
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got ku ji ber projeya dewleta Tirk û çeteyên wê li Minbicê bi ser neket, bi çavsorî êrîşî Minbic û gundên wê dikin.
Derwîş da zanîn ku dewleta Tirk ji serkeftinên leşkerî û siyasî yên di herêmê de û bi taybet piştî salek ji rizgarkirina Minbicê aciz e û ji ber wê yekê êrîşan pêk tîne û wiha dom kir: ʺSerkeftina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û pêkanîna aramiya li herêmê û destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser bi avakirina saziyên pêwîst, tenduristî û her wekî din dewleta Tirk aciz kiriye. Ji ber vê yekê êrîşî gundên rojava û bakurê Minbicê dikin.
Derwîş diyar kir ku artêşa Tirk bi riya kiryarên xwe û çeteyên xwe di herêmên ku dagirkiriye de vehugertina demografiyê dike û got: ʺEv hemleya wan li dijî gelê herêmê yên resen pêk tê, welatiyan direvînin û malbatan didin koçberkirin. Welatî dema koçberî Minbicê dikin, ew aciz dibin, dema berê xwe didin Minbicê hîn zêdetir aciz dibin û bi taybet bi van êrîşan dixwazin hemleya rizgarkirina Reqqayê asteng bikin.ʺ
Derwîş têkildarî îdayên ku dibêjin şervanên YPG´ê li Minbicê ne derewandin û wiha peyivî: “Em tekez dikin ku bajar ji şêniyên wê ve tê birêvebirin. Ev bi hemû saziyan pêk tê. Di hemû xebatên saziyan de ev yek diyar dibe, hemû saziyên me piştî rizgakririna MInbicê li pêşiiya hemû komîteyên navdewletî yên hiqûqî û saziyên çapmeniyê re vekirîne.“
ŞÎLAN MIHEMED / ANHA / MINBIC