LUQMAN GULDIVÊ / NAVENDA NÛÇEYAN


Li Rojavayê Kurdistanê û li herêmên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, hilbijartinên qonaxa duyemîn nêzîk dibin. Ji bo hilbijartinên 1´ê Kanûnê em li ser karûbarên hilbijartinan, namzetên lîsteya wan û projeyên wan bi ji rêeveberên TEV-DEM´a Kobanê, Malik Mîtan re peyivîn. Mîtan dibêje, ev hilbijartin di hewaya şahiyan de û bi hesteke reqabetê bi rê ve diçin û ew gavek in di projeya avakirina civake demokratîk û neteweya demokratîk. Li gorî wê ev proje, projeya avakirina aştiyeke mezin a civakî ye li Rojhilata Navîn.  


Endamê rêveberiya TEV-DEM´ê li kantona Kobanê, Malik Mîtan dibêje, ew weke lîsteya Neteweya Demokratîk bi 500 namzetan li kantona Kobanê, ango li 5 nahiye û 6 beldeyan beşdarî hilbijartinan dibin. Li ser pirsa ka di çarçoveya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk ya Bakurê Sûriyê de çi amadekarî û xebatên lîsteya hene, dibêje, “Em niha di meheeya propagandaya hilbijartinan de ne. Me beriya her tiştî bi namzetên xwe civîn li darxistin ji bo ku em bernameya xwe pêşî bi wan re minaqeşe bikin. Paşê jî hem namzetên û hem jî komîteyên me yên hilbijartinan daketin komun û kolanan; mal bi mal digerin û xwe didin naskirinê. Ew karên sibeerojê, projeyên ji bo siberojê bi xelkê re parve dikin. Wekî din em ji bo kominan û gel jî civînan li dar dixin. Ango destpêkê em mal bi mal digerin û paşê civînên komî bi rê ve dibin. Em lîsteya xwe namzetên xwe careke din didin nasîn, logo û resmên namzetan jî em nîşan didin.”



Sîstema demokratîk û xizmetên şaredariyê

Mîtan dide zanîn ku xebatên wan bi coş dewam dikin bi wî rengî ku li gelek cihan civîn mîna şahiyan bi rê ve diçin û vediguherin bernameyên şahiyên hunerî jî.    

Li ser pirsa ka xelk herî zêde çi meraq dike, ji lîsteya we û namzetên wê lîsteyê çi dipirsin jî, Mîtan dibêje, “Milet di rêza yekê de herî zêde meraq dike, ka di qonaxa piştî DAIŞ´ê de projeya me ya siaysî ji bo Sûriyê çi ye. Gelek pirs li ser awayê sîstema em dixwazin damezirînin, hene. Wekî din pirsên li ser dewr û rola şaredariyan hene. Ji me pirsa projeyên perwerde, aborî û xizmetên civakî dikin. Xizmetên nan, ava, sotemenî û şaredariyê de pirsên xelkê hene.”


Şaredarî dibe organa esasî ya meclîsan

Li ser pirsa ka projeya şaredariyan a lîsteya Neteweya Demokratîk çi ye, ew çawa rave dikin jî, Rêveberê TEV-DEM´a Kobanê Malik Mîtan dibêje, “Di meclîsan de şaredarî xwedî rola herî mezin in. Li gorî plansaziya me derfet û ehemniyeta em bi şaredariyan didin zêde ne. Mesele em difikirin ku di meclîsa beldeyan de ji 38 kesan 7 kes xwerû bi xizmetên şaredariyan re mijûl bibin, herçî nahiye ne ji 42 kesan 11 kes xwerû wê bi xizmetên şaredariyê re mijûl bibin. Di asta kantonê de jî ji beclîsa 62 kesî 12 kes xwerû bi karê şaredariyê re mijûl bibin. Ango hem xizmet û hem jî gelek karên civakî di ser şaredariyan ve wê bi rê ve biçin. Ango şaredarî dibe organ û dezgeha esasî ya meclîsan.”   


Milet dixwaze ji her kesî fêm bike

Helbet ya em meraq dikin, ka bi hilbijartinan kelacanê xelkê rabûye, hewayeke reqabet û hilbijartinan li nava xelkê heye, kî din beşdar dibe; ji bo vê jî Malik Mîtan wiha li me vedigerîne: “Ji bilî lîsteya me ya Neteweya Demokratîk, lîsteyek li ser navê Partiya Yekîtî heye. Ji bilî vê lîsteyê, gelek namzetên serbixwe hene. Ew jî kar û xebata xwe ya propagandayê bi rê ve dibin. Helbet namzetên serbixwe li gorî derfet û îmkanên xwe vê dikin. Nihêrînên xwe yên siyasî, ka dixwazin ji bo gel çi bikin, ew jî azad di nav gel de xwe îfade dikin.”

