
Li heremê çêkirina "Bendavên ewlehiyê" didome û bi avakirina bendavan re hemû bedewiya xwezayî û warên dîrokî tune dike. Bi sedan gund dê di bin ava bendavê de bimîn.
Ji ber bendavên ku nû tên avakiirn hemwelatiyên ku debara xwe bi çandiniyê û sewalvaniyê dikin, bi fikar in. Gundên di salên 1990'î de bi hinceta "ewlehiyê" de hatin xirakirin û valakirin, bi bendavên ji bo "ewlehiyê" tên çêkirin di salên 2000'î de carekê din rastî valakirinê tên. Ji van bendavan yek jê jî Bendava Ferqînê ya li ser Çemê Sarûmê ya di navbêra Pasûr-Lîcê de ye û ji hêla wezîrên AKP'yî ve di 4'ê gûlanê de temelê wê hatibû avêtin e. Projeya bendavê ku piştî Bendava Ataturk duyemîn bendava herî mezin e û lêçûna wê 5 milyar lîre ye. Sînorê bendavê ji Mezraya Goma ya girêdayê Bajaroka Sêdeqnê ya Ferqînê dest pê dike, sînorên navçeyên Ferqîn, Pasûr, Lîce û Hezroyê dixe nav xwe. Bi vê bendavê re nêzî 150 gund û mezra di bin avê de bimîn e. Gûndiyên van gundan jî vê projeyî wek e "Projeya xirabkirinê" binav dikin.
Gûndî bi hêrs in
Bendava ku temelê wê ji ava Bendava Êlihê xelas dibe, destpê dike, tê diyar kirin ku razemenî, îstîhdam, enerjî, avdanî ji bo wan encamên talî ne. Her wiha texrîbkirina ku tê pêk bîne jî li ber çavan e. Çêkirina bendavê ku bi armanca avdaniyê lê ji ber amadekariyên tên kirin û encamên tê pêk bîne ne wisa ye, bi lez û bez berdewam dike. Çêkirina bendavê ku didome, li aliyê din jî derbarê çêkirina bendavê de bêdengiyeke mezin heye. Derbarê mijarê de agahiya ne rêxistinên derdorê, ne rêxistinên civakî yên sivîl û ne jî partiyên siyasî heye. Yên derbarê mijarê de agahiya wan heye, tenê gûndiyên ku tê mala wan û erdê wan tê di bin avê de bimîn e, heye. Gundiyên ku di firqa asta texrîbata ku tê bendav pêk bîne, her çiqas li hember çêkirina bendavê bêrêxistinbin jî ti bertekên xwe de hevpar in.
Avdaniye an 'ewlehiye' ye?
Her çiqas rayedar diyar dikin ku bendav ji bo avdaniyê tê çêkirin jî, amadekarî û xebatên tên kirin û hejmara gundên tê di bin avê de bimîn in jî berçav bigirin, pirsa "Gelo bi armanca ewlehiyê tê çêkirin?" tê hişê mirov. Bendava ku di bin rewşek awarte de tê parastin, bi tîmên taybet nobet tê girtin, li gor agahiyan, ji nobedaran re jî di rewşeke heyî de emrê "Lê bide" hatiye dayîn.
Niştecihên Bajaroka Sêdeqnê diyar kirin ku ew bi nivisa ku bi şantiya bendavê ya li ser "Hûn nêzîkê bendavê bibin hûnê bêne kûştin" hatiye nivisandin hatine tehdîtkirin. Her wiha niştecihan anî ziman ku çêlekekê wan ji hêla ewlehkariya taybet a Bendava Ferqînê ve hate gûlebarankirin û bi vê yekê re xwestine çavên gundiyan bitirsînin. Her wiha li ser girekê ya nêzî bendavê qereqolekê devasa hatiye danîn. Gûndiyên ku diyar dikin ev bendav ne ji bo avdaniyê tê çêkirin, anîn ziman ku armanca wan ew e çûn û hatina HPG'yiyan a di sêgoşiya Lîce-Pasûr-Hezro yê asteng bikin e. Ji bilî vê ji ber gundên axa wan ji çandiniyê re herî baş e ku tê di bin ava bendavê de bimîn e, pirsa "Gelo tê avdaniyê li ku bikin" tîne bîra mirov.
Bi bendavê re dîsa tune bibe
Yên dê herî zêde ji bendavê xirabibe, gundên Navçeya Lîcê yên ku di salên 1990'î de dihatin şewitandin in. Gundiyên 15 gundên Lîceyê ku tê di bin avê de bimîn e, pir bi fikar in. Gundiyên ku gûndên wan di salên 90'î de hatin şewitandin û valakirin û bi projeya "Vegera Gund" careke din vegeriyan gûndên xwe tê carekê din rastî xirabkirinê tên. Gûndî, diyar dikin ku heke mirov mezrayan jî serî zêde bike nêzî 50 cihwar di bin avê de bimîn in. Her wiha dê yekemîn bicihwarbûnê ya Lîceyê Gundê Entaq, gûndên xwedî cihên dîrokî û bedewiya xwezayî tê naskirin Geliyê Godernê, Geliyê Zarevê, Matmûr, Dehla Zirê jî di bin avê de bimîn in.
