar El Esad zext bêne kirin. Divê em rêyek din a çareseriyê bibînin”.
Tê payîn ku roja înê, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bê serdana Franseyê û tê payîn ku di rojevê de pêkanînên tundtir ên li ser Sûriyeyê bên gotûbêjkirin.
Piştî komkujiya Hewlê ya 49 jê zar bi giştî 108 kesên sivîl têde jiyana xwe ji dest dan, welatên weke Almanya, Franse, Îtalyayê biryara dersînorkirina balyozên Sûriyeyê dan.
Nerazîbûnên cîhanê
Bertekên welatên cîhanê ên li dijî vê komkujiya ku berpirsiyariya wê davêjin ser artêşa rejîma Sûriyeyê berdewam dikin. Piştî Fransayê Almanya, Spanya, Ewsturya, Kanada û Ingilîstanê jî dawî li pêwîra sefîrên Sûriyeyê yên li wan welatan anîn. Dewletan muhleteke kurt da sefîrên Sûriyeyê ku welatê wan terk bikin û vegerin welatê xwe. Ev yek di raya giştî ya navneteweyî de wekî bersiva herî tund li dijî komkujiya Hewlayê hatiye kirin. Welatên Kendavê jî yên ku dixwazin dawî li plana Annan were û alîgirên destwerdaneke leşkerî ne ji konseya Ewlekariyê xwestin ku gavên ber biçav bavêjin û bang li dadgeha ceza ya Navneteweyî kirin ku dozekê li dijî rejîma Esad vekin û wî wekî tewanbarê vê komkujiyê bibînin. Ji aliyekî din ve daxuyaniya Amerîkayê jî wiha bû ku ew bawer nakin niha dem guncave ji bo destwerdaneke leşkerî.
ŞAM
Rûsyayê li dijî destwerdana leşkerî ye
Li gorî agahiyên ajansa Rûsyayê Interfax di hevpeyvîneke bi wezîrê karê derve yê Rûsyayê re fikr û ramanên xwe derbarê gavên nû yên derbarê aloziya Sûriyryê de aniye ziman û mijara destwerdaneke leşkerî red kiriye. Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Ginadî Gatîlov gotiye ku Rûsyayê bi carekê re mijara destwerdaneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê red dike û derbarê aliyên ku dibêjin pêwîste Konseya Ewlekariyê gavên nû li dijî Sûriyeyê bavêje wiha got: Niha Rûsyayê hemû rengên destwerdaneke leşkerî red dike û ji bo me hê dem nehatiye ku Konseya Ewlekariyê biryarên nû derbarê Sûriyeyê de bide. Her wiha ji bo komkujiya li Humsê jî Rûsyayê doza lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe kir.
MOSKOV