Polîsên Tirk êrîşî malbatên girtiyan kir ên ku li Stenbol, Amed û Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Polîsan li Şirnexê jî destûr neda ku malbat daxuyaniyê bidin.
Malbatên ku çûn serdana xizmên xwe yên li Hepsa Tîpa T a Şirnexê ji bo balê bikişînin ser girtiyên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, xwestin daxuyaniyekê bidin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên Şirnex û navçeyên wê jî piştgirî da malbatan.
Polîsên Tirk li pêşiya girtîgehê dor li malbatan girt. Malbat piştre derbasî Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Şirnexê bûn û li wê derê daxuyanî da.
Hevserokê HDP’ê yê Şirnexê Zekî Îrmez diyar kir ku li Hepsa Tîpa T a Şirnexê 20 girtî di greva birçîbûnê de ne û got, “Divê hevdîtina Ocalan ya bi malbat û parêzerên wî re pêk bê. Heke rewşeke neerênî pêk were, berpirsê vê yekê hikûmeta AKP’ê ye.”
Bi qurbana wan dayikan bin
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya nobetê li dar dixin. Polîsên dewleta Tirk êrişî çalakiya nobetê kir.
Polîsan gelek kes bi erdê re kaş kirin. Piştî êrişî 15 kes hatin destgîrkirin û polîsan heqaret li malbatan kir. Polîsan parêzer jî derb kirin û wan dest danî ser wêne û dîmenên ku rojnamevanan qeyd kiribûn.
Li Baglara Amedê jî xizmên girtiyan xwest li Parka Koşûyolû daxuyaniyê bidin. Polîsên dagirkeran li vê derê jî êrişî dayikan kir. Polîsan dora parkê girt, û ketin parkê û derketina jê, qedexe kir.
4 kes destgîr kirin
Polîsên Tirk êriş bir ser xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de yên ku li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê civiyan. Di êrişê de 4 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.
Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de, ji bo dengê zarokên xwe bidin bihîstin ji 9’ê Nîsanê ve li ber Hepsa Jinan a Tîpa M a Gebzeyê di nobetê de ne.
Polîsên Tirk her roj êrişî xizmên girtiyan dikin û îro jî 4 kes bi lêdanê destgîr kirin.
Parêzerên ku ji bo piştgiriya malbatan çûn ber derê hepsê, bûn mexdûrê zilma polîsên Tirk.
Dîmen û wêneyên ji aliyê parêzer û rojnamevanan ve hatin girtin jî, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin jêbirin. n AMED / STENBOL