Ji bilî vanan gundên Cofîtnê, Herbeknê, Gir, Reşanê, Bena Dêran, Hezmazê û gelek gûndên din jî dê ji vê projeya xirakirinê nesîbê xwe bigirin. Herêma ku dê di bin ava bendavê de bimîn e, bi avahîyên dîrokî yên şopa qadên bicihwarbûna yekemîn a mirovahiyê ve tije ye. Ji van bermayiyan ên tên dîtin, şikeftên mirov tê de diman, gorên teht, cêwên avê, depoyên avê, dêrên tehtê, birc, aşên avê, qesrên navênda rêveberiya yên aîdê şaristaniyên ku di demên cûda de hiqum kirine, hene.
Daristan di bin avê de bimînin
Temelê bendavê, ji xilasiya ava Bendava Êlihê tê avêtin. Heke ev çêkirina bi armanca astengkirina çûn û hatina HPG'yiyan xilas bibe, di serî de Godernê, bi dehan geliyên stratejîk, qadên daristanan di bin avê de bimin in. Sekina avê ku heta Pira Pasûrê dê bilind bibe, bi aliyê bakûr ve diçe, piştî pirê di Geliyê Pasûrê de gelek HES tên danîn.
Geliyê Godernê, kanyonek e ya li benda keşifkirinê ya bedewiya xwezayê ye. Gorên teht û gorên anît ên li Kanîka, Hêvîka û Kelê ya berdewama geliyê ye, avahiyên ku dîrokzanan, lêkolîner û arkeologan bi heyecan bike ne. Xwediyê qadên ku di pêşerojê de cihên bibin dîrokî, seyrangeh, werzîş û pêşketina tûrizmê ne. Tê gotin ku Mûnzûr ji bo Dêrsim çi be, Heskîf ji bo Botan çi be, Godernê jî ji bo Amedê tê heman wateyî. Sedema Geliyê Godernê ku neketiye rojeva raya giştî ew e ku rewşa erdnigarî û pêvajoya pêvçûnê rola herî mezin dilîz e. Gelî, di nava herêma ku ji riyên çûn û hatinê dûr e, çiyayê asê û şerê di 30 salên dawî pêk hatiye, de ye. Geliyê Godernê, di nava serdeman de ji bo mirovan heremekê parastina xwezayî bûye.
Her wiha dibe ku şûna bicihbûna yekemîn a civaka nêşîrvanan be ye. Ava pir, daristanên mezin ku di navê de heywanên avê hene, ciheke kul i hemberê êrîşan dikare biparêze, xwedî qadeke bi cihwarbûnê ji bo civaka mirovan a ji destpêka dîrokê ye. Ji bermayî û ji keviran tê xûya ku bi dehan qlanan vê geliyê wek e demek dirêj ji bo jiyandinê bikaranîn e. Tê zanîn ku di du hezar salên dawî de Kurd û ermenî di Geliyê Godernê de bi aştiyane jiyanê bi hev re parve kirin e. Qelhe, qûleyan, cêwên avê, aşên avê û amûrên di avakirina wan de hatine bikaranîn, derdixe holê ku gelê ermenî demek dirêje li vir jiyan e. Kurdan jî zêdetir bi çandinî û sewalkariyê re mijûl bûne.
Gûndê Entak a dîrokî…
Cihê dîrokî ya ku dê di bin ava bendavê de bimîn e yek jê jî gundê Entakê ya bi cihwarbûna yekemîn a Lîceyê ye. Navenda şaristaniya Deknanosê li vê heremî ava bûye. Tê gotin ku Ûrartû, Îskîtan, Medan, Persan, Îskenderê Mezin a Makedonyayê, Partan, Romayiyan, Sasanî, Akkoyunlu, Bîzansiyan, Erebên Misliman (Emevî û Ebasiyan) bi dorê li ser vê bajarî bûne serdest. Qeleha Entakê ya li gund, nayê zanîn kengê û ji hêla kî ve hatiye avakirin. Lê tê texmînkirin ku qelhe ji dema Roma ve maye û di sala 532'an ve ji hêla I. Iustînîanûsa Împaratoriya Bîzansê ve hatiye restore kirin.
Di pirtûka ku ji hêla Ebû Abdulah Mûhammed bîn Omerî, I Vakadî de, ev qelhe di hîcreta sala 17'emîn de, sedsala heftan de, ji hêla Iyaz Bîn Ganem û Halîd Bîn Velîd ve ku dixwestin Amedê fetih bikin ve, ketiye destê Ereban.
Navê qelhê bi çavkaniyên cûda bi navên cûda derbas bûye. Li gor çavkaniyên Ereb, Hetax, li gor dîrokzanê Ferqînê Îbnû I-Ezrak jî Hatak, behsa qelhê hatiye kirin. Bi vê re jî di gelek çavkaniyan de jî weke navê Atak tê derbas kirin. Bajarê Entakê ya li vir di serdema Mewaniyan û Artûkogullariyan ve (sedsala X-XIII.) cihwarekê girîng bû. Qelhe piştî Şerê Çaldiranê ya Yavus Sultan Selîm (1514) de ketiye destê Osmaniyan. Ewliya Çelebî wisa qala vê qelehî dike. "Qeleh li dora çem, li ser girek bilind, avahiya bi kevirên çargoşe, qelehek delal e." Ji qelehê tenê temelê wî hatiye heta roja me. Li ser qelehê bermayiyekê mizgeftê tê xûya. Li başûrê wî jî bermayiyekê dêrê ya bi navê Dêra Spî heye. Ji bilî van gûndan gelek gund û mezrayên ku hê neketiye bin qeydê ya di bin bendavê de bimîn in, hene.
DÎHA/AMED