Helbestvanê Kurd Ebdullah Beg kurê Silêman Begê kurê Ebdullah Beg di sala 1906’an de li Helebçeyê hatiye dinyayê. Eslê xwe xelqê bajarê Merîwanê ne. Lê belê bavûkalên wî ji bo debar û jiyana xwe ji wir koç kirine û li Helebçeyê bi cih bûne.

Wexta ku wî helbest nivîsiye mexlasa “Goran” bikar aniye. Ew mexlas navê yek ji êlên Kurdan ên mezin e. Di dema zarokatiya xwe de li cem bavê xwe, Silêman Beg ku wekî Silêman Begê katib navdar bû, Qur’an û kitêbên seretayî xwendin. Piştî wan, li hucreya mescida Paşa li Helebçeyê bû xwendekar. Ders û kitabên hucreyê ên wê demê pirraniya wan temam kirin, lê belê wexta di sala 1919’an de Helebçe ji hêla Ingîlîzan ve hat dagirkirin, neçar ji Helebçeyê koçî “Biyare” kirin. Piştî demekî dîsa vegeriyane Helebçeyê û di wê demê de bavê xwe jî ji dest da. Piştî van, wî li dibistanên nû yên wê demê xwendina xwe domand. Piştî xelasbûna dewra navîn ji ber mirina birayê xwe neçar bi kurê xalê xwe, Ebdulvahid Nûrî re çû dibistana ilmîye ya Kerkûkê.

Mamostetiyê dike

Piştî temam kirina perwerdeyê li nav karê perwerde û hîndekariyê şixulê dersdariyê peyda dike. Li gelek gundên li dor û berê Helebçeyê wekî mamoste dixebite. Lê di sala 1937’an de bi karên wekî fenî û rêsazî re mijûl dibe. Ji sala 1942 heta 1944’an bi du dostên xwe re li rawestgeha radyoya şerq a nêzîkê bajarê Yafa li Filistînê bi çalakiyên cur bi cur ên ferhengî re ket. Sala 1944 ji ber  pirsgirêkên darayî ku ew du salan dikeve girtîgehê. Piştî ku ji zindanê azad bû di sala 1952’yan de dizivire Silêmanî û wekî serkarê rojnameya “Jîn” dikeve nav kar.

Qonaxeke nû di helbesta Kurdî de

Bi şêwaza nû ya salên 1940’an de ji hêla Ebdullah Silêman bi nasnav Goran (1906-1962) êdî helbesta nû ya Kurdî diketa qonaxeke taze. Goran helbestên xwe bi wezna kîteyî û şêwazên folklorîkên Kurdî wekî (5+5=10) nivîsîne. Her wiha Goran ev wekî “wezna millî” bi nav dikir ku bi taybetiya zimanê Kurdî re nêzîk didît. Ji ber ku zimanê Kurdî beriya ku wekî wêje û huner bê bikaranîn bi “wezna erûzî”, wezna kîteyî di helbest û beytên ayînî de yên wekî “Merîfet û Pîrî Şalyar” û  metnên “Yaresan” di folklora dengbêjîyên gelêrî de û heta di qurneya 18’emîn de di devoka Hewramî de tecrube kiribû. Ev rûdana helbesta nû ya Kurdî ji geşedanê wê heyamê yên li cîhanê û bi taybet li erdnîgarîya Kurdan jî ku rû dida, kêşeyên siyasî, civakî, fikrî ku bi miletên din re jî di nava temasekê de bûn. Jixwe Goran û kesên rewşenbîrên wê demê di nava hewldan û gengeşiyên ramanî ên wê demê de ne.

Nifşekî din ên şairan

Li Silêmanîyê wê demê xebatên rewşenbîrî, siyasî, wêjeyî pirr hene û weşanên kovar û rojnameyan jî her der diçûne wir. Wekî “Yadgarî Lawan”, “Diyarî Lawan” di nava salên 1933-34 bi rêveberiya Tewfîq Wehbî bi kesên rewşenbîrên wekî Îbrahîm Ehmed, Reşîd Necîb, Şakir Fetah û yên din jî hebûn ev nifşê pêşîn bû. Xebatên wan ên pêşîn di nava salên 1935, 1939, 1945, 1950 çap bûn. Helbestên nû ên Goran bi navê “Bihuşt û Yadgar” diçe heta sala 1950.  Piştî wan jî nifşekî şairan ê din çêdibe.

Berhemên Goran

Di sala 1980’î de Mihemed Mela Kerîm Helbestên Goran kom dike û amadeyî çapê dike û li Bexadayê diweşîne.

Beheşt û Yadgar, (1950), Firmêsk û Huner, Sirûşt û Derûn, Lawik û Peyam, Dîwanî Goran, Şi’ir Bo Minal

*Amedekar: RIZGAR ELEGEZ