Rojnameya Emerikî Wall Street Journal (WSJ) diyar kir ku li gorî çavkaniyên wan, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, ji bo damezrandina Herêma Ewle li rojhilatê Firatê di nav hewlên pêkanîna projeyeke berçav de ne.
Li gorî WSJ´ê, ku li ser zarê berpirsên bilind ragihandiye, DYE dixwaze koalîsyonekê ji welatên rojavayî pêk bîne û Herêma Ewle ji aliyê wê Hevpeymaniyê ve were parastin.
Armanca pêkanîna koalîsyonê, parastina rojhilatê Firatê, pêşîgirtina şerekî di navbera Tirkiye û Kurdan de ye. Li gorî nûçeyê, plan ew e ku Herêma Ewle ji alî Hêzên Fransa, Awustralya û Brîtanyayê vê bê parastin.
Ewrûpî hebûna projeyê erê dikin
Herweha tê ragihandin, ku Kurd jî bi awayekî erênî xwe nêzîkî vê projeya Emerîka dikin. Lê Tirkiye dijberiya xwe beramberî vê projeya Emerîkayê ragihandiye. Çavkaniyên Ewrûpayî ji WSJ´yê re diyar kirine ku projeyeke weha heye û Ewrûpa bi awayekî erênî xwe nêzîkî projeyê dike. Ewrûpayî di wê baweriyê de ne, pêkanîna Herêma Ewle dikare li ber penaberiya bi milyonan kesî jî bibe rêgir. Heman rayedaran da zanîn ku pêşniyaz hîna nehatiye erêkirin. Li gorî planê, hate îdîakirin ku DYE´yî soz daye ku ji bo destwerdaneke bi lez a pêwîst de “hêzên reaksiyona xurt” li Iraqê bi cih bike.
Li aliyê din Wezîrê Karê Derve yê Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) Enwer Gargaş da zanîn ku ew herêmeke tampon a Tirkiye li Sûriyê ava bike, qebûl nakin. Wî got, weke MYE li Sûriyê ew ê li cem Kurdan cihê xwe bigirin.
NAVENDA NÛÇEYAN