Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê ji ber ku polîsan bi bombeya gazê zarokê 13 salî Dogan Teyboga kuşt, doh esnaf neçûn ser kar û bi sedan ciwanên ku li taxa Cudî kom bûn çalakî pêk anîn. Ciwanan li kolanan nivîsên "PKK û Apo" li ser dîwaran nivîsandin. Piştî komê dirûşme berz kirin polîsan bi panzêr û TOMA yan mudaxaleyî komê kir. Piştî ku polîsan bombeyên gazê bikar anî, ciwanan jî bi kerir û motolofan bersîv dapolîsan. Di mudaxaleya polîsan de 3 ciwan ji ailyê polîsan ve rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin.
Di bûyeran de ji ber ku polîsan bombeyên gazê bikar anî, zarokê 12 salî Şoreş Urun bi bombeya gazê ji serê xwe ve birîndar bû. Urun rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiyê. Ji ber ku rewşa Urun xerab bû rakirin Nexweşxaneya Dewletdê ya Şirnexê.
DÎHA/ŞIRNEX