LEZGÎN AKDENÎZ / MA / AMED
Li Tirkiyeyê, zimanê Kurdî bi salan e ku li serê polîtîkayên bişavtin û qedexeyên cûr bi cûr tên ferzkirin. Zimanzan Necmiye Alpay, diyar kir ku polîtîkayên yekzimanî ji roja komar hatiye avakirin ve dewam dikin û wiha axivî: “Polîtîkayên bişavtinê hatine nûkirin û em bi mezreyek wiha re rû bi rû ne. Dewlet bi van polîtikayên ziman, ji derveyî zimanê hilbijartî, dixwaze hemû zimanên din di nava civak û cemaweriyê de tine bike. Ji bo qedexekirina zimanekî, rêbazên herî baş ên tên birêvebirin qedexekirin û êrişkirin e.”
Kurdî li ber xwe da
Alpay, anî ziman ku Kurdî li dijî bişavtinê pirr li ber xwe daye û got, “Ligel hemû daxwazên Kurdan, dîsan ziman û çanda Kurdan hat terorîzekirin. Min ew vîna gelê Kurd a xwedî derketina li zimanê Kurdî pirr baş dît. Vê vînê li dijî polîtîkayên bişavtinên neheq gelekî li ber xwe da û her helwêsta xwe ya têkoşer nîşan da. Bi zimanê xwe axaftin û bipêşxistina wî zimanî mafekî herî xwezayî ye. Heger mirov li cihekî ji ber fêrbûna zimanê xwe û fêrkirina wê bi terorê tê sûcdarkirin, li wê derê mirov nikare behsa aştiyê bike. Ne mimkûn e ku girtina saziyên ziman û qedexekirina pirtûkan bê qebûlkirin û parastin. Heger azadiya ziman bi pêş nekeve, ew mafê demokratîk û azad neyê naskirin, hemû kesan ber bi hêrsê û rikê ve dê bibe. Îro împarratoriya tirsê hatiye avakirin. Guman li ser hemû Kurdan heye. Lê bifkirin ku yê gumanbar miletek e.”
Betalkirina demokrasiyê
Alpay got, bi piştgiriyê mirov dikare zimanê dayikê bide jiyîn û got, “Di vî warî de zext li çandan kirin, ziman qedexe kirin û bişavtin şerma herî mezin e. Li şûna ku desthilatdar rêzê ji zimanan re bigire û çandan bide jiyîn, berevajî êriş dike û polîtîkayên herî êrişkar dide ber xwe. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Ji bo Kurdan ev hilbijartin pirr girîng e. Di hilbijartina herêmî de divê mijara zimên baş bê vegotin. Ji ber ku di warê perwerde û xebata zimên de, peywirdariyeke mezin dike ser mile rêveberiyên herêmî. Sermeselê, têgîna ‘terorê’ têgînek bi pirsgirêk e. Li ser ziman qedexeyên terorî hene. Ji niha ve dibêjin, ‘em ê qeyûm tayîn bikin.’ Bêyî ku delîlek hebe bi sedan hilbijartî ji kar hatin avetin û kirin hepsan. Ev çi ye, ev betalkirina demokrasiyê ye.”
Ji bo aştiyê azadiya ziman
Zimanzan Necmiye Alpay destnîşan kir ku bi awayekî aştiyane li hemû tiştan mêze dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêngava herî mezin a ji bo aştiyê, azadkirina ziman e. Divê mirov bi awayekî wekhev rahêje zimanan. Ji bo vê jî divê polîtîkayeke ziman bê bipêşxistin.”