Mîna ku barê dinyayê tev li ser piştê be, milên wî xuz in. Bi sih û du diranan bikene jî xemgîniya salên ku li yek tuşê bihurîne û li beyara rûyê wî hiştine û çûne, wenda nabe. Bibişire jî hurik hurik, ew hindik caran dikene. Yê ku nedîtibe jî, bi çavlêkitina ewil re, ji meşa wî ya sivik î ling li dû ling, ji çenteyê wî yê mîna turikê şivanan timî bi milên wî ve daleqayî, ji gijola porê wî yê ku berfê hûrik hûrik lê kiriye û riha wî ya mîranî, meriv dê tê derbixe ku wênesazek e. Heta vir, we nas nekiribe wêyê navê wî bihistibe. Bahsa Fewzî Bîlge dikim. Fewzî Bîlge’yê ku –kêm zêde- her kes wî wekî wênesazekî nasdike.
Min jî ew wekî wenesazekî nasdikir. Lê vê dawîyê min dît ku firçe, boyax, tuwal, keval, wêne, suret, reng têrî Fewzî nekirine, kela wî bi wêneyan neşikestiye; pênûs kiriye hespê bezê, lê siwar bûye û berê xwe daye deşta wêjeyê, zewiyên çîrokê.
Wî bi berhema xwe ya ewil ‘Jidilara’ ‘pêlava xwe avêt nava pêlavên çîroknûsên kurd.
Di pêşangeha li Amedê de min jê re got, ‘Fewzî ez ji te aciz im, bira’! Fewzî li ser vê gotina min, bi şik pirsî bû, ‘ Çima mamoste’? Min ev bersiv dabûyê: Minê çîrok binîvîsandina…te berî min nivîsand, te xweş nivîsandiye, ji te aciz im, bira!
‘Aciziya’ min li hesabê Fewzî hatibû, ku wê kêlîkê di bin simbêlan re bişirîbû.
Li hola Şaredariyê di bin seqaya pêşengeha wêneyan de min kêfxwşiya xwe diyar kiribû û min gotibû, ‘Min berhema te’ 29+1’* xwend.  Ziman heta tu bibêjî herikbar e. Wêne ji ber xwe ve tên ber çavê meriv. Vegotin şek e, şahîk e. Hin çîrok kurtik, du hevok in. Baş e…ez ji te aciz nebim, kî dê ji te aciz bibe, Fewzî’?
Wekî gotina pêşiyan ‘ dîkê çê di hêka xwe de bang dide’; xuyaye ku Xweda ji bo afirandinê ew daye dinyayê. Ne wênesazî têrî wî dike, ne jî çîroknûsî. Di kovara Çirûsk de dema ku rastî helbestine wî hatibûm, min ji xwe re gotibû, ‘ ev kur bi fereafirîneriya xwe ya warê di wêne û wêjeyê de dê bike ku em tev ji afirandinên xwe şerm bikin’!
Digel vê ku ew evçend afirîner e, ew wisa jî nefsbiçûk e. Li xwe nanihe ku wesfê xwe bide, rutbe û peyayan bi xwe ve ke.
Vê pêlê, min berhema wî ya dawî, - li Navenda Cegerxwîn wî diyarî min kir- dîwana wî ya bi navê ‘ Têbiniyên Bajarekî  Wêran’* xwend û min xwest ji dîwanê çend helbestan bineqînim bo antolojiya Bakûrê Helbestê/Antolojiya Helbesta Bakûr’. Helbestên di dîwanê de kirin ku ez li hev biherbilim. Her helbesta ku min xwend ji min got, ‘ min hilbijêre’! Bi rastî min nema zanî kîjan helbestê hilbijêrim, kîjanê bihêlim. Heke hûn jî dîwanê bidest bixin û bixwînin, hûn ê bibînin ku Fewzî wênehelbesta xwe ji çarçoveya kevalê derxistiye; welatek, axek, êşek, evînek, bajarek kiriye peyve-tuwal; dilê xwe kiriye firçe û di nava boyaxa ‘bîrê’ dakiriye û rengekî sor daye helbestê… Di vê xebatê de peyvên ku tu caran neyên bîra helbestkarekî û her helbestkar nikaribe wan diristê de bi cih û bi wate bike: rîtm, rîtûwel, replîk, fregman, praksîs,fîguran,pastoral… peyvên ku hew û bi tenê Fewzî Bîlge dikare wan biêxe nava ristê û  jê rengexelekên wateyî bispêre ‘bîra’ me, aniye pê.
Sê çar helbestên di dîwanê de ‘posterhelbestan’ bixin bîra merinv jî; helbesta Fewzî rêçşikandinek e, rêçdagerandinek e ji ser  rêça helbesta a berdest a li bakûr.
Li ser vê rêçê, her helbest ‘kêlîbîra niha’ û a raborî û dahatûyê bi hev ve dike û bergeha helbestê ferewantir, peyvê watedartir, ristê risastir, awazê helbestê senfonîtir dike, Bi kurtasî Fewzî helbest vediguherandiye wênehelbestê:

Destên min tenê li deriyê dilê te dixe
Serhildanên serjêbûyî rengên min tev sor kirine
Xezaleke spehî ji çeka xwe pê ve bi tu kesî re ranezaye
Li peravên xeyan xwe bi ramûsanan ji xwe re welatek ava kiye

Ez wênesazekî şêt
Li dû serhildanê serjêbûyî
Bi dû şopa delaliya te ketime
Çirûskên çavên te yên kesk mirarkî ji sihî bihurîne
Xeyalên te utopîk,yên min Spartakusekî qelender bi xaçê ve çarmîx bûne

Ez wênesazekî bikêrnehatî beredyî
Di fona wêneyê te de min welatête newênandiye
Li min bibuhure
Di rûyê te yê rojhilat de çav li ava ne
Di şara te kesrewan û deqdeqî de firçeya min gurrî bûye
Dest bişike, j imin bimîne, tenê rûyê te diwênîne.

Portre, ji dîwana ‘Têbiniyên Bajarekî Wêran, F.Bîlge, Weşanên Belkî, 2011
29+1, F. Bilge, Çîrok, Weşanên Belkî, 2005