Di sedsala 19’an de piştî ku di nîvê pêşîn de Kurd weke miletekî serbixwe ji aliyê zanyar û gerokên rojavayî ve hatin kifşkirin û der barê ziman, dîrok, wêje, civaknasiya wan de çavkanî û belge hatin berhevkirin, di nîvê duyem ê vê sedsalê de gelek pisporan di warên cûda de pirtûk û xebatên zanistî amadekirin û weşandin.
Prof. Friedrich Spiegel (1820-1905) Îrannasekî elman bû ku bi pirranî di warê zanyariyên Kurdî de weke pisporekî balkêş û çavkaniyeke xurt hatibû nasîn. Ew bi taybetî jî weke pisporê dîroka Kurdan û lêkolînên Zendavesta navdar bû.
Piştî ku Prof. Spiegel di salên 1865-69’an de du pirtûk ên ji wergera Zendavestayê, ji lêkolîn û şiroveyên wî pêkhatî weşandin, ew êdî di dinya zanistiyê bû xwedî nav û qedrekî payebilind. Ji wê pêve Zendavesta bû çavkaniyeke xurt ji bona lêkolînên ziman, felsefe, dîroka baweriyan û gelek beşên mayîn yên zanistê.
Mijara duyem ya lêkolînên Prof. Friedrich Spiegel ji dîroka kevnar a Kurdan û bi taybetî jî ji têkiliyên wan bi Medan re pêk tê. Ji bo vê lêkolîna xwe Prof. Spiegel hemû çavkaniyên ku di dema wî de bi dest diketin yên weke pirtûkên kevn ên baweriyan, nivîsên Strabon û Ksenefon, çavkaniyên Ermeniyan, nivîsên bi bizmarî ku bi pirranî jî yên ku ji aliyê Henry C. Rawlinson de hatibûn peydakirin, her weha hemû nivîsên pisporan yên ku di sedsala 19’an de li herêmê derheqê zanyariyên Kurdî de lêkolîn kiribûn weke Ritter, Ainsworths û Layard. Piştî lêkolîneke dûr û dirêj Prof. Spiegel ev xebata xwe ya derbarê dîroka Kurdan de jî di sala 1861’an de weşand.
Wî peywendiya Medan û Kurdan danî
Li gora baweriya Prof. Spiegel her çiqas di dema Medan û ya dewletên piştî Medan de li herêmê tevlihevî çêdibûn û gelek caran ew dewletên mezin û xurt hildiweşiyan jî, lê belê bandora van tevliheviyan di wan serdeman de li ser jiyana navxwe ya eşîran kêm çêdibû. Ango di sîstema jiyana wan û wargehên pirraniya wan de bi sedsalan, carina bi hezar salan jî guhertinên bingehîn çênedibûn. Lê belê di dema van bûyeran de guhertinên demografîk bi pirranî di bajarên sereke de diqewimin ji ber ku alîgirên desthilatdarên nû ên beriya xwe ji bajaran bi dûr dixistin an jî ew bi xwe ji ber tirsa ji desthilatdarên nû ji bajaran vedikişiyan çiyan û deştên di qûntara wan de.
Prof. Friedrich Spiegel di destpêka xebata xwe de hewce dîtiye ku berê pêşî rewşa Îran û bi taybetî jî ya Kurdistanê ya di serdema xwe de şirove bike. Ew ji deştên Sûriyê dest pê dike ber bi herêmên bilindciyên li rohilatê çemê Diclê û Zapê ve diçe ku ew zêdetir li ser herêmên li rojhilat û başûrê Kurdistanê radiweste. Ev herêmên ku ji rêzeçiyayên weke Hewraman û Zagros her weha di navbera wan de jî ji deştan pêk tên bi dewlemendiya mêrg û çêregehan, av û çemên xwe ve weke bingeha jiyana mirovan gelek girîng bûn, li deştan çandinî û li bilindcihan jî bi xurtî xwedîkirina pez-dewaran karên sereke bûn. Jixwe ji ber ku ev herêm ji bona jiyanê gelekî berhemdar bû, ya ku bi pirranî ji çiyan pêkdihat û gelê wê her aliyê wê gav bi gav dizanibû dewletên dagirker nediwêrîn raste rast êrişan bibin ser herêmê.
