Narîn got, "Armanca me ya sereke pratîkkirina Xweseriya Demokratîk e."  BDP bi dirûşmaya "Bi rêveberiya Cewherî ber bi nasnameya azad" ku ji hilbijartinên herêmî re xwe amade dike bi van hilbijartinan re ji bo pratîkkirina Xweseriya Demokratîk jî wê xebatên xwe pêş bixe. Namzetê Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn projeyên xwe û nêrîna xwe ya der barê rêveberiyên herêmî de agahî dan.

Navçeya herî guncaw

Narîn da zanîn ku wek partî armanca wan a sereke pratîkkirina Xweseriya Demokratîk e û got, "Di vê çarçoveyê de navçeya Sûrê cihê herî guncaw e. Ji ber bi salên 1990'an re gelê me yê bi zorê hatiye sirgûnkirin û koçberkirin li vir dijîn. Ji lewra şert û mercên wan ên sosyo-ekonomîk jî nebaş in. Gelê me yê ji ol û baweriyên cuda jî hene. Ev dewlemendiya me ye. A girîng bicihanîna aştiya civakî ye."

Pêşxistina çandiniyê

Narîn diyar kir, ew dixwazin di pêvajoya avakirina Xweseriya Demokratîk de gundiyên bi darê zorê hatine koçberkirin ji nû ve bi axê re bigihînin hev û di vê çarçoveyê de armanca wan di serî de çandinî pêşxistina kooperatîfan in. Narîn der barê vê mijarê de ev xusûs diyar kir, "Em ê li gor qanûna nû araziyên li derdora Dîcle bixin xizmeta gel. Serevanî û fêkîvaniyê pêş bixin."

Ne veguhertina bajêr

Narîn, bal kişand ser mijara "veguhertina bajer" a di rojevê de ye jî û got, "Bêyî ku em pêkhatina resen a Sûrê xera bikin em ê veguhertina di cihê xwe de pêk bînin. Em ê projeya ku dîroka Amedê bibînin û di hewşekê de 8-10 malbat bijîn ava bikin."  Narîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji bo ciwan û jinan projeyên taybet pêş dixin û di vê mijarê de jî wiha axivî: "Ji bo ciwanên me kêm be jî ji bo çareseriyek ji pirsgirêka bêkariyê re çêbibe û pêşxistina meslek û zimanê dayikê jî xebatên me wê çêbibin."

Perwerdekirina zarokan

Narîn got ku ji bo zarokan jî wê budçeyê veqetînin û ji bo zû tecrûbeyên zarokan keşf bikin wê projeyan pêş bixin. Narîn der barê muzeya wê çêbikin jî wiha axivî: "Emê di mala dîrokê ya Amedê de ji bo tevayî rêhevalên me yên di tevgera azadiyê de berdêl dane dixwazin muzeyekê çêbikin, bi rûspiyên navçeyê re jî emê komîsyoneke şêwirmendiyê ava bikin." 

DIHA/AMED