Li welatekî navê ku serkarî li xwe dike, ne girîng e. Navê komara îslamî, navê civat, rengê spî (ak partî), dîn û iman, çi navê li xwe dikin bila bikin, ew bi van navan nabin xwediyê nirxên mirovî. Tenê dadweriya ew li ser xaka welêt pêktînin, rewşa girtîgehan, helwesta li hember zarokan, kiryarên ku girtî û bende rastê tên, karekter û sincê serkariya wî welatî li ber çavan radixîne. Mijara girtîgeha Pozantiyê jî bêexlaqî, bêwijdanî û beraziya vê serkariya faşîzma kesk bê kêmasî zelal dike.
Dema kesekî/ê hate girtin êdî ew bendeyekî/e destê dad û sinca desthilatdariyê ye. Ew girtî di nava çar dîwaran de tenê ye û li hemberê wan hêzên ji girtîgehan berpirsiyar, bê parastine. Yanê ew êdî bi wîjdan û exlaqê serkariyê re rû bi rû maye. Dema serkarî serkariyeke dadwer, demoqrat, bi sinc û exlaq be, girtî bê ku rastê neheqiyekê wer, cezaya xwa dikişîne. Lê ku serkarî wekî serkariya AKP û Fetulahî bê sinc û exlaq, bê wijdan û bê merhemet be jî, di girtîgehan de zarok jî, mezin jî, wiha rastê destdirêjahiyan tê.
Disa li welatekî exlaqê serkariyê bi nêzîkbûna li zarokan jî, bê kêmasî derdikeve holê. Dema ji bo zarokan rê yên perwerdeyeke baş were vekirin, li gor cihana zarokan nêzîkati li zarokan were kirin, mirov dikane bibêje ku li wî welatî serkariyeke dadwer, bi sinc û exlaq heye. Lê gava mirova li statîstîkên li Tirkiyê dinêre, dibîne ku şîdet û destdirêjahiya li hemberê zarok û jinan di dema serkariya vê AKP e û Fetullahê bêîman de ji sedi heftê zêdetir bûye. Ev jî exlaqê vê serkariya faşîzma kesk ya cinawir nîşan dide.
Li gor lêkolîn û rapirsîna Komaleya geşandina perwerdê di tevahiya jiyanê de (Hayat boyu Egitim Gelişîm dernegi) Di nava salên 2008-2010 an de 750 000 hezar zarokên di bin çardeh salî de rastê muameleyên xirab hatine û bûnin qurbanên tewanan. Destdirêjahiya li ser zarokan jî ji sedî 63,37 zêdetir bûne. Ji sedî nod û pêncên van tewanan li bajarên Tirkan rû dane. Yên li Kurdistanê jî bi destên hêzên dewletê pêkhatine.
Mijareya Pozanti jî di vê mijareya bêexaq de wek lûtkeya çiyayê qeşayê ye. Li her qereqolên polêsên AKP – Fetulalhî û girtîgehan ev destdirêjahiya bê exlaq pêk tê. Vê rastiya bêsinciya serkariyê êdî her kes dibîne. Wek mînak kolomnîsta rojnameya Redîkalê Ezgî Başaran di gotara xwe ya 29.2.2012 dan de li ser rewşa zarokên di girtîgeha Pozantiyê de wiha dinivîse:
„Çawa bi pîmapenan li destê wan (zarokan) xistin, bi kotekê li wan gef hate xwarin, al bi wan maçîkirin dan; kindirên kiribûn xirikên wan, dema dixwestin çawa dişidandin; çawa bi zorê xistin nava tewanbarên karên xirab, bi çi awayî derpê wan ji wan daxistin...“
Ma tenê ev bû? Wan polêsên fetullahî li ber ekranên tv yan milên zarokên Kurd şikandin, serê zarokan pelixandin, kuştin, hin jî bi zorê xistan cendereya mêjî kuştinê ya qaşo bi navê „malên hezkirinê (sevgi evlarî)“. Kê çi dizane ka di wan malan de bê tecavûzê mêjiyê zarokan kirinê, wan zarokan rastê destdirêjahiyên çawa tînin!..
Ew robotên fetullahî yên bi navê hêzên ewlekarî xistine kûçe û kolanên bajarên me, îman û merhemetên wan di bêwijdaniya fetoyê minafiq de fetisandine. Di wan kolanan de bê navber bi gaz û bombeyan êrişên zarokan dikin. Kîjan zarok derdikevin pêşberî wan, bê pirsîna tewan û dadgehkirinekê rasterast dixin zîndanên zebaniyên bi exlaq û sincên fetoyî lê hatine bi cih kirin. Ew zebaniyên maşeyên destê fetociyan bi destdirêjahî, qaşo bi vê tehdîtê tirsê dadixin nava gel û zarokan, da ku bikanin berxwedanê bişikênin.
Ew kesên li Pozantiyê kî û çi dibin, bila bibin, ger wan ji hêzên serkariya faşîzma kesk destûr nestandana, yan jî ji wan ferman negirtana dê tucarî, newêrîna ku teşebûsê tewaneke wiha kirêt bikirina. Lema jî berpirsiyarê vê bûyarê rasterast serkariya AKPê û Fethullah e.
Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku êdî her kes dizane, ev destdirêjahiya ne tenê li hemberê wan zarokên me, li hemberê tevahiya gelê me hatiye kirin. Divê her Kurd vê bêexlaqiyê wek tewaneke mirovahiyê ya li hemberê xwe bibîne. Bi tundî li hemberê vê cinawiriya AKP – Fetullahî derkeve û vê bêsinciya serkariya wan li her derê teşhîr bike. Vê bêdengî derbazkirin, hesap ji wan nepirsîn, bi serê xwe pirsgirêkeke exlaqê ye. Divê êdî kesên fetulalhî ne wek îslam (heşa îslamê), yan jî bawermend, wek tecavuzkar, bêwîjdan, xwînxwar û rûreşiya mirovahiyê werin linsekirin, di her rewş û qadê de werin şermezarkirin, rûçikên wan ên zîşt were reşkirin. Ez bi hemû nefreta dil berpirsiyarên vê destdirêjahiyê ango serkariya faşîzma kesk bi tundî şermezar dikim.
Pozanti; exlaqê AKP’ê û Fethullah Gulen