Ji 20’ê Tîrmeh a 2015’an ve heta roja me li Kurdistanê zilmeke ku ne hate meşandin nema. Ev zilm bi hejmartinê xelas nabin. Kurdistan bi bajar, tax, gund, çiya û deştên xwe vergeriya welatekî qedexe. Du salên ku zorbetiya di dîroka Kurdistanê de di asta herî jor  de hatin jiyîn. Kurdistan tu deman mîna van du salên dawî ne hate wêran kirin. Salên bi vî rengî yên ku leşker û polîsan her derê Kurdistanê bi potînên xwe perçiqandin ne hatibûn dîtin. Dîsa xiyanet û hevkariya dijmin a di nav Kurdan de tu caran di vê astê de nekete bin xizmeta tevkujeran. Bi xwesipartina van rewşan gotin ku wê di biharê de êdî navê PKK’ê jî bê jibîr kirin. Ji xwe HDP bi şêwazekî pratîkî hatibû tasfiye kirin. Dema digotin wê navê PKK’ê neyê bilêv kirin û HDP nemîne wan hesab dikir ku di referandûma 16’ê Nîsanê de dengên “Erê“ wê biser bikevin. 

Tevî hemû zilmê di serî de li qadên bexwedana xwerêveberiyê li Kurdistanê dengên “NA“ biser ketin. Herî zêde li qadên berxwedana xwerêveberiyê dengên “Na“ derketin, ev jî ji ji di nezera gelê me de ji bûyina sûcdarên giran pê de tu encam a di van du salên dawî de bidest xistibin tune ye. Tenê li pêşberî gel pozîsyona wan a sûcdariyê zêde bûye. Ji xwe gelê Cizîrê ji bo helwesta xwe nîşanî yên sûc kirine û qatilan nîşan bide di asta herî bilind de dengê “Na“ bikar anîne. 

Li kurdistanê xiyanet û hevkariya dijmin ji bo boykot a tê wateya dengên erê pêk bînin gelekî hewl dan. Li Kurdistanê boykot di kijan astê de ba wê dengê “Na“ di wê astê de biketa û “Erê“ bilin bûba. Li ser vê yekê jî wê mêtîngeriya tevkujer û wezîrê karê hûndir ê ji exlaq, vîjdan û her cure nirxên mirovahî û civakî nesîbê xwe negirtiye serkeftina xwe îlan bikira. Wê propogandaya ku Kurd tirsiyan û xwe spartin dewletê bikira. Wê xiyanet û hevkarî ya di dîroka Kurdan de careke din rola xwe bileyista. Lê belê gelê Kurd lîstika xiyanetê ya yên digotin, “Ev referandûm Kurdan eleqedar nake“ xera kir. Her çiqas li hin cihan bandoreke wê ya bi sînor hebe jî li piraniya Kurdistanê nikaribûn bibin asteng ku dengê “Na“ di asta bilind de derkevin. Gelê Kurd di nava têkoşîna dehê salan de gihiştiye asteke wisa ku tu zilm û zext nikare çokan pê bide şikandin. Gelê Kurd ê di 8’ê Adarê û Newrozê de rabû ser piyan, bi helwesta xwe ya di referandûmê de tirseke mezin xistiye dilê mêtîngeriya tevkujer. 

Li Kurdistanê êdî polîtîkaya zilmê ya mêtîngeriya tevkujer derbas nabe. Zilm, di gelê Kurd de hêrsê zêdetir dike. Dayina dengê herî zîde ya “Na“  li bajarên Kurdan ên hatin rûxandin û şewitandin vê yekê piştrast dike. 

Dîsa li gundê Xirabê Babê yê ku beriya demekê hate şewitandin û gundî di îşkenceyê re hatin derbaskirin derketina dengê “na“ ji sedî 95 tê wateya piştrastikrina vê rastiyê. Di Împaratoriya Osmanî da gotina, “Bila zilma te zêde bibe da dawiya te zû were paşa“ hebû. Rewşa desilatdariya AKP-MHP’ê ya heta niha ev e. Rewşa Wezîrê Karê Hûndir ê Tirk ku xwe mîna paşayê paşayan dibînê û difikire ku tişta kesî nekiriye ewê karibe bike û serî bi Kurdan bide tewandin wisa ye. 

Li Kurdistanê hilbijartin tu caran di mercên wekhev de pêk ne hatin. Hilbijartin di çerçoveya polîtîkayên mêtîngeriya tevkujer de mîna amûrên şerên taybet hatin bikar anîn. Dewletê her dem piştgiriya partiya ku wê demê desilatdar e kiriye. Bi taybetî jî di demên şer û pevçûnan de hilbijartin di mercên ne wekhev û zexta dewletê de pêk hatin. Lê belê di tu deman de di vê astê de zexta hilbijartinê û hîle ne hatibûn dîtin. Di serî de Mûş û Riha li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê hîle û bêrêtiyên mezin hatin kirin. Cihê ku herî zêde pusulayên degan û zarf ên bê mohr hatin dayin Kurdistan bû. Dîsa li hin cihan derketina ji sedî sed dengên “Erê“ nîşan dide ku bi şêwazekî bêperwa hîle hatine kirin. Referandûm mîna pêngaveke şerê psîkolojîk li Kurdistanê li dij gelê Kurd hate bikar anîn. Lê belê ji ber ku gelê Kurd di jiyana azad û demokratîk de bi israr bû ev lîstika şerê psîkolojîk jî têk bir. Di vê referandûmê de ne tenê dewleta Tirk a tevkujer her wiha yên hevkariya wê kirin jî bi têkçûneke mezin re rû bi rû man. Bi vê yekê re yên hevkarî bi desilatdariya AKP-MHP’ê re kirin, yên di referandûmê de banga boykotê kirin, mîna yên di dema herî teng de xiyanet li Kurdan kirin derbasî dîrokê bûn. 

Di vê referandûmê de têkiliya hizbûlkontraya hevkarê desilatdariya faşîst a tevkujer a AKP-MHP’ê ya bi MIT’ê re jî careke di hate dîtin. Spaskirina Tayip Erdogan a ji bo rêxistineke ku di salên 1990’î de bû sebeba kiştinên faîl ne diyar û malên gor, nîşan dide ka dewleta Tirk li dij têkoşîna azadiya gelê Kurd polîtîkayên çawa dimeşîne û têkilyên kirêt ên bi çi rengî bikar tîne. Yên di salên 1990 de li dij têkoşîna azadiya gelê Kurd hatin bikar anîn, niha jî bi şêwazên cuda tên bikar anîn. Tayyip Erdogan ev rastî vekirî îtîraf kiriye.