Helbet kar û xebat wê li gorî nûjeniya îroj be, lê em ê her dem pişta xwe bidin dîwarê doh, ji ber ku qayîmtir e û her tişt dikar li ser were avakirin. 


Di riya têkoşîna rizgarbûna gelên bindest de çeka herî bi hêz cidabûna ziman e. Her wiha li ser vê mijarê feylezofê Birezîlî Paulo Freîre dibêje: “Çeka netewên serdest ya herî bi hêz ziman e. Ew neteweyên bindest bi çeka ziman têk dibin. Ji ber ku bi mirina ziman ne kesek, neteweyek dimire.” Nexasim jî ji bo gelê Kurd ev yek di riya azadiyê de xerca avakirina dîwarê azadiyê ye. Piştî ku li Kurdistanê bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê Kurd bûn xwedî erk û her ku diçe li ser zimanê Kurdî xebatên balkêş û hêja derdikevin pêş. Yek ji van xebatan jî ku beriya bi demeke kurt hatiye sazkirin ‘Projeya HINARê ya Çandî’ ye. Projeyê bi şîara “Kesê ku tovê xwe li zevîya xelkê bireşîne, ji bilî poşmanîyê tu tiştî naçine“ li Kantona Cizîrê dest bi xebatên xwe kir û dixwaze li tevahiya Rojava belav bibe. Li gorî amadekarê projeyê Evdo Şêxo, armanca projeyê geşkirin, parastin, bipêşvebirin û rûniştandina çanda Kurdî û danîna hîmê zimanekî sergihayî ye. 

Proje ji beşên wek werger, arşîv, lêkolîn û xebatên girêdayî van beşan pek tê. Endamê Desteya Gerînendetîya Giştî ya Projeya HINARê ya Çandî Evdo Şexo bersiv da pirsên me yên li ser projeyê û li ser projeyê agahîyen berfireh dan rojnameya me.


Hûn xebatên çandî û weşangerî yên halî hazir li Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin? 

Berî ku rewş biguhere û Kurd bibin xwedî îrade, Rojavayê Kurdistanê li jêr serdestiya Rejîma Baesê ya dagirker bû û her tişta têkildarî ziman û çanda Kurdan qedexe bû. Ji ber vê egerê em niha kevirê bingehîn dideynin, yanî weşanxane û sazîyên çandî yên aktîv tunebûn û her tişt bi dizî, sernixumandî û piço piço dihat kirin. Niha derfet heye ku em bi eşkereyî û bi rengekî qanûnî û vekirî guh bidin ziman û çanda xwe, ev şansekî mezin e. Îcar helbet niha xebat hêdî hêdî dimeşin, ji ber ku civak fêrî vê çandê nebûye; an ku çanda xwendin û nivîsîna berfireh a bi zimanê Kurdî, hîn bandora zimanê Erebî heye, em jî bingehekê ji bo dahatûyê datînin. Îroj zarokên Kurd li dibistanên fermî bi zimanê xwe dixwînin û beşên ziman û wêjeya Kurdî li zanîngehên nûavabûyî yên Rojavayê Kurdistanê jî hatine vekirin, îroj -û sibe hîn bêhtir- pêwîstîya wan zarok û xwendekaran bi materyal û nivîsên bi Kurdî heye da ku bi ser çand û zimanê xwe ve bibin. Wate, ez dixwazim bibêjim ku xebat ne ew qasî xurt in û ne li gorî pêdivîyê ne, lê hene û hêdî hêdî berfirehtir dibin. Jixwe hêviya me ew e ku bi sedan weşanxane, sazî û dezgehên çandî bêne damezrandin da ku karîbin kêmasîyên heyî ji holê rakin. 


Mebesta we bi vê projeyê çi ye, hûn dixwazin çi li zimanê Kurdî zêde bikin? 

Projeya HINARê ya Çandî projeyeke çandî ya piralî ye, ji wergerê heta bi pûtedana bi folklorê, weşandina berhemên Kurdî, arşîvkirina belgeyên der barê gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê de û heta bi amadekirin û weşandina lêkolîn û lêgerînên berfireh ên der barê gelê Kurd û erdnîgariya wî de. Proje ji sedî sed bi Kurdî ye û her wisa dê guh bide çandên gelên din ên Mezopotamyayê ku hevparên me ne û bi me re dijîn. Em dixwazin gelek tiştan li weşangerî û çanda Kurdî zêde bikin, ji ber ku em berê xwe bidin ku em li kêmasî û cihên vala rast tên, em wisa bawer dikin ku em bi sedan salan bixebitin jî em ê nikaribin qorziyeke çanda Kurdî ya dewlemend û berfireh tijî bikin. Zêdekirin dê hebe, a pêwîst kar e, tenê kar û xebat, bê rawestan! 


Li Rojavayê Kurdistanê piştî Kovara Hawarê di warê edebiyatê de zêdetir xebat û berhemên folklorîk û herêmî derketin pêş, mirov dikare bibêje ku mîsyona Hinarê modernîzekirina edebiyata Kurdî ye li Rojavayê Kurdistanê? 

