Polîsên ku li Akademiya Asayîşê ya li bajaroka Rimêlanê tevlî dewreya perwerdeyê ya 20 rojan dom kir bûn, li bajarê Qamişlo bi awayekî fermî dest bi karên xwe kirin. Polîsên tirafîkê bi cilên xwe yên fermî li cihên ku trafik lê zêde ye bi cîh bûn û hatin û çûna wesaîtan sererast kirin. Rêveberê polîsên tirafîkê Mihemed Mihemed diyar kir, ji ber ku polîsên trafîkê yên girêdayî rejîma ku hîn li hinek cihên bajar hene, gelek nebaş nêzî ajokar û welatiyan dibin, wan pêdivî dîtiye ku xebatek wiha bidin meşandin. Mihemed destnîşan kir ku gelek ajokar ji ber têkliyên polîsên rêjîmê ku bace ji wan distandin, gilî dikirin. Mihemed da zanîn ku û ev nêzî salekê ye amadekariyên wan dom dikin û perwerdeyên wan berdewam in. Mihemed, got ku di demeke nêz de dê hejmareke din a polîsan perwerdeya xwe bi dawî bikin û tevlî xebatê bibin. Mihemed da zanîn ku li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê jî tîmên polîsan têne amadekirin.
QAMIŞLO