Prof. Spiegel dûr û dirêj şiroveya erdnîgariya ji Colemêrgê heta Sine û ji çiyayên Hewraman û ji deştên Kerkûk-Hewlêrê heta gola Hezarê û çemê Erezê li bakur dike û wê tev çiya, deşt, çem û golan radixe ber çavan. Piştre ew dîsa bi vî awayî gav bi gav, navçe bi navçe qala hemû eşîrên konfederal yên li ser vê erdnigariyê dike, hejmara binemalên wan û ya malbatên wan jî pê re destnişan dike. Prof. Spiegel pê re nav û hejmara miletên cûda yên weke Ermenî, Asûrî û Cihû yên ku di nav Kurdan de an jî li hawirdorên wan wek cînar dijîn dide, rola wan di dîroka herêmê de şirove dike.
Welatê Medan û Kurdistana îroyîn
Prof. Spiegel ji nivîsên Heredot jî erdnigariya navendî ya welatê Medan neqil dike ku ew jî kêm û zêde teqabulî tevahiya rojhilat û başûrê Kurdistana îroyîn dike. Li gorî Prof. Spiegel di dîrokê de hîç çavkanî tinene ku bi saya wan mirov karibe destnîşan bike ka di serdemên beriya zayînê de ji bilî Kurdan miletekî din di vê herêmê de weke piranî jiyaye yan na. Jixwe Faris jî bi xwe dîrok û kevneşopiya xwe naspêrin Medan û herêma wan ya navendî. Prof. Spiegel destnîşan dike ku gel û eşîrên vê erdnigariyê berê xwe ji hevdu û ev herêm jî weke welatê xwe dihesibandin û ev yek ji aliyê biyaniyan ve jî wisa hatiye dîtin. Li gorî wî ev welat cara pêşî ji aliyê dewleta dagirker ya Romayê ve hatiye parçekirin. Dewleta Romayê beşa bakûr ya erdnîgariya Medan dagir kiriye û serbazekî xwe ê bi navê Atropates weke serwer li wir bi cîh kiriye ku navê Aderbaycan jî ji navê wî peyda bûye.
Miletê kevintirîn ên Îranê: Kurd
Li gorî lêkolînên Prof. Friedrich Spiegel Kurd ji kûraniya dîrokê pêve niştecihên welatê medan in. Çîrok û destanên îranî wan weke miletekî kevintirîn yê vê herêmê destnîşan dikin, navê wî ne tenê di nivîsên Heredot de ew her wisa di pirtûka Xenefon ya der barê Karduxan de jî eşkere derbas dibe û di sîstema jiyana Kurdan ya di dema Ksenefon û ya di dema ji nîvê sedsala 19’an de guhertinek berbiçav diyar nabe.
Piştî hilweşandina dewleta Medan ji çavkaniyan diyar bûye ku farisên Aşemenîd hin bi dehsalan bi medan re şer kirine. Her weha Prof. Spiegel di nivîsên Heredot ên wek çîrok û destanên îranî de tespît dike ku serwerê Aşemenîdên faris Kambyses dema li ber mirina xwe li Farisan şîret dike ku divê ew careke din rê nedin Medan ku ew dîsa bibin desthilatdar û hukimdariyê li ser Farisan bikin.
Her çiqas ji Medan belgeyên nivîskî yên bi zimanê wan nehatibin peyda kirin jî, ew hemû navên ku ji wan mane, bi pirranî jî yên qiralên wan ji koka zimanên hindo-ewropî ne. Prof. Spiegel destnîşan dike ku hemû çavkaniyên der barê Medan de wan weke miletekî hindo-ewropî destnîşan dikin û ji Heredot neqil dike ku Medan di wexta xwe de xwe weke miletekî ji koka Arî hesibandine.
Bavê teoriya Medbûna Kurdan ji bîr dibe
Bi kurtasî Prof. Friedrich Spiegel di vê xebata pêşî ya der barê dîroka Kurdan de gelek ramanên cûda jî şirove dike û di encamê de tê li ser wê baweriyê ku koka Kurdan digihêje Medan. Ev lêkolîna wî piştre jî ji gelek pisporên dîrokê yên weke Wladîmîr Minorsky re jî bûye çavkanî ku wan jî lêkolîn û ramanên xwe yên der barê dîroka Kurdan de li ser vê bingehê avakirine. Lê dîsa jî balkêş e ku di xebatên piştre yên der barê dîroka Kurdan de nav û ev xebata Prof. Friedrich Spiegel, ango hîmdarê teoriya têkiliya Medan û Kurdan pirr caran derbas nabe.
MEHMET GULTEKÎN* / FRANKFURT
* Di Baasnewsê de hatiye weşandin.