Hefteya borî di pevçûnan de endamê Partiya Azadî Mahmut Kerho hat girtin. Di lêgerîna mal û kargeriya Kerho de belgeyeke aydê civîneke li Tirkiyeyê ya 2012’an de pêk hatiye derket holê. Di vê belgeyê de tê fêmkirin ku hin komên çekdar ên muxalîfên Sûriyeyê û hin rêxistinên Kurd jî tevli civînê bûnê.

Di lêkolîna li ser belgeyê de civîna Rihayê ya ku Tirkiyeyê organîzekiriye de hin biryarên hatine girtin derket holê.
Di belgeyê de tê dîtin ku civîna li Rihayê li ser şoreşa Rojava li ser du aliyan tê rawestandin. Aliyê yekemîn ev e wekî hêzên şoreşê pêk tînin û wekî gelê ku rêveberiya xwe bi destê xwe avakirine dê tevbigerin û bi wan re xizmetê bikin.
Bi vî awayî tê hedef kirin ku di nava gel de bandorê li ser xebatên rêxistinê bikin. Aliyê duyemîn jî hedef girtina şoreşa kurên rojavayê Kurdistanê ku gav bi gav xweseriya demokratîk pêş dixin e.
 
Pêkanîna planê 

Di belgeya civîna qirêj a li hemberî destkeftiyên Kurdan de tê destnîşankirin ku di civînê de biryara avakirina komîteyên alîkarî, tendurîstî û leşkerî hatine girtin.  Ji bo van komîteyan planeke pêkanînê hatiye derxistin. Plana di belgeyê de derbas dibe wiha ye: “Komîteya leşkerî di demeke kurt de herêma wekî Cizîr tê binavkirin û ji Serêkaniyê bigire heta Dêrikê û Efrînê û Kobanê 18 tabûr bên avakirin. Ev tabûr dê li herêmê bandora xwe pêk bînin.
Her wiha li qadên Cizîr, Şêxler, Cerablus, Mumbîc, Bab û Efrîn plana avakirin fermandariyê heye.”
 
Deriyên sînor û petrol 

Di civînê de xalek din a girîng deriyên sînor e. Di belgeyê de tê gotin dê deriyê sînor ên Kobanê, Cerablus û Tilabyad ji komên çekdar re vekiribe û di bin kontrola komên çekdar de be. Her wiha ji van deriyan dê cenaze û kesên birîndar derbasî Tirkiyeyê bê kirin. Biryareke din a di belgeyê de ew e ku petrola xam ya ji herêmê dertê hedef bê girtin. Li gorî vê jî ji bo vê tê plankirin ku navendên rafîneya mobîl bên avakirin.
 
Ji oldaran re peywir 

Di belgeyê de ji bo kesên oldar yên Siûdî Erebistanê re hin peywir hatine veqetandin. Di belgeyê de tê dîtin ku, li herêmê dê kesên oldar xwedî li bê kes, bujin û seqetan derkevin. Xaleke din a di belgeyê de balê dikişîne ew e ku axaftina Navaf El Beşîr ya di civînê de ye. El Beşîr gotibû ku qada ji Kobanê heta Dêrikê aydê komên wan e. Çavkaniyên Kurd piştî vê daxuyaniya El Beşîr bal kişan dibûn ser xebatên xwe yên li Dêrik û Girkê Legê. 

ANF/QAMIŞLO