Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Navenda Çandê ya Şehit Ali Temel a Qoserê li dijî pergala 4+4+4 û bişaftina Kurdî pola bi navê “Zarokên Rojê” vekirin. Pola “Zarokên Rojê” armanc dike ku li dijî pergala dewletê û pergala polîtîkayên perwerdehiya serdest a ku zarokan ji ziman, çand û nasnameya wan dûr dixe, perwerdehiya alternatîf bidin. Navenda Çandê ku berê dersên gitar, saz, tiyatro û lîstikên din dida, niha jî bi dersên Kurdî polek nû vekirin. Mamosteya pola Kurdî Sema Ozel, anî ziman ku nêzî 2 mehin di bin navenda çadê de perwerdehiya ziman didan û wiha got: “Ji be ku xebata me ya yekem e, niha 7-8 xwendekarê me heye. 

‘Em dixwazin alternatifekê ava bikin’

Ozel, anî ziman ku wan nû pola Kurdî vekiriye û armanc dikin ku li ser kok û esasê cewherî li gorî çand û nasnameya gel perwerdehiya alternatif bidin û wiha got: “Em dixwazin bi vê polê di qada perwerdehiyê de moelek nû û alternatifek nû ava bikin. Li dijî bişaftin û perwerdehiya serdest dixwazin perwerdehiya ku zarok karibin bi zimanê xwe ifade bikin û li dijî pergala 4+4+4’an bêyî ku zarok ji zimanê xwe ji dûr bikevin ava bikin.
Ozel, anî ziman ku di di perwerdehiyêde stranên Kurdî, helbest û lîstikên Kurdî pêşkêş dikin û hem dersa ziman didin û hem jî çanda Kurdan didin nasandin. Ozel, anî ziman ku ew heta 4-5 salan qeyda zarokan çêdikin û xwest her kes piştgiriyê bidin zarokan û perwerdehiyê.


HAŞÎM ABAK/DÎHA/MÊRDÎN