
MURAT MANG / BIELEFELD
Beriya bi 5 salan Akademîsyenên Êzîdî yên li Ewrûpayê, Civaka Akademîsyenên Êzîdî (GEA) damezrand. GEA´yê beriya bi çendekê Konferansa xwe ya navneteweyî ya 3. li dar xist. Endamên rêveberiya GEA´yê Necat Bozan û Aslan Kizilhan der barê karûbarê xwe û armanca xwe de ji me re peyivîn.
Necat Bozan karê GEA’yê wek “karê ilmî û zanistiyê” îfade kir û armanca GEA’yê jî wiha rave kir: “Em dixwazin Êzdatiyê bidin naskirin û bidin qebûlkirin. Lêkolînê li ser dîroka Êzîdîyan bikin. Rewşa Êzîdiyan bînin ziman. Karê me yê yekemîn ew e ku nava ciwaka Êzîdî de zane, lekolîner, dîroknas bigihîn hev. Ji bo wê sedemê em Konferansan, platforman çêdikin. Di wan konferansan de em pirskirêkên Êzîdiyan nîqaş dikin.”
Akademîsyenên Êzîdî di warê projeyan de dewlemend in. Li ser navê revebirîya GAE’yê Aslan Kizilhan derbarê projeyên xwe de got, “Heta vê gavê, me 3 konferansên navneteweyî li dar xistin. Ji bo me pirr grîng bu ku Akademîsyen û aqilmendên Êzîdî em bînin ba hev. Dêstpêkê me got, emê qewl û beytên xwe yên olî binivîsînin wek pirtûk derxin. Lê 2014´an dema ku fermanê dest pê kir, em mecbûr man li miletê xwe xwedî derkevin û dinyayê pê bihisînin.”
Pêwîst e em çanda xwe biparêzin
Li ser vê mijarê, Kizilhan di axaftina xwe de bal kişand ser çend nuqteyên girîng û dibêje, “Em dixwazin lekolîna wê fermana dawî bikin. Çawa çê bû? Kî tevlî bû? Em ê çawa bikarin di alîyê psîkolojîk de gelê xwe derman bikin. Wekî din em dixwazin alîyê Şengal û heremên ku Êzîdî li wan in, li alternatîfan bifikirin. Di warê sîyasî, aborî de dibe ku em di nav xwe de çareseriyê bibînin. Projeyeke din ji li ser medyayê ye. Em miletekî bê welat in û li her derê dinyayê belav bûne. Tişta ku me tîne cem hev çand, ziman û ola me ye. Pêwîst e em wan biparêzin.”
Herçî teknolojî ye, GEA dixwaze wê di karên xwe de bi profesyonelî bi kar bîne, ku Necat Bozan wiha îfade dike vê yekê: “Potansiyela li dinyayê heyî, em dikarin bi rêya teknolojiyê derxin holê û bigihînin hev. Em dikarin qat bi qat tiştan ava bikin. Tenê potensiyela Êzîdiyan na, her wisa kesên biyanî yên zane, lekolîner jî.”
Bozan di dewama axaftina xwe li ser grîngîya konferansên GEA´yê peyivî û got, “Armanca me ew e; pirraniya Êzîdiyan zêde bi dîroka xwe nizanin, ji bo wê sedemê, em van konferansan amade dikin. Em di wan konferansan de zanebunê bidin hev û behremendiyên ku li dinyayê bi wan li ser Êzîdiyan dixebitin, bikin bingeh. GEA gav bi gav bi pêş ve diçe. Ev 5 sel in ku em vê xebatê dikin. Pirranî li Almanyayê endamên me hene. Ji bilî akademîsyenên Êzîdi, kesên xêrxwaz, kesên dixwazin bi me re bişixulin, alîkariyê bidin Êzîdîyan jî hene.”
Bi rêxistinên navneteweyî re
Tekiliyen GÊA’yê bi sazîyên Ewrupayî re jî hene ku Aslan Kizilhan wiha behsa wan dike: “Mînak hefteya bihurî li Berlînê bi Xaça Sor re hewdîtina me hebû. Mijar jî alîkariya ji bo Şengalê bû. Xaça Sor di ser Heyva Sor ra alîkariyê dike. Ji ber vê jî em li rêbazekê digerin ka çawa alîkariya Xaça Sor bi rêya Heyva Sor re, projeyên alîkariyê ji bo Şengalê dikarin bên çêkirin.” Di dawiyê de Bozan û Kizilhan bangavazî li Êzîdiyên li Ewrûpayê kir da ku xwedî li civaka xwe derkevin. Kizilhan got, “Nexasim, em dixwazin akademîsyenên Kurd li hemberî Fermane bêdeng nemînin. Me dît piştî referanduma Kurdistanê, vekişîna peşmerge rê li ber hewar û gazinên zêde vekir. Xwezîka ew qarîn dema fermana Şengalê jî derbiketa. Nuqteyeke din jî ez dixwazim bînim ziman ew e. Bila kes Zerdeştîtî û Êzdatiyê tevlî hev neke. Ji hevdu cûda ne.”