Civîna Konseya Bajar a ku 6 mehan carekê pêk tê li Salona Konferansê ya Apê Musa ya li Navenda Çandê ya Mîtanniyê pêk hat. Şaredara Nisêbînê û Serokê Konseya Bajar Ayşe Gokkan, Sekreterê Konseya Bajar M. Mahsun Elmas û endamên konseyê yên din tevlî civînê bûn. Gokkan di civînê de axîvî û têkildarî xebatan de agahî dan endaman û pirsgirêkên bajar vegotin. Gokkan, diyar kir ku xebatên bajar ên binsaziyê bê navber berdewam dikin û wiha got: "Dema me şaredarî dewr wergirt ji xwe gelek pirsgirêk hatibûn çareserkirin. Me jî hemû projeyên xwe pêk anîn. 6 projeyên me yên weke Mezbaxane, bazar gel, paqijkirina Çemê Çaxçaxê, Navenda Şêwirmendiya Jinê, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê, temelê hala fêqî. Heke bê bîra we di salên 1999-2004'an de ji ber pirsgirêkên polîtîk şaredariyê nedikarî şantiyeyê vebike. Demên gelek bi pirsgirêk hatin jiyîn."
Li Tirkiyeyê bû yekemîn
Gokkan, da zanîn ku piştî paqijkirina Çemê Çaxçaxê derdora çem 20 donum qad hate vekirin û wiha axivî: "Li gorî pîvanên zanistî di navbera navenda bajar û ber çem 8 derece cudahiya germahiyê heye. Hele li Nisêbînê germahî 40 derece be li ber çem 32 derece ye. Tevkariya hemû kesî ji vê projeyê re çêbû. Ev proje li Tirkiyeyê bû yekemîn. 9 projeyên din ên weke vê projeyê li Tirkiyeyê hene. Lê tenê Şaredariya Nisêbînê ev proje xist jiyanê."
Piştî axaftinê Gokkan pirsên beşdaran bersivandin. Gokkan, bersiva pirsa, "Malên qaçax tên çêkirin çima neyên hilweşandin?" da û anî ziman ku ew destûrê nadin malên qaçax. Endamên Konseya Bajar piştî civînê ji bo pêşketina Nisêbînê proje û pêşniyar pêşkêşî Seroka Konseya Bajar Gokkan kirin.
DÎHA/MÊRDÎN