Ambargoya li ser rojavayê Kurdistanê bi her awayî didome. Ev ambargoya li ser Rojava çawa dest pê kir, kîjan hêz di nav de cih digre, çima deriyê Sêmalkê ji bazirganiyê nayê vekirin.  ‘Şoreşa’ Sûriyeyê wek gelên Sûriyeyê dijîn, gelê Kurd jî ev derfet ji bo xwe veguherand bingehekî azadiyê û hinek heremê xwe ji bin destê rejîma Baas rizgar kirin. Dema ev kirin xwe wek aliyê sêyemîn dan diyarkirin. Ne xwe alîgirê rejîmê, ne jî xwe alîgirên opozîsyonê diyar kirin. Ev siyaset nû bû û li gorî piraniya hêzan ev siyaset bi ser nediket, lê dema li serketina ev siyaseta xuya bû, hêzên li dijî wê siyasetê ji hemû aliyan êrîşî ser wê siyasetê kirin. Ambargoya  aborî û siyasî ya li ser Rojava tê meşandin jî ji ber vîna gelê Kurd a li ser biratiya gelan û xwe aliyê sêyem dane diyar kirine.

Piştî  ku ‘şoreşa’ Sûriyê destpê kir, gelê Kurd jî li rojavayê Kurdistanê ji bo mafê xwe yê rewa ketin nava tevgerê û beşek ji Rojava ji destê rejîmê derxistin. Ev deskeftiyên gelê Rojavaya Kurdistan li heremê deng veda û gelek hêz ji bo gelê Kurd li wî beşê bi çewisînin ketin nava tevgerê. Gelên li Rojava ji bo xwe birêve bibe Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kirin. Li ser wê hinek partiyên li Rojava xwe bi navê Encumena Nîştimanî Kurd ên li Sûriyeyê (ENSK) li Hewlêrê ava kirin. Bi hewldanê tevgera azadiya gelê Kurd her du Meclisli Hewlêrê kom bûn û Desteya Bilind a Kurd ava kirin. Ev di warê yekitiya Kurd de gavek mezin bû. Lê zihniyeta deshilatdariyê ya hinek partiyên di nav ENKS de rê neda ev yekitî encam bigire.

Ambargo dermirovahî ye

Li Rojava piştî avakirina MGRK’ê, hinek hêzên marjinal ên Kurd hatin cem hev û bi navê ENKS’ê encumenek ava kirin. Avakirina ENKS li Hewlêr pêk hat û ji Rojava zêdetir, Başûr ji bo xwe kir navend. Ev jî bi siyaseta PDK’ê ve girêdayî bû û partiyên li gorî navendên Başûr xwe rêxistin kiribûn, ji berjewendiyê gelên Rojava zêdetir, li gor van navendan siyaset dikirin. Ji bo navenda siyaseta Rojava bibe Qamişlo, piştî hevdîtinên li Hewlêrê Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. Avakirina desteyê ji bo yekitiya Kurd li vê beşê gavek pir girîng bû. Ev di heman demê de ji bo ambargoya siyasî ya li ser Rojava, derfetek bû. Lê zihniyeta deshilatdariyê ya hinek partiyên di nav ENKS’ê rê neda ev yekitî encam bigire. Her çend hevserokê PYD Salih Muslim ji aliyê dewletan ve tê vexwedin jî, lê heta niha di erdê de guhertinek nedayî çêkirin. Ev jî dide xuya kirin ku ambargoya siyasî hêj didome.
Ji aliyekî dewleta Tirkiyê  ji bo gelê Kurd li Sûriyeyê negihêjin mafê xwe yên rewa çi ji destê wê tê dike, koma çete El Nusra dişîne ser heremê, ji aliyekî din ve jî hemû deriyên sînorê xwe ji bo alîkariyê girtiye. Bi siyasete girêdayî û piranî planên xwe yê ser Rojava PDK’ê jî bûye beşek ambargoya ser Rojava. Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi sê aliyan ambargoya siyasî û aborî ji aliyê wan hêzan bi hevkarî hate meşandin. Di belgêyên Wezareta Derve ya Tirk  ku ji bo balyozxaneya xwe ya Hewlêrê şandi bû ev hevkarî eşkere bibû.

Çima Sêmalka hat vekirin?

Piştî avakirina Desteya Bilind a Kurd û zexta gelê Kurd li ser rayadarên Başûr û PDK’ê ji bo alîkariyê deriyê Sêmalkê di 16’ê çileya 2013’an de hat vekirin. Her çend ev derî bi mebesta alîkariyê hatibe vekirin jî, lê heta 19’ê gulana 2013’an derfetek mezin ji bo gelê Rojava çêbû. Di vê demê de riya bazirganiyê vebibû û koçberiya heremê kêm bibû. Lê ev ne di berjevendiyê hêzên heremê û hêzên dixwestin li ser Rojavaya Kurdistan siyaset dikin, debû.

