
Rojnamegerê îngilîzî Steve Sweeney ê ji bo şopandina nûçeyan hat herêmê, polîsan ew li têketina Cizîr û Silopiyayê 8 saetan rawestandin. Sweeney wiha got: “Li Cizîrê polîsan çek xist destê min, li ber wesayîta zirxî xwestin poz bidim û wêneyên min kişandin.” Sweeney, anî ziman ku dema li têketina navçeyê hatiye rawestandin, 16 polîsan ew dorpêç kiriye û li hemû amûrên wî nihêrîne û got ku, polîsan bi saetan ew li ser piyan dane sekinandin. Sweeney ê ku got, “Polîsan Keleşnîkofeke ku carcûra wê jê derxistin dan destên min û ji min xwestin ku ez li ber wesayîta zirxî poz bidim.“
LONDON