Neh partiyên Kurd li Amedê civiyan û li dijî asîmîlasyonê, ji bo teşwîqkirin û bipêşvebirina zimanê dayikê platformek ava kir. Van partiyan daxuyaniya hevpar da çapemeniyê: HDP, DBP, OSP, PDK-B, PDK-T, PSK, PAK, Partiya Azadî û Mirov, û Tevgera Azadî.
Nûnerên her neh partiyan li navenda Civata Rojnamevanan a Başûrrojhilat daxuyaniya hevpar da çapemeniyê. Hevserokê DBP’ê yê bajêr Îbrahîm Çîçek, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Fîlîz Bûlûttekîn, Alîkarê Serokê PDK-Tirkiyê Şerefhan Cizîrî, Serokê Giştî yê OSP Sînan Çîftyurek, Berdevkê Tevgera Azadî Ayetûllha Aşitî, Alîkarê Serokê Partiya Azadî û Mirov Seda Dogan, Serokê Giştî yê PSK’ê Mesût Tek, Alîkarê Serokê Giştî yê PAK’ê Vahît Aba beşdarî civînê bûn.
Partiyan asîmîlasyon weke ‘kansera ziman’ bi nav kir û li dijî asîmîlasyonê banga têkoşîna hevpar kir.
Biryara têkoşîna hevbeş
Partiya bal kişand ser tehlûkeya yekser a li ser zimanê Kurdî û hat gotin, “Em bi hişmendiya ku her gel bi ziman û çanda xwe heye, tevdigerin. Em dixwazin ku miletê me li malan û kolanan, li mînîbus û otobusan, li nexweşxaneyan bi Kurdî (Kurmancî-Zazakî) biaxive. Bi vê mebestê em bang li gelê xwe dikin ku li zimanê xwe xwedî derkeve.”
Partiyan got, dewleta Tirk Kurdî aniye ber mirinê, pirsa em dikarin çi bikin, kir, û wiha dewam kir: “Li Tirkiyeyê ji bo ku astengên li hemberî zimanê Kurdî ji holê rabin û ji dibistanê seretayî heta zanîngehan zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û li gel zimanê Tirkî di dora didûyan de bibe zimanê fermî û pejirandî, me biryara têkoşineke hevbeş daye.”
Ji bo tifaqa neteweyî
Partiyan da zanîn ku ew ê “li hemberî asîmîlasyona ku bûye weke penceşêreke civakî” feryada gelê Kurd bigîhînin raya giştî ya dinyayê û mirovên xwedî wijdan li Tirkiyeyê; pê re jî dengê xwe bigihînin saziyên navdewletî yên weke Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, Yekîtiya Ewrûpa, Konseya Ewrûpa.
Di dawiyê de partiyan got, “Em, bi hemû van pêngavan ku wê bêne avêtin ji kadroyên sivil û siyasî û ya herî girîng jî ji gelê xwe dixwazin ku alîkariya bingeha çanda demokrasiyê û Tifaqa Neteweyî di nava Kurdan de bikin.”
AMED