Em wisa bawer dikin ku modernîzekirin li ser pişta kelepûrê ava dibe, ji ber vê yekê em ji doh ber bi îroj ve dimeşin. Divê em tişta doh winda nekin da ku em karîbin îroj tiştekî baş û modern pêşkêş bikin. Helbet kar û xebat wê li gorî nûjeniya îroj be, lê em ê her dem pişta xwe bidin dîwarê doh, ji ber ku qayîmtir e û her tişt dikare li ser were avakirin. 


We di projeya xwe de aniye ziman ku hûn ê ji bo biserketina zimên û rûniştandina çanda Kurdî bixebitin. Gelo ev xebatên we dê çi bin? 

Jixwe me ev yeka hanê di danasîna berfireh a Projeya HINARê ya Çandî de bi berfirehî rave kiriye. Projeya me li ser beşan ava bûye, her beşek bi tena serê xwe projeyeke piçûk û serbixwe ye, lê dîmena giştî ya Projeya HINARê ya Çandî temam dike. Beşê folklorê heye, yê wergerê heye, yê lêkolînan heye û yê weşangeriyê heye. Di hin beşan de çapkirin û tomarkirin hene, di hin beşan de arşîvkirin heye. Di beşê folklorê de, em ê li gund û gundikên Rojavayê Kurdistanê bigerin û zargotina vî gelê berhev bikin, arşîv bikin, çap bikin, biweşînin, bi deng tomar bikin û her dawî lêkolîn û şirovekirinan li ser bikin. Di beşê wergerê de, em ê şahberhemên wêjeyî, siyasî, dîrokî... hwd ji zimanên cîhanê wergerînin zimanê Kurdî û bikin malê gelê Kurd. Di beşê weşangeriyê de, em ê nivîs û berhemên nivîskarên Kurd biweşînin. 

Di beşê lêkolînan de, em ê lêkolînên hêja der barê gelê Kurd, erdnîgarî, çand û dîroka wî de amade bikin û biweşînin. Helbet ev xebat bi kesekî û du kesan naçe serî, ji ber wê ye ku me Projeya HINARê ya Çandî wekî projeya gelê Kurd daye nasîn û me dîyar kiriye ku her kes dikare bibe xwedî, avakar û bipêşveberê vê projeyê. 


Wê Projeya Hinarê tenê li Kantona Cizîrê karê xwe bimeşîne yan li seranserê kantonan? 

Na, ev proje hemû erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê dide ber xwe, jixwe em ê di paşerojê de hewl bidin ku şaxên xwe li Kobanî û Efrînê vekin û em niha hewl didin ku têkiliyê bi hin hevalên ji Kobanî û Efrînê re deynin. Ev yek di nava şev û rojekê de naçe serî, hem ji ber derfetên madî û hem ji ber sedemên girêdayî şerê heyî û parçebûna kantonên Rojavayê Kurdistanê. Lê me daye ber xwe û em ê bi her rengî hewl bidin ku xebata me li seranserê Rojavayê Kurdistanê bê meşandin. 


Dayîna kursên zimên dê çawa bibe? Mînak kesekî dûrî we dê karîbe tevlî perwerdeyê bibe? Dibe ku hûn dersan li ser platformên tora civakî bidin? 

Di destpêkê de, wê kurs tenê ji bo wergêran be, an ku kesên ku bi zimanên biyanî dizanin û dixwazin fêrî Kurdî bibin yan Kurdiya xwe bi pêş ve bibin, ev jî ji bo ku bibin hevkarên me û wergerê bikin. Paşê em dikarin xeleka kursan berfirehtir bikin û derfetê bidin ku her kes tevlî kursên zimanê Kurdî bibe û dibe ku em tora înternetê jî ji bo kesên dûredest bi kar bînin. 


Hûn ê çawa xwe fînanse bikin? Kesên ku alîkariyê didin we hene? 

Wekî destpêk, me proje bi alîkariya hin heval û dostan damezirand û jixwe me deriyê alîkariyê vekirî hiştiye, ji ber ku her û her pêdiviya me wê bi alîkariyê hebe. Wekî din, em ê berhemên xwe bifiroşin, ev jî dikare quleke piçûk bigire. Her wisa em ê karên hevbeş bi saziyên heyî re bikin û têkiliyê bi saziyên sivîl ên Kurdistanî û navneteweyî re deynin da ku em karibin destekekê ji wan jî wergirin û karê xwe hino hino bidin rûniştandin. Niha, halê hazir, me proje li gorî derfetên xwe damezirandiye û piraniya kesên xebatkar bi rengekî xwebexş dixebitin, lê em hêvîdar in ku ev rewş bê guhertin û gelek kes û sazî destê alîkariyê dirêjî vê projeyê bikin, ji ber ku wekî me gotî, ev projeya gelê Kurd e û ji bo bipêşvebirina ziman û çanda vî gelî hatiye avakirin. 


ARGEŞ KAYA

NAVENDA NÛÇEYAN