Ji bo koçberiyê hate vekirin

PDK piştî ku hinek endamên wan ên çekdar li Rojava hatin girtin, deriyê Sêmalkê di 19’ê gulanê de ji bo hemû rewşan hat girtin. Lê ev wek sedem hat nîşandan jî, lê rastiya wê ne ew bû. Li dijî Rojava li Enqere, Hewlêr planek hatibû amedekirin û li gorî wê planê diviyabû ambargoya tund li ser Rojava hebe. Lê hebûna deriyê Sêmalka ev siyaseta lewaz dikir. Girtina ev kesan ji bo xwe wek sedem da nîşandan û deriyê Sêmalkê bi temamî girt.
Siyaseta ambargoya li ser Rojava ji aliyekî gel bi birçî bûnê re rû bi rû hiştin, vala kirina heremê ve tê meşandin. Heta niha siyaseta birçîbûnê dihat meşandin û girtina deriyê Sêmalkê jî rolek wiha dilîst, lê ev çend rojin, ev siyaseta dema xwe temam kir, ku zîvirî siyaseta valakirina heremê.  Hêzên wek Tirkiyê, DYE, opozîsyona Sûriyê ev siyaseta birçîbûnê bi hevkariya PDK’ê li ser Rojava ji 19’ê Tîrmeha 2012’an hate niha didome, bi taybet di 19’ê gulanê şidand û niha jî riya koçberiyê vekirin.

Ji bo berjewendiyê xwe bikar tînin  

Li Rojava di 16’ê  gulanê de êrîşên dijwar ên çeteyên El Nusra û Artêşa Azad li ser herema Efrînê destpêkirin û heta roja me îro li hemû Rojava bi hemû dijwariya didome. Divê demên şerên dijwar li ser herêma Rojava didome, ambargoya aborî ya li ser Rojava hat şidandin û hêzên Kurd ên navenda wan li Hewlêrê wê rewşê xwestin têxin bin berjewendiyên xwe. Ew hêzên navendên wan li Hewlerê ne bi siyaseta ku meşandin rêya ji metirsiya dagirkirina Rojava, birçîbûna gel û valakirina heremê vekirine.
Li gorî çavkaniyên heremê bi tenê li Başûrê Kurdistanê nêzîkî 200 hezar penaberên li Rojava hene. Dîsa li gorî heman çavkaniyan nêzî 3 milyon û 500 hezar Kurd li Rojava, li Sûriyeyê dijîn û bi sed hezar Kurd Koçberî Tirkiye, başûrê Kurdistan û welatên Ewropa bûne. Hat zanîn bi deh hezaran erebên Dêra Zor, Reqa koçî heremê Kurdan dikin û li vir bicih dibin. Ev ji bo Rojava wek metirsiyekî mezine û demorafiya bajarên Kurdan ji niha ve hatiye guhertin. Çavdêrên heremê didin diyar kirin wiha biçe wê rewşek ji Kembera Erebî nebaştir çêbibe.
Siyasetmedarên heremê didin diyar kirin ku eger bi rastî PDK û rayadarên Herêma Federal a Kurdistanê dixwazin alîkariya gelê Kurd yê Rojavaya Kurdistan bikin, divê pêşiya koçberiyê bigirin, ji bo gelên heremê debara xwe bikin, rêya kar û bazirganiyê vekin.  


AZÎZ KOYLUOGLU /ANF/QAMIŞLO




Dixwazin berxwedanê bi koçberiyê bişkînin

Li Rojavayê Kurdistanê li dijî êrîşa çeteyan berxwedaneke mezin tê jiyîn, bi dorpêçiya dewletên dagirker, çete, noker û bazirganên bazara reş, tê xwestin were valakirin. Li gorî agahiyan, piraniya mirovên koç kirine malbatên şervanên El Ekrad in û ligel Kurdan, ereb, tirkmen û asûrî jî cih û warên xwe diterikînin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, ev koçberî bi giranî ji 117 gundên mîna Nêrebiye, Erhaz, Çobanbey, Dûdyan, Til Şehîr, Dîdrîş, Karagoz, Çombey ên ser bi nahiyeyên Til Hasil, Til Eran û Kefer Zîxîr ên li sêgoşeya Heleb-Bab-Ezaz in.  Pirsgirêkên ji ber ambargoyê û êrîşên çeteyan rê li ber koçberiyê vedikin. Yek ji fermandarên El Ekradê Mehemed Xidir diyar kir ku bi qasî ku êrîşî me dikin, ger êrîşî rejîma Esad bikirana di çend rojan de rejîm têk biçûya.
Endamê Konseya Bilind a Kurd Îlham Ehmed der heqê mijarê de nêrînên anî ziman. Ehmed, diyar kir ku  û bi valakirina Rojava re dixwazin berxwedanê bişkînin û wiha axivî: “Di çapemeniyê de hejmara penaberan weke 7 û 10 hezar tê bilêvkirin. Ev ne rast e. Roja destpêkê nêzî 5 hezar mirovan koç kirin. Di roja duyemîn de jî nêzî 2 hezaran koç kirin. Ev koçberî ne bi tenê ji bajarekî hat jiyîn, ji herêma Cizîr yanî Hesekê tevahî hat jiyîn. Koçberî bi giranî ji herêmên lê pirsgirêkên xwarin û herêmên şer tê jiyîn. Bi şêweya nîşandana koçberiyê re dixwazin nîşan bidin berxwedana li herêma Kurdan hatiye şikandin û herêm êdî nayê jiyîn. Ev ne rast e.”TEV-DEM’ê jî bang li Başûrê Kurdistanê jî kir û jê xwest ku li gel şoreşa Rojava cih bigire. TEV-DEM’ê bi bîr xist ku ger şoreşa Rojava têk biçe ev tê wateya têkçûna tevahiya Kurdan e.