Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn da xuyakirin, ku Tirkiyeya polîtîkaya xwe ya derve guhertiye, di polîtîkaya Kurd de ti guhertin nekiriye û destnîşan kir ku qanûna bingehîn a polîtîkaya nû, hebûn û siberoja netewe dewletê ye.

Altûn di bernameya Polîtîk Alan a Med Nûçe de bersiv da pirsên rojnamevan Cîhan Ozgur ên li ser siyaseta derve ya Tirkiyeyê û hevsengiyên herêmî.

Altûn da xuyakirin, ku di siyaseta derve ya Tirkiyeyê de hin guhertin hene û da zanîn, ku divê ev yek bi gelek guhertinên nava AKP’ê, dewleta Tirk û rewşa civakî ve were nirxandin.

Altûn da xuyakirin ku demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya meseleya Kurd êdî armanceke bingehîn a siyaseta li Tirkiyeyê nîne û destnîşan kir ku înkarkirina meseleya Kurd, pelçiqandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û pêşîgirtina li statuyeke gengaz a Kurdan li Rojhilata Navîn, veguheriye polîtîkayeke bingehîn.


Ti tişt mîna berê nabe

Riza Altûn li ser guhertina polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, bi taybetî ‘germbûna’ têkiliyên bi Rûsya û Îsraîlê re ev nirxandin kir: “Rewş heta astekê nerm bûye. Lê ti welat nikare bûyerên qewimî tine bihesibîne. Hem polîtîkayên Kemalîst hem jî polîtîkayên AKP’ê nîşan dan ku Tirkiye hem li Rojhilata Navîn hem jî li gelemperiya cîhanê bawerî pê nabe. Lewma, dikare têkiliyan deyne, lê zehmet e ku ev têkilî bigihîjin asta hevalbendiya stratejîk.”


Hevdîtina Cezayîrê

Altûn diyar kir, bi navbeynkariya partiya Vatan û bi referansa Îranê re rêveberên Tirkiye û Sûriyeyê li Cezayirê li ser bingeha dijberiya Kurd hevdîtn kirin û got, “Beriya her tiştî ne diyar e ka rejîma heyî ya Sûriyeyê wê bimîne yan nemîne. Bimîne jî wê weke rejîma berê ya li Sûriyeyê nemîne. Mîna ku qet tiştek li Sûriyeyê nebûye, nepêkan e ku bi desthilatdariya Beşar Esad re hebûna xwe bidomîne. Gelo ji Erdogan we ye ku li ser bingeha polîtîka bira, Beşar Esad wê bê Stenbolê, li Qesrê mîna du birayên berê bi Erdogan re tevbigere? Desthilatdariya heyî dewam bike, yan jî dewam neke, têkiliya bi Tirkiyeyê re mîna berê nabe.”

Li ser hewldanên têkiliya bi Misrê re Riza Altûn got, “Erdogan bi xwe endamekî Birayên Misilman e. Ev bi belgeyan îsbat bûye û li her deverê hatiye weşandin. Dema mirov qala Îxwanî Muslimîn a li Tirkiyeyê dike, yekser Erdogan û gelek derdorên di nava AKP’ê de tên bîra mirovan.”


Îsraîl wê polîtîkayên Tirkiyeyê ji bîr neke

Der barê Îsraîlê de, Altûn got, her hal Îsraîlê ew rewşa li Davosê ji bîr nekiriye û da zanîn ku têkiliya bi Rûsyayê re jî bi heman rengî ye û bal kişand ser polîtîkaya Rûsyayê li ser Rojhilata Navîn, ku bi giranî bi Îran û Çînê re li ser Iraq û Sûriyeyê, li ser Misir û Îsraîlê dimeşîne.

Altûn got, “Gelo Rûsya wê bi lêborîneke Tirkiyeyê re careke din Tirkiyeyê tercîh bike yan jî li qada xwe ya berfirehkirî, têkiliyên nû tercîh bike? Her weha, piştî ewçend pirsgirêkên Tirkiyeyê li Sûriyeyê derxist pêşiya Rûsyayê, zehmet e têkilî li rewşa berê vegere. Ne ku qet têkilî nabe; Rûsya jî Îsraîl jî pêwîstiya xwe bi hin têkiliyan dibîne. Têkiliyên heyî yên li herêmê, wê li rewşeke bi kêrî Tirkiyeyê tên venegerin.”


Polîtîka dij Kurd her tim li dar e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan weha nirxandin:

“Polîtîkaya berê û ya îro Tirkiye dimeşîne, polîtîkaya dijberiya Kurdan e. Yekane tişta nehatiye guhertin, ev polîtîka ye. Di vê polîtîkayê de ku AKP di krîza Rojhilata Navîn de li ser xeta Selefî dimeşîne, jixwe cihê azadiya Kurdan nîne. Li şûna çareseriyê, feraseteke padîşahî, umet û xelîfetiyê hebû. Ji bo vê înkarkirina Kurdan diviyabû, ku ji xwe li ser vê yekê şerekî mezin da destpêkirin. Lê bi ser neket. Qanûna bingehîn a polîtîkaya nû hebûn û siberoja netewe dewletê ye. Ev tê wateya faşîstiya rejîma siyasî, antî demokratîk, înkarkirin, parçekirin û qirkirina Kurdan. Polîtîkaya nû jî polîtîkayek e ku li ser înkarkirina Kurdan hatiye avakirin.” 


Heta serkeftinê têkoşîn ji bo Rojava


Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn bal kişand ser daxuyanî û gefên dewleta Tirk ên li Rojava tên xwarin û got, “Ji bo afirandina statuyeke Kurd li Rojava yan jî ji bo pêkhatina Sûriyeyeke demokratîk û federal, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe tevî Kurdê li wê derê têkoşin. Em ê dest ji vê bernedin. TC dibêje ew ê dest ji vê helwesta xwe bernede. Hewl dide li ser vê bingehê têkilî û tifaqan biafirîne. Wê demê em li Sûriyeyê têkoşîneke xurt û bingehîn dimeşînin.

Altûn bi bîr xist, ku dewleta Tirk bi bahaneyên cuda bajarên Kurdan serûbin dike, hewl dide demografiya Kurdistanê biguherîne û got, “Ji Mereşê heta Meletiyê, Semsûr, Zara, Sûr, Cizîrê, dixwazin nîvê Kurdistanê vala bikin û 3 mîlyon Sûriyeyiyên dixwazin bikin welatiyên xwe, li van deveran bi cih bikin. Bi vî rengî hewl didin Têkoşîna Azadiyê tesfiye bikin.”

Altûn destnîşan kir, li hemberî vê yekê, mîna li Rojava ew ê li Bakurê Kurdistanê jî li hemberî vê yekê li ber xwe bidin û teslîm nebin. 


 BRUKSEL