Derket holê ku polîsê Elman lîsteya rojnamevanên hefteya bihurî tevlî civîna bilind a G-20'ê bûn, tevî MÎT'ê amade kiriye. 

Du ji rojnamevanên polîsên Elman di kêliya dawî de akredîtasyona wan betal kirî, li Amedê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.

Civîna bilind a lîderên 20 welatên pêşketî yên cîhanê, ku dawiya hefteya bihurî li bajarê Hambûrgê li Elmanyayê pêk hat, ji gelek aliyan ve di bîra mirovan de ma. Tevî xwepêşandanên Kurdan ên dijberiya rejîma Erdogan, gelek komên çep û sosyalîst çalakiyên protestoyî kirin. Ji bilî van xwepêşandanan, têkildarî bûyerên şîdetê yên dema civîna G-20'ê rû dan, polîsên Elman li gelemperiya Ewrûpayê dest bi lêpirsîneke berfireh kir.

Li gorî agahiyên di medya Elman de hatin weşandin, ji rojnamevanên akredîtasyona wan ji bo Civîna Bilind a G-20'ê hat qebûlkirin, akredîtasyona 32 ji wan di kêliya dawî de hatiye betalkirin. Di destpêkê de kanala televîzyonê ya dewletê ARD'ê ev rewşa sosret a akredîtasyonê xist rojevê. Hat ragihandin, polîsên Elman di dema civîna bilind de bi lîsteya rojnamevanên qedexekirî ku weke 'lîsteya reş' tê binavkirin, digeriyan. Li gorî agahiyan, polîsan lîsteya rojnamevanên hatine qedexekirin bi lîsteya rojnamevanên ji bo şopandina civîna bilind hatibûn, li ber hev girt. Piştî nûçeya ARD'ê, saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî hikûmeta Merkel û polîsê Hamburgê da. Rayedarê Federal ê ji Parastina Daneyên Şexsî Berpirsyar Andrea Vosshoff jî ragihand, ku wê li ser mijarê dest bi lêkolînê bikin. Hikûmetê jî diyar kir, ji ber gumanên ewlekariyê wan akredîtasyona 9 rojnamevanan betal kiriye.


4 Rojnamevan li Kurdistanê xebitîne

Têkildarî rojnamevanên mayî, daxuyaniyeke berfireh nehate dayîn. Li gorî rojnameya Suddeutsche Zeîtûngê jî, çar ji rojnamevanên akredîtasyona wan hat betalkirin û navê wan li 'lîsteya reş' hat bicihkirin, beriya niha li Bakurê Kurdistanê xebitîne.

Ji van rojnamevanan, nûçegihanê wênegir Bjorn Kietzmann û Chris Grodotzki, sala 2014'an dema li Amedê dixebitîn ji aliyê polîsên Tirk ve ji bo demeke kurt hatin binçavkirin.


Polîsên Elman, lîsteya rojnamevanên li civînên bilind ên navneteweyî akredîte hatine kirin, radestî rêxistinên îstîxbaratê yên welatên hatine vexwendin kir, di nava van welatan de Tirkiye jî heye. Rêxistinên îstîxbaratê yên biyanî jî van lîsteyan kontrol dikin û biryara dawî li ser akredîtasyona wan dide. Ev rewş weke derbek li karê rojnamevanan tê dîtin.


PERWER YAŞ/ANF / BERLÎN