KNK´ê piştî xebatên amadekar ên ji bo platforma minaqeşeyê ya yekîtiya neteweyî li çar parçeyên Kurdistanê û piştî ku hevdîtin kirin bi 47 partî, bi dehan rêxistinên civaka sivîl û bi sedan nivîskar, rewşenbîr û giregirên civakê re, amadekariyên xwe yên ji bo komxebata 15-16´ê Tîrmehê bi dawî kirin.

Platforma minaqeşeyî ya ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd 15-16´ê Tîrmehê li Silêmaniyê bi rê ve diçe. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) 12´ê Hezîranê li Silêmaniyê bi daxuyaniyekê destpêka vê xebatê ragihandibû. Heyeta KNK´ê ya ku Alîkarê Hevserokên KNK´ê Tahir Kemalizade jî di navê de, hingê îşaret bi erka dîrokî ya li ser partî û saziyên Kurd kir û got, "Îro li Kurdistanê pêdiviya tevahiya gel, bawerî, mezheb û dînan bi yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê heye. Ji bo ku Kurd careke din dîroka xwe ya bêqidoş dubare nekin û ji bo ku Kurdistan careke din veneguhere wêranxaneyekê, ev erka me ya neteweyî ye." 


'Partiyan hemûyan helwêsteke erênî nîşan da'

Heyetên KNK’ê li her aliyê Kurdistanê bi partiyên Kurd û nûnerên wan re rûniştin, mijara "yekîtiya neteweyî, stratejiya neteweyî" minaqeşe kirin û pêşniyaz û rexneyên partiyan jî ji bo ku di platformê de bêtin vegotin, hatin nivîsandin. lîkarê Hevserokên KNK´ê Tahir Kemalizade li ser mijarê got, "Tevahiya aliyên siyasî û şexsiyetên em bi wan re rûniştin, di çarçoveya rewşa Rojhilata Navîn de îşaret bi girîngiya lezgîniya yekîtiya gelê Kurd kir. Wekî din ji bo rêbazê çend pêşniyaz hatin kirin, me jî ew nivîsîn."

Di encama hevdîtinên li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Amed, Qamişlo, Kobanê û Efrînê de ji ber ku partî û rêxistin helwêsteke erênî nîşan da, KNK´ê 3´yî Tîrmehê ragihand ku 15-16´ê Tîrmehê platforma minaqeşeyên yekîtiya neteweyî wê li Silêmaniyê bi beşdariya 300-350 delegeyan wê pêk bêt.


Ji her aliyê Kurdistanê rewşenbîr wê amade bin

KNK wekî din jî li her aliyê Kurdistanê û Ewrûpayê bi rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, giregir, hiqûqzan û şexsiyetên navdar re rûnişt, û guh da fikr û rexneyên wan jî. 

Heyeta KNK´ê ya Başûr li parêzgehên Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Halebce û Silêmanî bi rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pêşmergeyên dêrîn re hevpeyvîn pêk anîn û bi rewşnebîr û nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê re jî rûnişt. Li Rojava û Bakur jî hem dem bi sedan kesî re hat peyivîn û li fikra wan û pêşniyazên hat guhdarîkirin. 


Rengên Kurdistanê nehatin jibîrkirin

Heyetan rengên cihê yên dînî û çandî yên mîna Êzîdî, Kakaî, Hewramî, Şabek, Feylî, Elewî, Yarisan û beşên din ên xweser ji bîr nekirin. Endamê KNK´ê Ferhat Dostkî da zanîn ku wan xwestiye kom û derdorên xweser jî beşdar bibin û got, "Minaqeşeyên berdar hatin kirin. Van derdoran jî da zanîn ku ew ê beşdarî platformê bibin"

Li gorî agahiyên Dostkî dayî, ji 300-350 delegeyên beşdarî platformê bibin 150-180 kes wê ji partiyên siyasî bin, delegeyên din wê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û nûnerên derdorên cihê bin. Dostkî her wiha ragihand ku partiyên siyasî êdî navên delegeyên xwe digihînin wan.


Yekane rojev wê yekîtî be

Ji bo platforma minaqeşeyê aliyên elaqedar fermî tên vexwendin û hola minaqeşeyan jî ji bo komxebatê tê amadekirin.

Hat zanîn ku di platforma minaqeyê ya du rojan de yek rojev bi tenê ye û ew jî yekîtya neteweyî ye. Li ser mijarê Alîkarê Hevserokên KNK´ê Tahir Kemalîzade got, "Ji bo me pêkanîna yekîtiya neteweyî li pêşiya her tiştî tê. Piştî axaftina destpêkê ya KNK´ê, li vir du rojan minaqşeya yekîtiya neteweyî wê bê kirin. Em li bendê ne, her partî û şexs li wir bipeyive, fikr, pêşniyaz û rexneyên xwe îfade bike. Ev komxebat di heman demê de wê bibe zemînekî muhim ji bo ku partî û rêxistinên Kurd derfeta minaqeşekirina pirsgirêkên di nava xwe de jî wê ji bo wan çêbe." 


Partî û rêxistinên KNK bi wan re peyivî

Piştyî ku KNK´ê dest bi xebata yekîtiya neteweyî kir, bi 47 partiyên siyasî û rêxistinan re, bi dehan komele, sendîqe, tevgeran re û bi sedan û şexsiyetan re hevpeyvîn pêkanîn. Di navan van de ji Başûrê Kurdistanê YNK, Tevgera Gorran, PDK, KCK, Tevgera Azadî, ji Bakurê Kurdistanê KCD, DBP, HDP, PSK, PAK û Tevgera Azadî, ji Rojhilatê Kurdistanê Komala, KODAR, PJAK, PDK-Î, HDK, ji Rojavayê Kurdistanê Bereya Neteweyî ya Kurdên Sûrî, PYD, ENKS, Mala Êzîdiyan û Meclîsa Eşîretan a Kurd jî hebûn.


ERSİN ÇAKSU/SILÊMANÎ