Li dijî populîzma rastgir ku li Elmanyayê zêde bûye, bi pêşengiya Seroka Koma Partiya Çep, Sahra Wagenknecht tevgereke nû ya çepgir xwe dide der. Tevgerê ji niha ve gelekî bal kişand ser xwe.

Tevgera bi navê “Rabe ser piyan” li ser înternetê dest pê kir û di hefteya destpêkê de 50 hezar kesî destek da tevgerê.

Sahra Wagenknecht li Elmanyayê ya ji kesayetên sereke yên eniya mixalefeta çepgir e. Bi pêşengiya Wagenknecht hefteya bihurî tevgereke nû ya çepgir dest pê kiribû. Tevger, ji bo hemû mirovên ji bêedaletiya civakî û zêdebûna rastigiriya tundraw a li Elmanyayê aciz in, li hev bicivin, wê 4’ê Îlonê bi rengekî fermî were ragihandin.

Beriya ragihandina fermî, tevgera bi dirûşma “Rabe ser piyan” li ser înternetê ji raya giştî ya Elman re hate ragihandin. Armanc ji vê tevgerê ew e ku ne tenê endamên Partiya Çep, her wiha yên Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Partiya Keskan jî di bin sîwanekê de li hev bicivîne. Di hefteya destpêkê de ji meydana siyasetê heta ya çandê gelek kesan destek da vê tevgerê.

Hejmara kesên ku di hefteya destpêkê de destek dan tevgerê û qeyda xwe lê kirin, 50 hezar derbas kir. Wagenknecht dixwaze mîna Bernie Sanders li DYE, Jeremy Corbyn li Ingilîstanê û Jean-Luc Melenchon li Fransayê, ew jî li Elmanyayê tevgereke bi heman rengî ava bike.

Şensê wê heye

Pisporê zanistên siyasî yê Zanîngeha Frankfûrtê Andreas Noelke, yek ji wan kesan e ku li gorî wî, şensekî baş ê vê tevgerê heye. Noelke bi bîr xist ku li welatên rojavayî tevgera çep bi pêş ve diçe û rewşa li DYE’yê weke mînak nîşan da. Noelke got, “Me dît ku li wê derê bi taybetî ciwanan çiqasî xwe nêzî Bernie Sanders kir.”

Li gorî Dîrektorê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Zanîngeha Munchenê Ludwig-Maximilians, Werner Weidenfeld, şensê Wagenknecht û hevalên wê heye, lê belê divê stratejiya tevgerê baş bê destnîşankirin.

 

BERLÎN