Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl “Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî” çap kir. Pirtûk ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine kirin, pêk tê.
Rojnamevan û helbestvan Rêdûr Dîjle jî edîtoriya kitêbê kiriye. “Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî” ji hevpeyvînên ji 1991´ê heta 2019´an ên bi Celîlê Celîl ren hatiye çêkirin û bi temamî 386 rûpel in. Di pirtûkê de hevpeyvînên di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), kovara Rewşen, Tîroj, Nûbihar, Bîr, ji hevpeyvînên di malpera Nefel, rojnameya Newepel, Bûyerpress, K24, Dunya TV’yê de weşandî hene, û wekî di hevpeyvînên ku hin nivîskar û lêkoleran bi Celîlê Celîl re kirine jî di kitêbê de cih digirin.
Ji wêjeyê heta dîrokê
“Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî” mijarê wêjeyê, zimanî, yên li ser dîrokê û heta bi zargotina Kurdî, tevî gelek mesele û mijarên girîng dihewîne. Ligel vê, li ser malbata Celîlan jî ku ev qederê 70-80 salan e di warê wêje, folklor, çand û zargotina Kurdî de bênavber dixebitin, gelek agahî di kitêbê de hene.
Çavkaniyeke girîng ji bo lêkoler û xwendekaran
“Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî” di warê dîroka Kurdan û Kurdolojîyê de, ji bo xwendevan û lêkoleran wê bibe çavkaniyeke girîng. Ji lew re, di nav hevpeyvînan de tê dîtin ka Kurdolog Celîlê Celîl li ser bingeha dîrok, ziman, çand û wêjeya welatî çawa ber bi gerdûnê ve meşiyaye û xebatên wî di navbera doh û sibe de pireke çawa danîye.
MA/AMED