Hevseroka KCD’yê Selma İrmak di daxuyaniya çapemeniyê de der barê armanca platformê de got: “Bi armanca em bibêjin êdî jinên Êzidî yên Nînova li bazaran neyên firotin me ev platform ava kir. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê pêkhatî, li hemberî jinan êrîşeke gelekî giran e û bi hezaran jinên Êzdî hatin revandin û firotin. Jinên hatine girtin, li bazarên gelek welatan tên firotin û hê jî ev bazarkirin dewam dike. Yê ku van jinan di bazaran de difiroşin û yê ku wana digrin jî ji bo me heman suc kirine. Êrîşên bi vî awayî yên li hemberî jinan, ew erîşên li dijî jinan in ku di encama qirkirina civakî û çanda tecavuzê de pêk tên.”
Selma İrmak bang li hemû jinan kir da ku tevlî vê platformê bibin û alîkariyê bidin wan.
Şanda platforma ‘Ji bo jinên ji aliyê DAİŞ'ê ve hatine girtin platforma tekoşînê’ îro diîe serdana Herêma Kurdistanê û wê hin hevdîtinan li wir pêk bîne. Piştî hevdîtinên xwe yên li Başûr, şand wê biçe Şengalê û Rojavayê Kurdistanê.
NAVENDA NÛÇEYAN