Şêniyên taxa Nûrê ya Cizîrê, li kesê ku tiryak difirotin, da. Pêr bi şev şêniyên taxa Nûrê li navçeya Cizîrê ya ser bi Şirnexê, li kesê ku li taxê tiryak difirotin, da. Li ser bihîstina bûyerê, gelek komên polîsan berê xwe da cihê bûyerê. Polîsan kesê tiryak difirot parast, li maşîneya zirxî siwar kir û ji cihê bûyerê ew dûr kir.

 

MA / ŞIRNEX