Heger wisa ye, helbet carinan namzetên cihê rasta hev tên, û ev rasthatin li gorî Malik Mîtan wiha ye: “Nexasim li gel namzetên serbixwe em carinan rasta hev tên. Milet dixwaze ji her kesî fêm bike. Em ji projeya xwe bawer in, û em bawer dikim ku gel projeya me meqbûl dibîne. Lê helbet namzetên din û lîsteya din jî karê xwe dike.”


Armanc avakirina Neteweya Demokratîk e

Ev xebatên hanê çawa razî dikin xelkê, xelk êdî amadeya beşdarî vê siyaseta demokratîk a meclîsan û şaredariya gel bibe, gelo, bi vênevê mirov dipirse û Malik Mîtan jî vê bersivê dide: “Li vê yekê niha reqabetek heye. Me lîsteyên xwe diyarkirin, gelek kes li derveyê lîsteyan man û dixwazin di nava siyaseta demokratîk de cih bigirin û ew ê siberojê di sazî û dezgehan de cihê xwe bigirin. Ne tenê şaredarî jî, ji ber ku karûbarên şaredariyê bi tenê beşeke ji karên meclîsan. Armanca sîstema avakirina Neteweya Demokratîk e. Projeyeke siyasî û civakî mezin e ku dixwaze demokrasiyê bîne Sûriyê û Rojhilata Navîn ku tecrûbeyên wê yên demokratîk di sedsala bihurî de çênebûne. Ji berê wê bi hêviyeke mezin gel lê dinihêre.”


Dengê herkesî wê di meclîsan hebe

Malik Mîtan bi bîr dixe ku qonaxa hilbijartinan a yekemîn ku a komunan bû serketî dibîne û dibêje, “me kevirê yekê yê bingehê sîstema xwe danî.” Gava duyem Malik Mîtan weke avakirina meclîsan bi nav dike, ku wê bibe avakirina navendên biryargirtinê û wiha dewam dike: “Ew kesên ku di sîstemên dewletan de ti dewra wan nîne, di van meclîsan de bi dewra esasî rabidin. Ji sedî 50´yê hemû meclîsan wê jin bin. Ciwan jî kotaya wan heye. Hindikahiyên cihê jî kotayên wan hene. Li Kobanê berê Ermenî di avakirina bajêr de bi dewra sereke rabûne, lê îro pirr kêm mane. Lê em nikarin wan înkar bikin. Wê kursiyê Ermeniyan hebe di wê meclîsê de. Ji bo ku yên kên ji reqabetê dernekevin. ev sîstem ji hemû sîstemên dewletdar ên li rojhilata Navîn ên ku li ser înkarê ava bûne, hemûyan li pey xwe dihêle, ji wan dibihure. Wan diguherîne û aştiye civakî ya mezin pêk tîne. Ev modelek e ji bo Sûriyê û tevahiya herêmê.”




Bajar ji nû ve hat avakirin


Rêveberê TEV-DEM´ê Malik Mîtan îşaret pê dike ku di qonaxa jinûveavakirina Kobanê de gavên girîng hatine avêtin û li ser mijarê jî wiha dipeyive: “Kesên ku Kobanê piştî şer dîtî û îro dibînin, bi rastî jî bawer nakin. Bi lezeke mezin û derfetên di destê gel de yên kêm, bajar hatiye avakirin. Gelek tişt mane em bikin. Bajar ne tenê di şer de texrîb bû. Kabanê di dema rejîma Baesê de jî ji ber îhtîmam pênedanê, bê binesazî bû. Li vir kanalîzasyon li gelek deveran tineye. Pirsgirêka şebekeya avê di dema rejîmê de jî li gelek deveran hebûne. Her wiha rê û bi giştî binesazî wiha bûye. Niha hem ew û hem jî texrîbata şer a li ser xaniyan, rêyan, şebekeyên elektrîk û avê tên telafîkirin. Di van waran de niha li Koabnê xizmetên emzin tên pêşkêşkirin.”




Di warê azadiya jinê de civak diguhere


Lê gelo hemû pêkhateyên li Bakurê Sûriyê û Rojavayê urdistanê amade ne vê projeyê qebûl bike, nexasim jî mijara azadiya jinê çawa tê pêşwazî kirin; li gorî Malik Mîtan, astengiyên cidî çênebûne: “Têkoşîna ji çend salan û vir ve heye, jin artêş in, jin fermandar in, di asta îradeya siyasî de jin di her qonaxê de hene. Vê yekê êdî derî li pêşiya jinê vekirine. Hem jin bixwebawertir hereket dikin. Hem êdî mêr astengiyên zêde cidî çênakin. Di nava civakê de baviksalarî dimîne û di wê astê de astengiyên cidî jî hene. Lê belê, êdî derî her diçe li pêşiya jinê bêhtir vedibe. Di van hilbijartinan de jî kotaya ji sedî 50´î ya bo jinan li hemû herêman çêbû. Çi li wan cihan ku Ereb zêde ne û çi jî li wan cihan ku pêkhateyên din zêde ne. Li hemû cihan ev kota di nava namzetan de pêk hat û em li ti deverê rastî astengiyeke cidî nehatin.”