
Mihemed Nûrelldîn derbarê êrişa ku pêr li bajarê Stenbolê ya Tirkiyeyê pêk hat de, ji bo rojnameya El-Sefîr a Lubnanî bi sernavê; “Teror ewlehiya Tirkiyeyê ji navenda Stenbolê dihejîne” gotarek nivîsand. Nûrelldîn di nivîsa xwe de balê dikişîne ku Tirkiyeyê bi awayekî pir bi lez wekî berpirsyara êrişê DAIŞ nîşan daye, her wiha navê êrişkar jî diyar kiriye û matamayîna xwe ya di vê mijarê de wiha aniye ziman:
“Leza ku desthiladariya Tirkiyeyê DAIŞ êrişkar îlan kir û nasnameya êrişkar yekser tesbît kir, mirov di şoqê de dihêle. Di heman demê de hikumetê nehişt ku dezgehên çapemeniyê tu agahiyan derbas bikin. Û bi tenê daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdoxan a derbarê êrişkar Nebîl Fadilî yê bi eslê xwe ji Sûriyeyê ye, hat dayîn. Piştî êrişê jî yekser hêzên ewlekariya Tirkiyeyê herêm dorpêç kir û dest bi lêkolînan kir. Li aliyê din Serokê Hikumeta Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu derket û îlan kir ku êrişkar endamekî DAIŞ’ê ye. Di vê navberê de tu aliyan êriş negirt ser xwe.”
Tirkiye bêbandor bûye
Nivîskan di vê çarçoveyê de balê dikişîne ser bûyerên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimin, nakokiyên di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de û tewanbarkirina daxuyaniyên Erdogan ji herdu welatan re.
Mihemed Nûrelldîn wiha pê de çû: “êriş di demeke ku bandora Tirkiyeyê li ser pêşketinên meydanî yên Sûriyeyê kêm bûye û bi taybet di demeke ku hêzên rejîmê li gundewarên Latekiye û Helebê pêş dikevin de, pêk hatin. Her wiha di vê demê de Hêzên Parastinê yên Kurdî yên bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li herêma rojavayê çemê Firatê pêş dikevin û DAIŞ li wir têk dibin. Dema mirov tabloya herdu bûyerên ku me dawiyê rêz kirine raxîne ber çavan, gelek senaryo derdikevin. Xala hevbeş di navbera van senaryoyan de de xwesteka Tirkiyeyê ya mudaxeleye leşkerî ji bo Sûriyeyê ye.”
Xeta sor ya Tirkiyeyê derbas kirin
Nivîskar tengavî û bêzariya dewleta Tirk jî bi gon tinan rawe dike: “Enqere, naxwaze Kurd xeta wê ya sor ku li rojavayê Firatê xêz kiriye derbas bikin. Lewre di vê çarçoveyê de dê tewanbariya Tirkiyeyê amade be. Ew jî ew e ku yê ku êriş pêk aniye endamekî DAIŞ’ê ye. Ji xwe Davutoglu di vê çarçoveyê de daxuyanî dabû û gotibû ‘Çi li hember PKK’ê û çi yê li hember DAIŞ’ê’ be, em ê şerê li hemberî terorê bidomînin. Li vir bal kişandibû ser vê yekê ku ‘DAIŞ valahiya ewlehî ya li herêmê û bi taybet li Iraq û Sûriyeyê bi kar aniye û bûye hêzeke ku ewlehiya herêm û cîhanê dixe metirsiyê de’. Di vir de daxuyaniya Davutoglu mirov dikişîne ihtîmala ku divê hêzên ewlehiya Tirkieyê derbasî herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê (Ezaz, Cerablus û Marie) bibin. Ango derbasî herêma ku Tirkiye dixwest bike herêmeke tampon bibe.”
Ji bo êrişan hincet afirandin
Nivîskar derbarê vê senaryoyê de teqîna Stenbol û ya Pirsûsê tîne ber hev û di navbera herdu bûyeran hervrukirinekê çêdike û wiha dibêje: “Li Sirûcê (Pirsûsê) piştî teqînê bi kêmî 2 seatan û di dema ku hîna cenaze ji qadê nehatibûn rakirin, Hikumeta Tirkiyeyê DAIŞ tewanbar kir, lê heya niha DAIŞ êriş negirtiye ser xwe. Tirkiyeyê piştî 3 rojan jî şerê li hember rêxistinên terorîst îlan kir. Di vê çarçoveyê de li hember PKK’ê jî şer îlan kir. Duh (pêr) dîsa jî bi lezeke zêde êrişkar diyar kirin û ji wê jî wêdetir nasnameya êrişkar jî eşkere kirin. Ev yek jî planeke Tirkiyeyê û hevkarên xwe yên li herêmê ya ji bo Sûriyeyê radixe ber çavan. Dîsa jî eger DAIŞ ev êriş girt ser xwe ya na, ew ê Tirkiye êrişê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN